Ji werzişvana girtî Haniye Şerriyati tu agahî nayê wergirtin

Her çend çend roj in ji werzişvana bi navê Haniye Şerriyati Rûdpûştî, ku li Tehranê hate binçavkirin û girtin, ti agahî nayê wergirtin jî, hesabê wê yê medyaya dîjîtal ku nêzîkî 160 hezar şopîner hene jî hatiye astengkirin.

Navenda Nûçeyan – Haniye Şerriyati Rûdpûştî, werzişvana tekwando û rahênera jimnastîkê ya li Tehranê dijî, di 9’ê Mijdarê de ji ber ku maske li xwe kiribû û li bajêr xwepêşandan li dar xistibû, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin û birin cihekî nediyar.

Li gorî raporên hatine weşandin, girtina werzişvan wekî "ne pabendbûna bi rêziknameya cil û bergan dema ku li ber çavên gel performansê dike" hatiye destnîşankirin. Piştî girtina wê, Haniye Şerriyati Rûdpûştî bi malbata xwe re têkilî danî, nîgeraniya xwe ji bo rewşa wê anî ziman û alîkarî xwest. Lêbelê, ji wê demê ve derbarê cih û çarenûsa wê de ti agahî nehatiye wergirtin.

Piştî girtina Haniye Şerriyati Rûdpûştî, tê gotin ku hesabên wê yên medyaya dîjîtal ketine bin kontrola dezgehên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê. Tê gotin ku hesabê wê yê Instagramê, ku nêzîkî 160,000 şopîner hene, bi logoya polîsên FATAyê hatiye astengkirin.