Ji Wezareta Olî ya Şamê giştînameya ‘fetih’

Wezareta Karûbarên Olî (Ewqaf) ya girêdayî Şamê, komên çete li dijî gelên Rojava sor dike û li ser şopa rejîma Sedam Hisên ji bo pêkanîna komkujiyan sûreta El Anfal bi kar anî.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Karûbarên Olî (Ewqaf) ya rêveberiya demkî daxuyaniyek belav kir û meleyên mizgeftan xwest ku ji "serkeftina artêşê" dua bikin. 

Wezaretê, komên çete li dijî gelên berêmên sor kir û êrişên li ser Hesekê û Kobanê weke "fetih" bi nav kir.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de sûreta El Enfal ya Qurana pîroz bi kar anî, ku rejîma berê ya Îraqê di serdema Sedam Hisên de, salên 1987 û 1988 heman sûret ji bo pêkanîna komkujyan li dijî gelê başûrê Kurdistanê bi kar anîbû.