Ji Teoriya Gulê ber bi Şoreşa Jinan ve xweparastin 2 – ANALÎZ
Teoriya gulê û rêgeza xweparastinê, ji bo hemû krîzan çareseriyê di nava xwe de dihewînin. Jinên ku ji xweza, civak û jiyanê hatine veqetandin, dema ku xwe bibînin û hîs bikin, xweza, civak û jiyanê jî ji nû ve dibînin û bi wan re dikevin nava têkiliyê
Çima ‘teoriya gulê?’
AKADEMIYA JINEOLOJIYÊ
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna Kurdan bi taybetî ya ku jin ji bo hebûn û azadiya xwe didomînin, weke “Teoriya gulê” bi nav kir. Teoriya gulê û rêgeza xweparastinê, ji bo hemû krîzan di nava xwe de çareseriyan dihewîne. Jinên ku ji xweza, civak û jiyanê hatine veqetandin, dema ku xwe bibînin û hîs bikin, xweza, civak û jiyanê jî ji nû ve dibînin û bi wan re dikevin nava têkiliyê. Jineolojî, dîrok û xwezaya jinan a ku di tarîtiyê de maye ronî dike, weke zanista dîroka civakê û derxistina holê ya xwezaya civakê, bûye paradîgmaya demokratîk, weke zanista pêvajoya sêyemîn şikestina zayendî bi pêş dikeve, di nava xwe de çareseriyan dihewîne.
Zanîna xweparastinê, bi zanîna dîrok û civakê bi pêş dikeve. Divê mirov bizanibe ji dîrokê ve heta niha jin û civakan jiyana çawa, têkilî, hilberîn û pergalek çawa ava kirine. Şîdeta ku bi pergala dewletan, di tevahiya şaristaniyê de li ser jinan û civakan hatiye ferzkirin heye. Divê mirov bizanibe rêbazên berxwedanê yên jinan û civakê li dijî vê şîdetê û şer çi bûne. Bi vê zanînê dê mirov têbigihîje ka netew dewletên di roja me de, pergala kapîtalîst û mêtinkariya kûrewî, çi anîne serê gelan û jinan. Girîng e mirov bizanibe, mêtinkariya neteweyî, çînî û zayendî, bi kîjan rêbazan li ser bingeha olperestî, netewperestî û zayendperestiyê, polîtîkayên bi çi rengî meşandiye.
Azadiya gulê, civakîbûnî, jiyan, jin û strî, keda ji bo parastina wan, tê wateya rêxistinbûn, şer û têkoşînê. Gihîştina têkoşîna zehmet a ji bo başî, xweşî û rastiyê formule dike. Ger strî nebin, dibe ku gul rastî her awayê êrişan were. Weke di têkiliya gul û striyê de, di xwezayê de jî parastina xweşikbûn û hebûnê weke têkiliyek diyalektîk a bihevrebûyî heye.
Di salên 1990’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, lêgezên bingehîn ên têkoşîna azadiya jinan bi teoriya gulê diyar kir. Di salên 2000’î de jî di warê zanistî û felsefîk de lêhûrbûnê çêkir. Bi analîzên xwe diyar kir ku gul, tê wateya estetîkê, strî tên wateya etîkê û rêgezê temsîl dike. Bi wê yekê weke temînatên civaka exlaqî û polîtîk pênase kir û wiha got: “Ez dibêjim teoriya gulê… Gul ji bo parastina xwe striyan derdixe. Gulek, giyayek jî xwedî xweparastinê ye. Ji bo xweparastinê mirov li xweza û gerdûnê binêre bes e. Gelo mafê me tune ye em bi qasî gulek xwe biparêzin? Xweparastin pîroz e.” Bi van tesbîtan diyar dike ku divê li dijî zinniyet û êrişên pergala mêr a desthilatdar, dewlet û mêtinkariyê têkoşîn hebe.
