Ji nû ve ‘Jin, Jiyan, Azadî’

Ji ber ku rejîma Îranê bi gelek qeyranan re rû bi rû ye, mercên şoreşeke demokratîk çêbûn. Di bin van mercan de tevger û rêxistinên demokratîk ên li Rojhilatê Kurdistanê, dikarin bi koordînasyon, hevkarî û bernameyên şênber pêvajoyê şêwe bikin.

BAHAR AWRÎN

Em dibînin ku zêdetirî salek e Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Kurdistan, şahidî ji guhertinên girîng û çarenûsî re dike. Bi pêvajoya aştî û civaka demokratîk a Abdullah Ocalan da destpêkirin re, li aliyekî gele Kurd hewl dide bingehek ji bo entegrasyona demokratîk û diyaloga bi dewletan re biafirînin, li aliyê din rola Îsraîlê û hêzên hegemonîk a li herêmê xurt dibe û destpêka sazûmanek nû nîşan dide.

Daneyên dîrokî jî nîşan didin ku di demên kaos û qeyranê de her dem derfetên şoreşgerî veşartî ne. Mîna Şoreşa Rojava ku di sala 2024’an de ji pêşketinên herêmî derket holê, şoreşa li Rojhilatê Kurdistanê jî xwedî potansiyeleke wisa ye û dikare bibe navenda guhertinên pêşerojê. Lewma, geşedanên erênî yên li her beşa Kurdistanê bê jiyîn dê bandorê li herêmên din jî bike.

Gelê ku êdî nikare tehemulê xizanî neheqî zordarî û cudakariyê bike bedelên giran daye ber çav

Di rojên dawî yên sala 2025’an de, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêleke nû ya serhildanên gel dest pê kir. Ev pêl mîna berdewamiya serhildanên şoreşgerî yên "Jin, Jiyan, Azadî" derket holê û guhertinên kûr nîşan dide. Rejîma otorîter a li Îranê, her ku bi polîtîkayên xwe yên înkar û zordariyê qadên jiyanê teng dike, hêrsa gel zêdetir dibe. Gelê ku êdî nikare tehemulê xizanî, neheqî, zordarî û cudakariyê bike, bi berçavgirtina hemû bedelan, bi biryar e ku guhertinên civakî çêbike. Helwesta şoreşgerî û biryardariya gel a ji bo pêkanîna guhertinan, hêzeke diyarker e û ya ku wê pêşerojê diyar bike gel bi xwe ye. Ji ber ku rejîma Îranê bi hilweşîna siyasî û qeyranên rewakirinê re rû bi rû ye, ji bo şoreşeke demokratîk mercên guncaw hat afirandin. Di bin van şert û mercan de tevger û rêxistinên demokratîk ên li Rojhilatê Kurdistanê, dikarin bi koordînasyon, hevkarî û bernameyên şênber pêvajoyê şêwe bikin.

Jin di tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" de roleke pêşeng û bi bandor lîstin

Bêguman, yek ji hêmanên bingehîn ên şoreşê jin e. Ji ber ku "pirsgirêka jinan" hê yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên serdema me ye. Abdullah ocalan, di manîfestoya xwe ya ji bo aştî û civakek demokratîk de, rêxistinkirin û xurtkirina têkoşîna jinan tekez kir û bal kişand ser “çanda tecawizê." Li gorî Abdullah Ocalan, jin heta ku jiyana civakî ji çanda tecawizê paqij nekin, nikarin azadiyê bi dest bixin. Tecawiz ne tenê cureyek êrîşa zayendî ye, çandeke berhema têkiliyên desthilatdariyê yên baviksalar û dîrokî ye. Lewma, divê pirsgirêka jinan bibe yek ji pêşîniyên bingehîn ên şoreşê.

Jinan di tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" de roleke pêşeng û bi bandor lîstin. Di vê qonaxê de, dikarin pêşengiya serhildanên demokratîk ên gel jî bikin. Li dijî polîtîkayên dûrxistina jinan ji civakê û bêdengkirina wan bi tundiya li ser bingeha zayendî divê rola jinan û beşdariya wan di pêvajoya şoreşê de bê ronîkirin. Li Îranê, jin bi zilm û zordariya piralî re rû bi rû dimînin. Piştî serhildana "Jin, Jiyan, Azadî", tundî zêde bûye û zilm û zordariya pergalî li ser jinan hat sepandin. Li hemberî vê yekê, jinan bi wêrekî astengiyan veguherandin qadeke têkoşîna civakî û siyasî. Helwesta radîkal û çalakiyên jinan, derbeyek giran li bîrdoziya rejîmê da û rejîm hê jî nikare berxwedana jinan kontrol bike.

Parastina naveroka siyasî û civakî ya şoreşê pir girîng e

Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên şoreşên demokratîk xwedîderketina gel e. Lewma divê li hemberî hewldanên kontrolkirin an jî xirabkirina serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hişyarî bê dayîn. Di dîrokê de pergala îstîsmarê ya cîhanî gelek caran hewl daye şoreş û tevgerên li dijî pergalê, bi piranî bi awayekî nerasterast xirab bike. Lewma, parastina naveroka siyasî û civakî ya şoreşê pir girîng e. Serhildanên "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, çandek hevgirtinê û nirxên berxwedanê afirandiye. Bi beşdarkirina jinan ya ji bo civak û jiyanê re, têgihîştina "Jin û Jiyanê" xurt bûye. Abdullah Ocalan, di nirxandinên xwe yên herî dawî de, helwesta sosyalîst bi mêrbûna ku bi nêzîkatiya li hemberê jinê xwedî pîvan e dibîne û bingeha sosyalîzmê mîna rizgariya jinan pênase kir.

Lê belê rastiyên roja me nîşan didin ku bêyî destgirtina berfireh a pirsgirêka jinan, ne şoreşeke sosyalîst dikare bê bidestxistin, ne jî pirsgirêkên din dikarin bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de, jinên Kurd bi ezmûnên xwe yên di qadên siyasî, rêxistinî, teorîk û parêzvaniyê de, ji bo hemû jinan çavkaniya îlhamê ne. Tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" jinan li dora daxwazên hevpar anî li gel hev û rê li ber şoreşa jinan vekir. Lewma, bidestxistina şoreşa jinan a li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, ji her demê zêdetir yekîtî û bernameyeke guhertina şoreşgerî hewce dike.