‘Ji qetilkirina jinan dadgeh jî berpirsyar in’

Çalakvana mafê jinan Niştîman Îzet derbarê tundî û qetilkirina jinan a li Başûrê Kurdistanê her ku diçe zêde dibe axivî û diyar kir ku ji qetilkirina jinan dadgeh jî berpirsiyar in.

BANE ROZ

Silêmanî – Li Başûrê Kurdistanê di van demên dawî de bûyerên qetilkirina jinan zêde bûne. Her çendî zagonên parastina jinan heya astekî hebin jî nayên bicihanîn û bersûc bê ceza dimînin. Çalakvana mafê jinan Niştîman Îzet bal kişand qetilkirina jinan û tundiya li ser jinan a li Başûrê Kurdistanê zêde dibe û anî ziman ku dadgehên bersûcan ceza nakin û parastina wan dikin ji qetilkirina jinan berpirsiyar in.  

‘Li welatên hejar ên ku bêkarî lê heye rêjeya qetilkirina jinan zêde ye’

Nîştîman Îzet da zanîn ku li welatên rêjeya hejarî û bêkariyê zêde ye pirsgirêkên civakî jî zêde ne û qetilkirina jinan jî zêde dibe û wiha got: “Dadgeh û saziyên zagonî li gorî wê civakê hereket dikin. Azadkirina bersûc ger bi sulhê be wê demê dadgeh jî di mijara qetilkirina jinan de beşdarî heman biryarê dibe. Ji ber wê erka dadgehan ew e ku di dozên qetilkirina jinan de baldar bin û tewanbaran ceza bikin.”

‘Qetilkirina jinan binpêkirina nirxên exlaqî ye’

Nîştiman Ezîz li êrişên ku qesda mirovan  dike de wiha got: “Dema ku jinek tê qetilkirin, mafê wê tê tunekirin. Tu tişt nabe sedem ku mirov qesda jiyana hev bikin. Dema ku jinek ciwan şaşiyek bike divê zext lê neyê kirin, ji ber ku her mirov şaşiyan dike, ev yek bi axaftina bi hev re û empatî mirov dikare çareser bike. Qetilkirina jinan binpêkirina hemû nirxên exlaqî ye divê mafê jiyanê yê jinan were parastin.”