Ji sedî 97 malbatên li Xartumê ne ewlebûna xwarinê dijîn

Di nirxandinek hevbeş ku 70 tesîsên tenduristiyê li ser 1250 malbatan xebat dane meşandin de, xirabûna xizmetên tenduristiyê raxist ber çavan. Vê rewşê bi pevçûnên li Xartumê re dest pê kiriye heta niha didome û krîza mirovî kûrtir kiriye.

Sûdan – Di pevçûnên ku sê sal in didomin de, bi taybetî naxweşxane rasterast dibin hedef. Ev yek bû sedema hilweşîna binesaziyê û bandorek neyênî li gel kir, pirsgirêkên wan zêdetir kir.

Nirxadinek hevbeş ku ji aliyê Rêxistina Alîkariya Dêrê ya Norveç û Rêxistina Tîma Tibê ya Navneteweyî ve hatiye kirin, nîşan da ku ji sedî 97 malbatên li Xartumê bêewlebûna xwarinê dijîn. Ji bo çareseriya vê rewşê malbat serî li rêbazên weke karkeriya zarokan, zewacandina zarokan didin.

Encama nirxandina hevbeş 3’yê Kanûnê hat weşandin. Hevdîtin bi 70 tesîsên tenduristiyê û 1250 malbatan re hatine kirin.

Di nirxandinê de derket holê ku malbat serî li çareseriyên weke kirîna xwarinê bi deyn, kêmkirina danen xwarinê, karkeriya zarokan û parsekiyê didin. Tenê ji sedî 16 malbat xwedî debarek bi rêkpêk in, ên mayî bi pereyê alîkariya ku ji derve tê û destekên civakê debara xwe dikin.

Rêjeya zewaca zarokan zêde bûye

Di nirxandinê de hat diyarkirin ku rêjeya zewacandina zarokan beriya pevçûnan ji sedî 9 bûye niha gihîştiye ji sedî 24’an. Malbat ji bo barê aborî kêm bikin zarokên keç dizewicînin. Ji sedî 17 jin ji ber ne ewlehiya xwarin û nebûna çavkaniyên debarê, li beramberî pere û xwarinê, neçarî têkiliya zayendî tên kirin.

Li gorî nirxandinê ji sedî 80 malbat, çavkaniyên ava ku paqij nîn e bi kar tînin lê belê ji van çavkaniyên ji sedî 48 qirêj in. Li herêma rojhilatê Nîlê rewş xirabtir e, li vê derî ji sedî 80 malbat avê ji bîrên avê yên ne ewle bi kar tînin. Li Xartumê ji sedî 18 malbatan xwe gihîştandine tuwaletan, ji sedan 31 jî ji derve diçin tuwaletan. 

Rêjeya komkirina bermahiyan beriya pevçûnan ji sedî 68 bû, niha daketiye ji sedî 9. Ev rewş rê li ber zêdebûna nexweşiyan û çêbûna mêşan vedike. Di heman demê de ji 3.7 milyona kesên ku di pevçûnên di Nîsana 2023’an de destpê kirin, zêdeyî milyonek vegeriyan Xartumê.

Di nirxandinê de hat destnîşankirin ku ji 70 tesîsên tenduristiyê tenê 43 dixebitin. Ji vana ji sedî 13 xizmeta tedawiya yên razayî dikin, ji sedî 14 jî xizmetên bi ewle yên zayînê pêk tînin.

Pirgirêka av û tenduristiyê

Di heman demê de hejmraa xebatkarên tenduristiyê ji sedî 11,2 an daket 7,8 û ji sedî 62’ê xebatkaran bê mûçe dixebitin. Fînansmana hikumetê tenê ji sedî 10  maliyetan dide, beşa mayî jî ji aliyê dilxwaz û civaka xwecihî ve tê pêkanîn.

Di tesîsên tenduristiyê de ji sedî 70 antîbiyotîk nayên dîtin, ji sedî 85 di dermanên tayê de kêmasî heye.

Di nirxandinê de hat îfadekirin ku ji sedî 45 tesîsan de çavkaniya avê heye lê belê tenê ji sedî 27 avê peyda dikin.