Ji raportora taybet a NY’yê rexneyên tund ji bo Îranê
Raportora Taybet a NY’yê ya li ser Îranê Maî Sato bal kişand ser rewşa rojnamevanên jin û diyar kir ku Îran ji bo tepeserkirina nerazîbûnê rêbazên wekî gefên kuştinê, êrîşên sîber û hedefgirtina malbatan bikar tîne.

Navenda Nûçeyan – Di raporeke ku ji hêla Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye weşandin de, Raportora Taybet a NY’yê ya li ser Îranê Maî Sato bal kişand ser zextên Komara Îslamî ya Îranê. Maî Sato ya diyar kir ku li ser muxalif û rojnamevanan zext hene, got ku rojnamevanên jin ên Îranî rastî destdirêjiyê û tundûtûjiyê tên.
Maî Sato ragihand ku endamên malbatên wan ên li Îranê jî bi lêpirsîn, desteserkirina mal û milkên wan, ji kar derxistin û binçavkirinê re rû bi rû ne. Li gorî raportora NY’yê, dewleta Îranê ji bo tepeserkirina muxalif û rexnegirên li derveyî welêt gelek taktîkan bikar tîne. Raportorê da zanîn ku di nav van taktîkan de "gefên kuştinê, hewldana dizîna agahiyan, kampanyayên bêrûmetkirinê û êrîşên sîber" hene. Maî Sato anî ziman ku zextên bi vî rengî yên li ser sînor azadiyên bingehîn binpê dikin û mafên wekî azadiya derbirînê, azadiya çapemeniyê, azadiya tevgerê û nepenîtiyê tehdît dikin.
'Zextkirin dibe tiştekî asayî'
Maî Sato her wiha rave kir ku wê, ligel komek pisporên Neteweyên Yekbûyî, di Tîrmeh û Tebaxa îsal de du nameyên fermî ji rayedarên Îranê re şandine. Hikûmeta Tehranê di 21’ê Cotmehê de bi fermî bersiva van nameyan da, ku li ser malpera Neteweyên Yekbûyî hatin weşandin. Maî Sato behsa hevpeyvînên xwe yên bi rojnamevan û çalakvanan re kir û wiha got:
"Min dît ku gelek ji wan zexta li ser sînoran normalîze dikirin. Dema ku min pirsî gelo ew rastî zexteke wisa hatine, hin ji wan gotin 'na'. Lê dema ku min ji bo bêtir hûrguliyan pirsî, eşkere bû ku ew bi rêkûpêk rastî gefên serhêl û êrîşên sîber tên. Tiştê ku ji bo wan 'ewle' ye ji ber pêwîstiyê ji nû ve hatiye pênasekirin. Wisa xuya dike ku normalîzekirina van gefan bûye stratejiyeke jiyanê ji bo berdewamkirina çalakiyên wan ên bingehîn."
Di di azadiya çapemeniyê de 176’emîn e
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) jî raporek li ser azadiya medyayê li Îranê weşand. RSF’ê diyar kir ku li welêt "rejîmeke tirsê" serdest e û raya rexnegir bi berfirehî tê tepeserkirin. Li gorî rapora RSF'ê, Îran di warê azadiya çapemeniyê de di nav 180 welatan de di rêza 176'an de ye.