Ji Partiyên Çep ên Elmanya û Yewnanistanê banga mudaxeleya lezgîn
Partiyên Çep ên Elmanya û Yewnanistanê, li dijî êrîşên çeteyên HTŞ’ê û DAIŞ’ê yên li ser Bakur û Rohilatê Sûriyeyê ku desteka xwe ji Tirkiyeyê digrin bang kirin û xwestin civaka navneteweyî û hikumet bi lezgînî bikevin tevgerê.
Navenda Nûçeyan- Êrîşên çeteyên HTŞ’ê ûDAIŞ’ê ku desteka xwe ji dewleta Tirk digrin li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga seferberiya giştî kiribû. Banga Rêveberiya Xweser, ji Herêma Federal a Kurdistanê bigre, heta Tirkiye û bajarên cuda yên Kurdistanê û gelek bajarên Ewropayê bi daxuyanî û çalakiyan hat bersivandin.
Li dijî êrîşan bertekên navneteweyî her diçe mezin dibin. Partiyên çep ên Yewnanistan û Elmanyayê bi daxuyaniyên nivîskî bal kişandin ser rewşê.
Partiya Koalîsyona Çepgir a Radîkal (SYRIZA) û Partiya Çepgir a Nû (Nea Aristera) ên li Parlamentoya Yewnanistanê, diyar kirin ku tevî îlana agirbestê, êrîşên li dijî herêmên Kurdan didomin. Di daxuyaniya SYRIZA de, hat diyarkirin ku bi taybetî li deverên derdora Kobanê êrîş berdewam dikin û ev yek xetera qirkirina etnîkî çêdike. Partiya SYRIZA’yê, diyar kir ku Kurdên Sûriyeyê ji ber polîtîkayên DYE û Tirkiyeyê bi tenê hatine hiştin û daxwaza tedbîrên navneteweyî yên bilez hat kirin. Her wiha hat diyarkirin ew dixwazin vîzyonek demokratîk, pirçandî û federal li Sûriyeyê bê avakirin û hat gotin ku divê pêşî li karesateke mirovî ya nû were girtin.
‘Bêdengî hevkariya sûc e’
Serokê Partiya Çepgir a Nû Alexis Charîtsîs, got ku Rojava bi gefa tunekirinê re rûbirû ye û xetera komkujiyên mezin û sûcên şer zêde dibe. Alexis Charitsîs, diyar kir ku Yewnanistan û welatên Ewropî, bi taybetî wekî endamek demkî yê Konseya Ewlekariyê ya NY divê berpirsiyariya çalak bigrin ser milên xwe. Alexis Charitsis, banga seferberiya navneteweyî kir û got: “Di demeke ku neteweyek bi êrîşên tunebûnê re rû bi rû bimîne de, bêdengî hevkariya sûc e.”
‘Rêzdariya li hemberî mafên jinan li vê herêmê ket meriyetê’
Bertekek li dijî êrîşan jî ji Elmanyayê hat. Di daxuyaniya hevpar ji aliyê parlamenterên partiya Die Linke ya Elmanyayê, Ozlem Demîrel, Jan van Aken û Ines Schwedtner hat dayîn de, hat diyarkirin ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûryeyê rûbirûyî gefa herî mezin a dîrokê ye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Rojava ji bo gelan bûye ronahî, rêzdariya li hemberî mafên jinan li vê herêmê ketiye meriyetê.
Parlamenterên Die Linke, îfade kirin ku ev rewş bi desteka Enqere û Riyadê û di hedefa komên Îslamî de ye, diyar kir ku milîsên HTŞ’ê şevanên jin ên Kurd înfaz kirine û berê jî li girtîgehên ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve dihatin parastin hejmarek zêde ya endamên DAIŞ’ê reviyane. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku vê geşedanê metirsiya ku li Sûriyeyê DAIŞ ji nû ve bi hêz bibe zêde kiriye.
Parlamenteran, bang li Hikûmeta Federal a Elmanyayê kirin ku ji bo sekinandina êrîşên milîs û artêşa girêdayî rêveberiya Şamê seknek zelal û vekirî raber bikin. Di daxuyaniyê de, hat îfadekirin ku polîtîkayên Elmanyayê yên heyî tên wateya çavgirtina komkujiyan û bal kişand ser êrîşên li dijî Elewî, Durzî û Kurdan.
‘Bila serdana fermî ya ji bo Elmanyayê were betalkirin’
Die Linke, ji Hikûmeta Fedaral a Elmayayê xwest êrîşên Tirkiye û Sûriyeyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tundî şermezar bike, serdana fermî ya Şara ya ji bo Elmanyayê tê plankirin betal bike û Neteweyên Yekbûyî bi rojeva Sûriyeyê bi lezgînî rûniştinek taybet li dar bixe. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di nava van şertan de normaliya têkiliyên di navbera Elmanya û Sûriyeyê de ne pêkan e.