Ji Tehranê heta Rabatê: Têkoşîna jinan li dijî cudakariyê didome – GOTAR

Serhildana li dijî bêdengiyê, li dijî cudakarî û bi sînorkirina rolên jinan. Dirûşma Jin, Jiyan Azadî ya ku jinên Îranî diqînin, jinên Mexribî jî dikarin li dijî hemû astengiyên li pêşiya azadiya xwe biqîrin.

HENAN HARÎT

Di Îlona 2022’yan de dema ku me agahiya mirina jina Kurd a ciwan Jîna Emînî girt, ji wê demê ve heta niha ez jî weke gelek jinên Mexribî bi fikar û hêrs pêşketinan dişopînim.

Dema ku min li dîmenên di platformên medyaya dîjîtal de bi lezgînî belav dibin dinêrî, min li nûçeyek ji welatên dûr temaşe nedikir. Van dîmenan nîşan didan ku bedena jinan di bin çavdêrî û wesayetek çawa de ye.

Di wan rojan de piştgirî û hevgirtina li Mexribê tenê weke bertekeke hestiyarî nema, awayên sembolîk û kolektîf girt. Rûpelên aktivîstên jin ên Mexribî, bi peyamên wan ên ji bo piştgiriyê, dirûşmên bi cesaret û bi daxwaza rakirina zagonên ku jiyana jinan kontrol dikin dagirtî bûn. Tişta ku zêde di bîra me de ma, çalakiya ‘çêkirina por’ bû. Aktivîstan vîdyoyên çalakiyên ‘jêkirina por’ ku sembola piştgiriya bi jinên Îranê re bû weşandin. Hinek komeleyên jinan ên Mexribê jî daxuyaniyên ku êrîşên li dijî jinên Îranê şermezar dikin dan, bal kişandin ku mesele ne herêmî ye, mijareke cîhanî ye hemû jinan têkildar dike.

Gelo çi guherî?

Pir diyar bû ku tiştên li Tehranê diqewimîn, me jî têkildar dikir lewre têkoşîna jinan a li dijî cudakariyê ne bi erdnîgariyek ve bi sînor e, me jî têkildar dike û tîne ba hev. Piştî sê sal derbas bûn ev pirs tê hişê me: Gelo çi guherî?

Jinên Mexribî hê jî bi zagonên ku temînata wekheviyê nadin, bi çandeke civakî ya ku di navbera beden û tercîhên me de bêdengî û wesayetê ferz dikin re rûbirû ne.

Rast e, Mexribê di sala 2004’an de piştî reforma Zagona Malbatê (Medeniye el-Usra) destkeftiyên girîng bi dest xist lê nîqaşên ku îro tên kirin, sînorên van reforman nîşan didin. Mînak; zewaca di temenê biçûk de hê jî pir zêde ye; tevî ku qedexe bûye jî, dadgeh her sal destûr didin ku bi hezaran zarokên keç werin zewicandin.

Şîdeta li dijî jinan jî hê weke pirsgirêkeke bingehîn didome

Şîdeta li dijî jinan jî hê weke pirsgirêkeke bingehîn didome. Di rapora fermî ya Komîsyona Plansaziya Bilind a di Adara 2025’an de hat weşandin, diyar bû ku 825 hezar zarokên keç ên temenê wan di navbera 15 û 19 de ye, bi awayên cuda rastî şîdeta fizîkî, zayendî û derûnî hatine.  Ji sedî 56 jin û keçên ciwan ên di navbera 20 74 salî de jî şîdetê dîtine. Van daneyan nîşan didin ku guherîn tenê bi rastkirina metnên zagonî nabe, pêdivî bi îradeya siyasî û çandî ya ku rûmeta jinan hem di warê giştî hem jî taybet de, ji nû ve ava bike heye.

Têkoşîna jinan didome

Li gorî min mirina Jîna Emînî, tenê di bîra jinan de bîranîneke bi êş nîn e; bangek e dibe wesîle ku em li ser serhildana xwe bifikirin. Serhildana li dijî bêdengiyê, li dijî cudakarî û bi sînorkirina rolên jinan. Dirûşma Jin, Jiyan Azadî ya ku jinên Îranî diqînin, jinên Mexribî jî dikarin li dijî hemû astengiyên li pêşiya azadiya xwe biqîrin.

Dibe ku em her roj li kolanan nebin lê serhildana me li qadên cuda didome. Li zanîngehan xwendekar, li dijî tacîz û beramberî “dayîna not, jantaja zayendî” têdikoşin. Komele jî ji bo jinên aktivîst ên şîdetê dîtine rehabîlîte bikin û ji nû ve wan derxin nava civakê dixebitin.

Di medyayê de jinên rojnameger, ji bo meseleyên jinan bigrin rojeva xwe hewl didin û di kitekitên herî biçûk ên jiyana rojane de jî; dema ku jinek, şîdeta hevjînê xwe, yan jî biryara bêmaf a malbatê nepejirîne, tê wateya serhildanê.

Jîna ya ku hê neketibû 23 saliya xwe jî bi bîra me dixe ku ev serhildan, ne tercîhek e, nîşan dide ku jiyana bi rûmet şert e. Dibe ku dersa yekem a girîng; hevgirtina rastîn, hêrsa ku em ji trajediya li cihekî dûr çêbûye li malên xwe nîşan didin, li kolanên xwe, li saziyên xwe dema em hêza guherînê veguherînên cesarete dest pê dike.