Ji Til Temirê banga Dayîkên Aştiyê: Bila jin di 8’ê Adarê de li qadan bin
Dayîkên Aştiyê ji bajarê Til Temirê bang li jinan kirin ku îsal di 8’ê Adarê de ji her salê zêdetir li qadên pîrozbahiyê bin, daxwazên mîsogerkirina mafê xwe yê destûrî bilind bikin û xwedî li şoreşa xwe derkevin.
Til Temir – Îsal Kongra Star li Rojavayê Kurdistanê di bin diruşma “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî emê destkeftiyên şoreşa jinê biparêzin” rêzeçalakiyên xwe yên pêşwazîkirina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, didomînin.
Îro jî koma Dayîkên Aştiyê yên bajarê Til Temira li Kantona Cizîrê, li navenda Kongra Star kom bûn û çalakiya xwe ya pêşwazîkirina 8’ê Adarê lidar xistin. Li cihê çalakiyê wêneyên jinên şoreşger yên di oxira doza azadiya jinê û doza Kurdistanê de nemir bûne, yên wek Sakîne Cansiz, Rojbîn Amara, Viyan Cûdî, Diljîn Mezlûm, Sariya Qamişlo, Destan Herekol û Denîz Çiya hatin danîn, bi taybetî şervanên ku di dema dawî de li hember cîhadîstên HTŞ’ê li ber xwe dan û gihîştin asta şehadetê.
Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê pakrewanan, dayîk axivîn. Dayîka Aştiyê Hemdiya Kûtê şervanên jin yên ku li hember cîhadîstên HTŞ’ê heta dawî li ber xwe dan, bi bîr xist û wiha got: “Çok tewandin û dest girêdan ji xwe re nepejirandin. Heta fîşeka dawî her şervanekê şer kir û asta şehadetê bi dest xist. Çimkî tu carî jin serî natewîne, pişta xwe nade hevalên xwe û çeperên berxwedanê bernade.”
Hemdiya li ser pêşketinên li Rojhilata Navîn çêdibin jî rawestiya, balkişand ser têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya jinan û wiha got: “Rêber Apo gotiye ku cihê Kurdan di Rojhilata Navîn a nû de heye û ew ji bo vê niha têdikoşe û hewldanan dide. Ji lewra divê kes li ser xwîna şehîdên me, bi dewletên derve re bazaran nekin. Ger Kurd derfeta vê sedsalê qezenc nekin wê bi sedsalek din a qirkirinê re rû bi rû bimînin.”
‘Têkoşîna me dê bidome’
Hemdiya got ku niha dema yekîtiya Kurdî-Kurdî ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Da ku em mafên xwe li çar aliyên Kurdistanê bi dest bixin, divê ku pêşî yekîtiya me çêbibe. Wê têkoşîna me bidome heta ku em girtiyên xwe yên zindanan û dîlgirtiyên xwe azad bikin. Me bê guman azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe jî jibîr nekiriye.”
Mihdiya Kûtê jî bang li jinan kir ku îsal hemû jin dakevin qadan û daxwaza mîsogerkirina mafê xwe di destûrê de bikin.
Dayîka bi navê Gemra jî got ku îro roja jinan e, ger ew li ber xwe nedin wê kes ji bo wan tiştekî neke.
Dayîkên Aştiyê bi diruşmeya “Jin Jiyan Azadî” çalakiya xwe bidawî kirin.