Ji Qamişlo bang kirin: Li dijî dagirkeriyê zêdetir rêxistinbûn

Şêniyên bajarê Qamişlo yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb meşiyan. Meşvanan anîn ziman ku ew ê li dijî her cûre dagirkeriyê rêxistinbûna xwe xûrtir bikin.

Qamişlo – Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyên yên Helebê ku ji 6’ê Çileyê ve çeteyên HTŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker bi 42 hezar çeteyan êriş bir ser, şahidî ji qehremaniyên dîrokî ya Hêzên Ewlekariya Hindirîn re kir. Her du taxên ku şev û roj bi çekên giran û SÎHA’yên dewleta tirk hatin bombebarankirin di 10ê mehê de hatin dagirkirin û komkujiyên mezin lê hatin jiyankirin.

Îro rê û kolanên Qamişlo ne tenê rê bûn lê bûn yek dengê ku li dijî bêdengiyê rabû. Gel bi hezaran derket qada bajarê Qamişlo û nerazîbûna xwe li dijî êrîş, binpêkirin û dorpêçkirina ku li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hate kirin anî ziman.

Di heman demê de, beşdarên meşê di merasîma şehîd Ziyad Heleb de jî beşdar bûn û bi awayekî bi hêz piştgiriya xwe ji malbata wî û gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re nîşan dan. Di meşê de hate diyarkirin ku xwîna şehîdan qet nayê jibîrkirin û êriş û zordariyên li dijî gelê me bê bersiv namînin.

Gelê Qamişlo ji Çerxereya Osman Sebrî dest bi meşê kir û heta Navenda Çand û Huner a Mihemed Şêxo rawestiyan.

Piştî rêzgirtina deqeyekê, li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Mehsûm Ibrahîm axaft û got:
“Gelê me li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berxwedaniyekî pir mezin nîşan da. Dîrokê tu carî berxwedaniyek bi vî awayî nedîtiye. Şehîd Ziyad û hevalên wî ne tenê ji bo netewa Kurd berxwedan kirin lê ji bo hemû netewan û pêşeroja gelê Sûriyeyê jî. Gelê Kurd bi felsefe çand û berxwedana xwe pêşengiya hemû gelên Sûriyeyê dike.”

Ibrahîm di dawiyê de bang li hemû gelê Sûriyeyê kir ku li derdora projeya Netewa Demokratîk bibin yekdest û bi hev re rabin da ku bikarin çeteyan ji welatê xwe derxînin. Wî her wiha diyar kir ku gelê Sûriyeyê bi tevahî Sûriyeyeke demokratîk û ne-navendî dixwazin.