Ji şahiya 4'ê Nîsanê ya Kobanê: Serkeftin bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e

Jinên bajarê Kobanê ku beşdarî pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne dibêjin: "Serkeftin bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e. Ev sal dê bibe sala azadî û aştiyê."

SÎLVA EL-IBRAHÎM

Kobanê- 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 76'an bû. Ev roj ji bo jinan û gelê bindest roja vejînê ye. Bi taybetî ji bo jinên Kobanê ev roj xwedî wateyek cuda ye. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema derbasî Sûriyeyê bûye, yekem bajar lê dima Kobanê bû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4'ê Nîsana 1949'an de li gundê Amara ya bajarê Riha ya bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Her sal di vê rojê de Kurd û tevahî gelê ku baweriya xwe bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye, pîrozbahî û şahiyan li dar dixin. Ew vê rojê weke vejînek nû pênase dikin.

Îsal bi hezaran kesên ji kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi vê mebestê 4’ê Nîsanê pîroz kirin. Gel li qada Jina Azad a Kobanê kom bû û berê xwe da gundê El Belûr da ku 4'ê Nîsanê pîroz bike. Jinên ku beşdarî şahiya 4'ê Nîsanê bûn, ji ajansa me re axivîn û hestên xwe anîn ziman.

'Rojbûna Rêber Apo ji bo jinan û gelê bindest ronahî bû'

Leyla Ehmed hestên xwe di vê rojê de bi van gotinan anî ziman: "Em vê rojê wek vejîna jinan pênase dikin. Ji ber ku Rêber Apo zincîrên koletiyê yên jinan qetand. Rastî û cewhera jinê nîşan da. Jinan jî hebûna xwe di felsefeya azadiyê de dîtin. Hêzên xwe yên leşkerî, siyasî, diplomasî û civakî ava kirin, ew bûn xwedî biryar. Di heman demê de rojbûna Rêber Apo ji bo gelê bindest jî ronahiya azadiyê bû, bi taybetî ji bo gelê Kurd."

Felsefeya Rêber Apo di têkoşîna jina Kobanî de xwedî bandor bû

Endama Kongra Star a bajarê Qeneyê ya kantona Firatê Suad Şêx Dumir bal kişand ser bandora felsefeya azadiyê ya li ser jinên Kobanê û wiha axivî: "Bi hezaran salan e ku gelê Kurd di qirkirin û tunekirinê re derbas dibin. Azadiya wan jî bi rojbûna Rêber Apo re destpê kir. Bi derbasbûna Rêber Apo ya axa Sûriyeyê re, bi riya gundê El Belûr a Kobanê re felsefe û fikrê xwe li ser şênî û jinên Kobanê belav kir. Ji ber vê yekê çirûska şoreşa Rojava li Kobanê dest pê kir û ber bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve belav bû. Loma dagirkeriya dewleta Tirk destpêkê Kobanê dike hedefa xwe, bi armanca tunekirina felsefeya azadiyê ya li herêmê. Jinên Kobanê li hember van êrîşan li bendava Tişrînê bersiva berxwedanê nîşan dan."

'Serkeftin bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e'

Zehiya Elî da zanîn ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a îsal ji salên borî bi şandina peyama Aştî û civaka Demokratî re cudatir bû. Zehiya Elî got: "Serkeftin bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e. Îsal jî dê bibe sala aştî, azadî û pêkanîna civaka demokratîk."

Zehiya Elî jî di sala 1995'an de hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiriye û di civînên wî de amade bûye. Ji fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêz girtiye û heta niha têkoşîna xwe li ser vê bingehê didomîne.

'Rêber Apo jinê ji koletiyê rizgar kir'

Endama Kongra Star a bajarê Kobanê Bekîra Sincar kêfxweşiya xwe ji bo vê rojê jî anî ziman û wiha got: "Rêber Apo bi saya fikir û felsefeya xwe, azadî ji gelê bindest re pêşkêş kir. Ev felsefe ji bo me bûye çavdêriya azadî û têkoşîna li dijî bindestiyê. Rêber Apo jinê ji koletiyê rizgar kir. Rojbûna Rêber Apo ji bo me dîrokek watedar û girîng e. Têkoşîna me jî wê bidome heta ku em azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger dikin."

Her sal 4'ê Nîsanê li El Belûr tê pîrozkirin

Gundê El Belûr dikeve rojavayê bajarê Kobanê û 10 kîlometre ji bajêr dûr e. Ev gundê yekem e ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema ku derbasî Sûriyeyê bûye, lê dima. Ji ber vê yekê ev gund ji bo gelê Kobanê gelek girîng e. Her sal rojbûna wî li vî gundî bi çalakiyên hunerî û çandina daran pîroz dikin.