Ji sedî 50’î nexweşxaneyên li Îranê bi pirsgirêkên ewlehiyê re rûbirû ne

Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê ragihand ku nêzîkî nîvê nexweşxaneyên li welêt, ji ber xirabûn û kêmasiyên di avahîsaziyê de, xwedî standardên ewlehiyê yên têrker nînin.

Navenda Nûçeyan – Cîgirê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Sajjad Razavî, diyar kir ku nêzîkî nîvê nexweşxaneyên li Îranê ji ber kevnarbûna avahiyan û pirsgirêkên avahîsaziyê, bi rîskên ewlehiyê re rûbirû ne. Razavî da zanîn ku li hin tesîsan, ev rewş bûye sedem ku rîska şewatê, ji bo nexweş û karmendan veguherîne gefeke cidî.

‘Nexweşxane xwedî destûrên xebatê yên pêwîst nînin’

Cîgirê Wezîr Sajjad Razavî, di konferanseke ku di çarçoveya "Hefteya Hişyariya li ser Şewatê ya Navneteweyî" de hat lidarxistin de axivî. Sajjad Razavî, anî ziman ku du sal berê, budceya pêwîst ji bo nûjenkirin, modernîzekirin an jî guhertina nêzîkî 500 nexweşxaneyan, 500 hemmat (nêzîkî 1.84 milyar dolarên Emrîkî) bû. Cîgirê Wezîr destnîşan kir ku lê belê ji ber zêdebûna lêçûnan, ev hejmar niha gihîştiye 800 heta 900 hemmat (nêzîkî 3.3 milyar dolarên Emrîkî). Cîgir her wiha tekez kir ku hin nexweşxane xwedî destûrên xebatê yên pêwîst nînin û ji ber sînorkirina çavkaniyên darayî, ne mimkun e ku hemû ev tesîs bi hev re bên tamîrkirin an jî nûjenkirin.

‘Li hin bajaran hîn jî navendên pispor û hejmara têrker a nivînên lênêrîna giran tune ne’

Sajjad Razavî derbarê kêmasiya kapasîteya ji bo dermankirina nexweşên şewatê de got ku hejmara nivînên ji bo nexweşên şewatê li Îranê, tenê nîvê wê hejmarê ye ku standardên pêwîst destnîşan dikin. Li gorî agahiyên ku wî dane, niha li seranserê welêt 13 navendên şewatê yên asta sêyemîn û 23 navendên asta duyemîn çalak in. Lê belê, li hin bajaran hîn jî navendên pispor û hejmara têrker a nivînên lênêrîna giran tune ne.

Enfeksiyonên ku di nexweşxaneyê de tên girtin

Li gorî Sajjad Razavî, her sal li Îranê nêzîkî 300 hezar bûyerên şewatê tên tomarkirin. Nêzîkî 30 hezar ji vana, hewce dikin ku li nexweşxaneyê bên razandin û nêzîkî 3 hezar kes jî dimrin. Sajjad Razavî her wiha bal kişand ser wê yekê ku enfeksiyonên ku di nexweşxaneyê de tên girtin, li beşên şewatê hîn jî pirsgirêkeke berdewam in. Sajjad Razavî da zanîn ku her wiha piştgiriya tibî, derûnî û civakî ya ku piştî derketina ji nexweşxaneyê ji nexweşan re tê dayîn, têrker nîne.

Ev çavdêrî di demekê de tên kirin ku têkçûna binesaziya tenduristiyê, kêmbûna çavkaniyên pispor û kêmbûna şiyana pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî, nexweşan bi taybetî kesên ku tevgera wan sînorkirî ye an jî nikarin xwe bi xwe lênêrînê bikin, bi rîskên curbecur re rûbirû dihêle.