Ji Suweydayê heta girtîgeha Harimê: Jin di dorpêça mezheb û çekan de ne

Jinên Suweydayê yên ku ji aliyê komên (HTŞ) ve hatine girtin, gotin ku bi hinceta Durzî ne û dixwazin biçin Reqayê hatine dîlgirtin û wan xistine girtîgeha Harima Idlibê.

LEMÎS NASÊR

Dîmeşq (Şam)- Di sibehek meha Nîsanê de, komek jin û mêrên çalakvanên karûbarên sivîl û femînîst ên ji bajarê Suweda yê Sûriyeyê, li otobusekê siwar dibûn ku ber bi Reqayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve diçûn. Ji bo ku beşdarî komxebateke rahênanê ya li ser bihêzkirina sivîlan bibin. Lê rêwîtiya wan kurt bû, li ser riya bajarê Humsê ji aliyê komek çekdar ve hatin desteserkirin, heqaret û gefan dest pê kir. Jinan di dawiyê de birin girtîgeha Harimê ya Idlibê û li wir çend rojan di bin şert û mercên giran û heqaretê de hatin girtin.

Ajansa me îfadeyên taybet ji hin jinên ku hatine desteserkirin bi dest xistine, ku detayên sosret ên lêdan, heqaret, gefên kuştin û destavêtinê û îşkenceya derûnî yên li ser esasê mezhebî û zayendî vegotin.

'Li me dan û gef li me xwarin'

Sefa Şûça wiha behsa dema ku ji aliyê komên çekdar ve hatin girtin kir: " Li ser bendeke kontrolê ya li Humsê em ji aliyê kesên çekdar ve hatin rawestandin. Mêr ji jinan cuda kirin, heqaret li me kirin, li me xistin. Nehiştin em biaxivin, sûcdariyên ne zelal kirin. Em diçûn perwerdeya sivîl lê me dît ku em bê sedem hatine binçavkirin. Bi zorê serê me bi hîzarên reş veşartin. Piştre destên me kelepçe kirin û em xistin otobusekê. Pênc saet bi tirsê re man, em difikirîn ku mirin ji saxbûnê nêziktir e. Yek ji rayedaran ji me re got: “Ferman hene em nikarin zêde zirarê bidin we lê em dixwazin bizanibin hûn çima diçin Reqayê û têkiliya we bi Kurdan re heye yan na."

Lêpirsînên ne fermî û destwerdanên nediyar

Girtiyan tevî serbestberdanê destnîşan kirin ku tiştên jiyane birînên kûr ên derûnî hiştine. Di şûna wê de, wan tiştên ku qewimîn wekî teşwîqek zêde ji bo domandina xebata xwe ya sivîl û femînîst hesibandin. Safa Şûca got: “Em ê bêdeng nemînin. Tiştên ku qewimîne divê bên belgekirin û divê cîhan jî bizanibe ku ji ber nasname û fikrên xwe em hê jî tên binçavkirin."

'Ji ber ku nasnameya xwe ya Durzî em hatin girtin'

Çalakvana civaka sivîl a navdar li Suweydayê Rîma Azam bûyer weke "kemîna mezhebî ya bi heybet" bi nav kir û got: "Dema ku hîn bûn em Durzî ne, heqaretên olî û nifirên mezhebî li me barandin. Yek ji wan got "Hûn beraz in, şêxên we xayîn in.” Nasnameya me ya olî bûye amûra tirsandin û heqaretê. Wan em neçar kirin ku di tevahiya rêwîtiyê de em serê xwe bitewînin. Min bihîst ku yek ji efseran digot ‘dê serê sibê saet di 04:30 de bên tasfiyekirin.’ Ez ji mirinê re amade bûm lê ez ji bo heqareta ku li me hat kirin ne amade bûm."

Gefên tecawiz û destavêtinê

Ranîm El-Radwan ku yek ji rizgarbûyiyan e wiha got: "Ez weke kesên din rastî êrîşa fîzîkî nehatim lê her dem rastî tacizên devkî hatim. Yekî ji wan got ‘em ê te bişînin cem Kurdan da ku rastî êrîşan werî, ji bo ku civaka we hîn bibe rûmeta we nîn e.’ Tiştê ku qewimî, bû sedem ez li derveyî sînorên bajarê xwe hesta xwe ya ewlehiyê winda bikim û nema biwêrim seferê bikim. Em ji rêwîtiyê, ji bendên kontrolê, ji her tiştê li derveyî sînorên bajarê xwe ditirsin. Tirsek ku nayê vegotin di dilê me de çêbûye."