Ji vederkirina dîrokî heta hedefgirtina mezhebî: Jinên Elewî yên li Sûriyeyê

Piştî vederkirina bi dehan salan, jinên Elewî yên di bin rêveberiyek teng û zextkar de dijîn, niha ji ber mezheb û vederkirina ji dîrokê, bi şîdeta ku bûye du qat re rûbirû ne. Ew li welatekî ku tu merhemet lê tune ye dijîn.

Navenda Nûçeyan – Li Sûriyeya ku ji ber şer her tişte perçe bûye; jinên Elewî piştî vederkirina bi salan, niha bi şîdeta mezhebî hatine dorpêçkirin.

Serpêhatiya jinên Elewî, piştî krîza Sûriyeyê ya di sala 2011’an de dest pê kir û dûre veguherî şîdet û şerê mezhebî bi şîdeta du qat re rûbirû man. Jinên ku demek dirêj bû ji jiyana giştî hatibûn vederkirin, îro di nava tofanê de ne; hem bedela nasnameya xwe hem jî paşeroja xwe didin.

Kokên dîrokî

Elewî yan jî bi navên dîrokî Nusayrî di sedsala 9’emîn de mensûbê civaka batinî bûn û çiyayên li keviyên Sûriyeyê ji bo xwe weke stargeh hilbijartibûn. Di vê pergala girtî de, rola jinan tenê çandinî û malbat bû. Jin bi taybetî ji qada siyaset û leşkeriyê hatibûn dûrxistin.

Di serê vê sedsalê de, bi taybetî di serdema mandaya Fransiz de, hinek nîşaneyên guherînê çêbûn. Jinên ku tevlî perwerde û siyasetê bûn, di wêje, huner û tibê de derketin pêş lê ev mînak wisa zêde nebûn, îstîsnayî bûn.

Pêşketina bi sînor û berxwedana bêdeng

Her çendî hinek pêşketin çêbibin jî; jinên Elewî hê jî bi normên baviksalar re li hev nakin. Bi taybetî di mijarên bingehîn ên weke mîras de, li hinek herêman hê jî bi hinceta “parastina mulkê malbatê” mafên wan tên desteserkirin. Rola û nirxa wan li gorî rola di nava malê de û îtaetê tê pênasekirin. Mekanîzmayên ji bo parastina ji şîdetê û serxwebûna wan a aborî jî hê kêm in.

Lê tevî van hemûyan jî rolên qalibgirtî dişken û di warê parastina rêgeza wekheviyê de guherîn zêde bûye. Beriya sala 2011’an rêjeya malbatên ku jinên Elewî debara wan dikirin nêzî ji %4 bûn, di dala 2023’yan de ev rêje bû ji %22. Vê zêdebûnê nîşan da ku barê aboriyê ketiye ser milên jinan hem jî jinan tevî van mercên zor jî ji bo pênasekirina rola xwe îradeyek mezin nîşan dane.

Dema teqînê

Pêvajoya ku di sala 2011’ê de bi serhildanên gel dest pê kir, di demek kurt de veguherî şîdeta ku welat xist nava agir. Ên zêde ji vê yekê zirar dîtin jin bûn. Ji binpêkirina mafên xwe yên bingehîn ên weke perwerdeyê heta êrîşên li ser beden û ruhê wan rastî gelek binpekirinan hatin.

Jinên Elewî her çendî wekî ku ji kenar ve binêrin xuya bikin jî di nava êşa şer de man. Fatûreya aîdiyeta mezhebi û vederkirina dîrokî giran bû; ji malên xwe bûn, mafên wan hatin desteserkirin û di avakirina civakê de tu rol nedan wan.

8’ê Kanûna 2024’an bi ketina rejîma Sûriyeyê re, welat ket nava pêvajoya kaoseke nû. Heyet Tehrîr el-Şam’ın (HTŞ) piştî ku kontrolê girt dest xwe, pêleke sûc a nû dest pê kir. Êrîşên ji bo tolgirtina mezhebi zêde bûn; jinên Elewî bi taybetî hatin hedefgirtin. Di serî de HTŞ gelek rêxistinên cîhadîst, bi  sûcên ku kiribûn bi gotinên “paqijkirina bermahiyên rejîmê” hincet nîşan dan.