Weke zanista xwebûnê parastin
Etîk-estetîk, mijarên sereke yên jineolojî li ser wan kûr dibe ne. Ji bo şoreşa jinan, başî, xweşikbûn, jiyana rast, li ser esasê sosyolojiya azadiyê bi pêş bikeve xizmetê dike. Weke zanista xwebûnê zanîna xweparastinê, di pêşxistina rêxistinbûn û têkoşîne de roleke girîng dilîze. Xwebûn, zanîn û hêza xweparastinê, vediguherîne rêxistinbûn û çalakiyê û bi pêş dikeve. Rêgezên bîrdoziya azadiya jinan welatparêzî, ramana azad û îrade, rêxistinbûn, têkoşîn û estetîk, çavkaniya sereke ya vê zanîn û hêzê ne.
Teoriya veqetînê, pêşvajoya xwebûnê ya veqetîna ji dewleta mêr a hem ji aliyê zihnî ve hem jî fizîkî ve ye. Merheleyên afirandina teoriya xwe, rêxistina xwe, têkilî, çalakî, jiyan û civakîbûna xwe ye. Têgeha kuştina mêr, tê wateya dûrbûna mêr a ji dewlet û desthilatdariyê û qezenckirina nasnameya demokratîk û civakî. Hevjiyana azad, tê wateya tengkirina qada dewlet û desthilatdariyê û berfirehkirina qadên civakîbûn û azad û xwe dispêre jiyana nû ya li ser têkiliyên tê avakirin. Bi rêxistinbûna xweser û serbixwe re artêşbûna jinan, ber bi partîbûyîn, konfederalîzm, hevserokatî û nûnertiya wekhev ve diçe. Bi wê yekê di warê siyaseta demokratîk de xeta azadiya jinan dikeve bin temînatê. Têkiliya demokratîk, azad û wekhev, deriyê ku ber bi xebat û jiyanê ve vedibe ye. Ji ber vê yekê, gotina; “heta di warê polîtîk de destkeftî çênebe, di tu warî de çênabe” bû nexşeriya pêvajoya ku ber bi azadiya jinan ve.
Tevgera azadiya Kurdistanê, bi esasgirtina azadiya jinan bû mînak. Li vê qada ku cara yekem bîrdoziya zayendperestiyê lê bi cih bû, bi mudaxeleyek paradîgmayî, bû xwedî taybetmendiya diyarkirina riya têkoşîna civakê û sanistên civakî. Ev têkoşînek û şerekî zehmet û bi rûmet e. Paradîgmaya dewletî û paradîgmaya civaka demokratîk bi hev re di nava şer de ne. Li Kurdistan, Rojhilata Navîn û erdnîgariyên cuda yên cîhanê, nasnameya jinan a bi pêş dikeve, pêşengî ji têkoşîna civakî re dike, xwe bi rêxistin dike û li ber xwe dide derketiye holê. Nasnameya jinan, ne weke zayend, weke nasnameya civakî tê pênasekirin. Bi aliyê xwe yê nasnameya dîrokî û çandî tê pênasekirin, ji nû ve digihîje kok û cewhera xwe. Bi taybetmendiyên neteweyî, çînî, zayendî, bawerî, nijadî û hwd. xwedî rengîniya nasnameyê ye û ji bo çareserkirina van nakokiyan bûye kirdeyek polîtîk û bûye xwedî asta parastina jiyanê.
Bîra şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’
Tevgera Azadiyar Jinên Kurdistanê û têkoşîna wê, di van waran de gavên mezin avêtine. Jinan ji rewşa mulkiyeta mêr û dewletê derxist, li dijî bîrdoziya malbatî û xanedaniyê, bîrdoziya azadiya jinan û sosyalîzma demokratîk bi pêş xist. Nasnameya jinan a dîrokî, çandî û civakî pênase kir, jina weke zayend negirt dest. Bi têkoşîna ku nîv sedsale didome û şoreşa Jin Jiyan Azadî vê yekê îsbat kir. Malên taybet û giştî hilweşand, şoreşa azadiya jinan û konfederalîzmê, weke pergala qada temînata jiyanê pêşkêş kir.
