Ji NY hişyariya Xeza: Plana Îsraîl a berfirehkirinê dê rewşa zarokan xirabtir bike

Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku plana Îsraîlê ya berfirehkirina kontrola Zîvala Xeza ji sedî 70’an dê tenduristî, şert û mercên jiyanê yên zarokên ku jixwe di bin şert û mercên mirovî yên giran de têkoşînê dikin, hîn xirabtir bike.

Navenda Nûçeyan – Kesên li Xeza dijîn ji ber berfirehbûna leşkerî ku zexta li ser sivîlan zêde dike û jiyana rojane hîn lawaztir dike, bi şert û mercên guherbar re rû bi rû ne, fikarên derbarê gelê dibin dorpêçê de barê wan hin girantir dibe zêde dibin.

Neteweyên Yekbûyî di 30’ê Gulanê de, hişyarî da ku plana Îsraîlê ya berfirehkirina kontrola Zîvala Xeza ji sedî 70’an dê êşa zarokên ku li dijî qerebalixiya zêde ya herêmê mayî têdikoşin dê zêdetir bike.

Ev hişyariya NY’ê piştî ku Serokwezîrê Îsraîlê ferman da artêşa xwe ku kontrola xwe li herêmê berfireh bike, tevî agirbesta şikestî ya ji  Cotmeha 2025’an vir ve di meriyetê de ye hat.

Serokwezîrê Îsraîlê diyar kir ku di çarçoveya peymana agirbestê de, artêşa wî ji sedî 50’ê Xezayê kontrol dike, paşê ev rêje gihaye ji sedî 60’an, da zanîn ku bi fermana nû hedef dikin ku qada kontrolê bigihînin ji sedî 70’an. Li ser vê yekê UNICEF’ê hişyarî da ku ev gav dê krîza tenduristiyê ya zarokên li Xezayê ku ji xwe wêran bûye û bi kêmbûna xwarin, av û pêdiviyên paqijiyê re rû bi rû ye, kûrtir bike.

Rewşa mirovî li Xezayê her ku diçe xirabtir dibe

Berdevkê UNICEFê destnîşan kir ku heta berî destpêkirina şer jî, Xeza yek ji deverên herî qelebalix ên cîhanê bû û niha nifûsa wê bi qasî ji sedî 40’ê herêma mayî kom bûye û di nav avahiyên wêranbûyî, kavil û bermayiyên hişk ên kombûyî de ji bo jiyanê têdikoşin.

Berdevk diyar kir ku êdî tu deverên ku bermahî lê were avêtin tune ne û encamên wê bi zelalî xuya dibin. Ragihand ku zarok enfeksiyonên bi rêya nefesê, îshala giran û nexweşiyên çerm ên cûrbecûr dijîn û bûyerên rişk, xwerê belav bûne. Da zanîn ku bi sedan kesên koçber bûne, ji ber lawirên didan tûj ku dikevin kon û stargehên wan gelek bûyerên ku zarok û heta pitik gez kirine hatine qeydkirin.

Rayedarek NY diyar kir ku hejmara zarokên ku divê li nexweşxaneyê werin razandin zêde dibin, lê belê li Zîvala Xeza nexweşxaneyak ku bi kapasîteya tam bi xebite nîne û rewş wek ‘felaket’ bi nav kir.

Rayedar destnîşan kir ku qerebalixî belavbûna nexweşiyan leztir dike, zextê li ser pergalan zêde dike û bi xwezayî dibe sedema kêmbûna xizmetê û got ku ger Îsraîl hê zêdetir deveran kontrol bike, gihîştina hin xalên xizmetê, malbat û zarokên ku li deverên gihiştina wê zor dijîn dibe ku werin asteng kirin.

Tevî peymana agirbestê di meriyetê de ye, bûyerên tundiya rojane li Zîvala Xezayê didome. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, ji dema ragihandina agirbestê ve li herêmê zêdetirî 900 kes mirine. Ev hejmar nîşan didin ku rewşa mirovî tevî agirbesta şikestî jî xirabtir dibe, ji ber vê yekê rêxistinên navneteweyî neçar in ku pêşketinan ji nêz ve bişopînin.