221 kes hatin qetilkirin 89 kes hatine revandin

Li herêmên peravê yên ku Elewî dijiyan, bi komkujiyan bi hezaran kes hatin kuştin, zarok û jin hedef hatin girtin. Ji bo şikandina îradeya jinên Elewî bûyerên revandinê weke sûcê sîstematîk zêde bûn. Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî jî di nav de saziyên mafên mirovan ên herêmî û biyanî, ji serê sala 2025’an heta niha bi dehan bûyeran belge kirin. Bi hinek raporan diyar bû ku bi sedan jinên Elewî hatine revandin, aqubeta gelekan ji wan nediyar e.

Di rojên dawî de li Humusê alozî zêdetir bû. Li taxên Elewiyan pevçûn derketin. Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê, 8’ê bi raporek belge kir ku ji Kanûna 2024’an ve heta niha 221 sivîl hatine kuştin, 89 kes hatine revandin. Di nava van sûcan de fidye, zewaca bi zorê, bazirganiya mirovan û biçûkxistina mezhebi hene. Ya herî bi xeter jî bêdengiya aliyên fermî û hewldana sergirtinê ye. Hikumeta demkî her çendî dirûşma “Sûriyeya ji bo hemû Sûriyeyiyan” bavêje jî di pratîkê de dijberî vê yekê dike.

Komîsyona lêpirsînê ya ji aliyê Ahmed eş-Şer’a (Culanî) ve hatiye avakirin, îdia kir ku der barê revandina jinan de tu raporek negirtine, bûyeran weke “reva bi dilxwazî” an jî “mijarên exlaqî” bi nav kir. Vê înkara bi awayê vekirî vê pirse tîne hişê mirov: Sûcdarek çawa dibe ku li ser komîsyona heqîqetê be?

Tunebûna lêpirsînan û hevkariya sûc

Serpêhatiya jinên ku hatine revandin jî cuda ne. Hinek bi fidye vegeriyan, hinek bi temamî winda bûn. Merweya 29 salî dema ku diçû Tartûsê winda bû, tevî ku malbat rastî gefa kuştinê hat û çar car fidye hat dayîn jî venegeriya. Di peyama ku ji ser WhatsAppê ji telefona keça wan hat ji wan re gotin; “Keça xwe ji bîr bikin, kesê têkil nekin an na em ê bi awayê perçekirî wê bi ser we de bişînin.”

Bi heman Awayî Abira ku ji Safîtayê hat revandin, piştî ku ji hijmara telefonê ya Iraqê têkilî bi malbata xwe re danî winda bû, tevî ku fidye hat dayî venegeriya.

Ev herdu mînak ji sedan bûyeran tenê dudu ne. Li Tartûs, Lazikiqe û Hamayê bi sedan jinên Elewî winda bûn; nîvî ji wan paşve hatin, ên din bi tirsa tolhildanê mehkûmê bêdengiyê man.

Giliyên malbatan gelek caran biçûk hatin dîtin na jî qet guh nedan. Hinek serlêdan bi gotinên “Mijarên hestiyar” hatin îhmalkirin. Ne girtekên fermî hatin girtin, ne jî lêpirsîneke cidî hat meşandin.

Li gorî zagonên Sûriyeyê, tevî ku revandin sûceke cidî ye jî; ji ber hilweşîna saziyên dewletê û tunebûna darazê, edalet hema bibêje ne pêkan e. Mekanîzmayeke lêpirsînê ya serbixwe tune ye; ev jî sûcdaran bêceza dihêle.

Şîdeta piralî

Şîdeta li dijî jinan, tenê bi jinên Elewî re bi sînor nîn e. Jinên Sunî, Xirîstiyan û Durzî jî ji aliyê HTŞ’ê ve rastî tecawiz, koçberiya bi zorê û gelek êrîşan hatin… Ev şer pirsgirêka pergaleke ku bi kevneşopî û bêhiqûqiyê xwedî dibe ye.

Li cîhanê di van rojên ku Kampanyaya 16 Rojan a Têkoşîna bi Şîdeta li Hemberî Jinan didome de tabloya li Sûriyeyê tarî ye. Jinên ji cihên xwe hatine derxistin, revandin û şîdetê dîtine û civakên ku bi “namus”, “mezheb” an jî “tirsê” hatine bêdengkirin.

Li dijî vê tabloya tarî pir xuya ye ku guherîn ne tenê bi zagonan, bi îradeya jinan û hevgirtina civakî pêkan e. Dengê jinên Elewî, (weke dengê her jina Sûriyeyî) divê ne tenê bibe dengê mexdûriyetê; bibe dengê şahidi, berxwedan û daxwaza ji bo edaletê.