Nîşan da ku xwedîderketina li ked û bedena xwe, ji têkoşîna mezin a zadiyê derbas dibe, guherandina mêr jî di nav de, bi mîsyona xwe ya pêşeng a ji bo azadiya civakî wan bi qerekterê dîrokî re anî ba hev. Li dijî hewldanên modernîteya kapîtalîst û pergala dewletî ya ku jinan dike obje, pêşî li komploya li dijî jinan girt, riya azadiyê vekir. Îro şerê azadiyê bi pêşengiya jinan li hemû cîhanê deng vedide û hêviya jiyana azad dixe bin temînatê.
Gihîştina nasnameya demokratîk a jinan
Vê têkoşînê, gelên Rojhilata Navîn, Kurd, Tirk, Tirkmen, Ereb, Çerkez, Asûrî-Suryanî, Ermenî û jinan hembêz dike û xwedî hêza ber bi şoreşa cîhanê ve ye.
Ji Sakîne heta Bêrîvan, ji Zekiye heta Bêrîtan, ji Denîz, heta Jîna…
Ji Zîlan heta Sema, ji Rojbîn, heta Şîlan, Viyan, Şirîn û Delal, Esmer, Helbest, Nagîhan, Gulê, Sara Rûken û Asya Elî…
Ji Canda, Mizgîn, Ronahî, Îvana, Lêgerîn û Hêlîn, Toprak, Sarya û Ceren…
Silava, Gulê Selmo, Arîn û Reyhan, Zelal û Zozan, Hînd û Sena, Hevrîn ve Zeyneban…
Teoriya gulê, veguherî şoreşa jinan, ji çiyayan heta bajaran, xweparastina jinan bi pêş ket. Bi rêxistinbûnên xweser û serbixwe, ji aborî heta ekolojiyê, ji perwerdeyê heta tendirustiyê, ji siyasetê heta parastinê, ji dîplomasiyê heta çandê, bi enerjiya ku li her warê civakî kom kiriye, diherike, pêşengî ji pêşketina civakîbûna azad re dike. Jinên ku ji nava çar dîwaran derketin, enerjiya xwe ya jiyanê der dikin, ji nû ve dibin çavkaniya civakbûna li ser rêgezên exlaqî û polîtîk.
Şoreşa Jinan a Rojava veguherî Şoreşa Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, tecrubeya xweparastinê ji şoreşa Kurdistanê ya 50 sal in didome, veduherîne, zihniyet, jiyan, têkiliyan û di avakirina civakê de dibe bingeha azadî, exlaq û çandê. Li dijî zihniyeta mêrên serdest, dewlet û desthilatdariyê têkoşîneke mezin didomîne. Bi qasî têkoşîna ku li dijî mêtinkaran didomîne, hewl dide jina paşverû û mêrê desthilatdar biguherîne. Bi perwerde, rêxistinbûn, zanîn û çalakiyê, xwe mezin dike, xebatên ku jin û mêran bi nasnameya wan a welatparêz didin nasîn didomîne.
Heta ku xweparastin tune be jiyana azad tune ye
Weke li çar perçeyên Kurdistanê, ji bo Kurdên li her aliyên cîhanê belav bûne, bi cewherê wan, ziman, çand, dîrok, berxwedan û nirxên azadiyê bîne ba hev, bi rêxistinbûn, berxwedêrî û xebatên xweser têkoşîna xwe didomîne.
Li dijî komploya navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar bûye ku azadiya fizîkî, paradîgmaya wî, rastiya jinan û gelên ku bi şoreşa Jin Jiyan Azadî re bûye yek nîşan dide ku azadiya jinan misogerkirin pêdiviyekê bingehîn û girîng e. Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê û têkoşîna azadiya Kurdistanê, şoreşa jinan a Rojava nîşan dide ku ev misogerî bi jiyan û pergala demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê pêkan e. Çand û feraseta netewa demokratîk li dijî pergala netew-dewletê û alozî, nakokî û pirsgirêkên ku pergala kapîtalîst daye avakirin çareseriya herî mayinde ye. Konfederalîzma gelan a demokratîk ya Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Cîhanê, konfederalîzma jinan a demokratîk û parastina wê ya cewherî di riya bûyîna pergala têkilî, jiyan, civak û kesayeta bi ewle de bipêş ve diçe.
Bidawî bû...