'Ji nû ve avakirin dikare derûniya jina Filistînî baştir bike'

Çalakvana civakî ya Filistînî Henan Siyam destnîşan kir ku şerê li Zîvala Xezayê derûniya jina Filistînî têk biriye û got ku derûniya jinan dê bi ji nû ve avakirinê baştir bibe.

REFÎF ISLÎM

Xeza – Şerê ku di navbera hêzên Îsraîlê û tevgera Hamasê de di 7'ê Cotmeha 2023'an de destpê kir, bandorên mezin li ser jinên Zîvala Xezayê kir. Ev şer bû sedem ku jin bi kêşe û zehmetiyan re rûbirû bimîne. Jin niha jî hêvî dikin ku jiyana wan a berê vegere.

Çalakvana civakî Henan Siyam qala rewşa jinan a beriya şer kir û got: “Jiyana jinan beriya şer xweştir bû. Jinan gavên mezin avêtibûn û di warên jiyanî û saziyên civaka sivîl de xwe dabûn îsbatkirin. Her wiha serkeftinên xwe di warê qanûnî, mirovî û civakî de jî bidest xistibûn. Mezintirîn projeyên Xezayê bi pêşengiya jina Filistînî dihatin vekirin. Ev yek jî bi piştevaniya saziyên civaka sivîl û saziyên femînîst pêk hatin.”

'Şer derûniya jinan têk bir'

Henan Siyam bal kişand ser tengasiyên ku jinan di nava şer de dîtine û wiha axivî: “Piştî 7'ê Cotmehê rewşa miletê bi taybetî jî jin û zarokan xirabtir bû. Ya ku ji vî şerî herî zêde zirar dît jin bû. Jinan di malbatê de berpirsyartî girtin ser milê xwe, her wiha ji bo parastina zarokên xwe ya ji êrîşan jî, gelek hewl dan. Bi hezaran sivîl ji ber ku li cîhek bi ewle digeriyan, bûn qurbaniyên şer. Heya vê kêliyê jî jin bi tirs û bi xeterên jiyanê re dijîn. Jin bi windabûna hezkiriyên xwe re rûbirû diman. Ev jî weke tirsekê ligel jinan ava kir û heya vê kêliyê xwe didomîne. Şer derûniyên jinan têk bir.”

'Jinan hebûna xwe di warê siyasî de xurt kiribûn'

Derbarê rola jinan a siyasî de jî Henan Siyam ev tişt gotin: "Jina Filistînî beriya ku şer biqewime di warê siyasî de xwedî rol û misyon bû. Bandora wê ya siyasî jî li ser civakê hebû. Di nava hemû saziyan de cîh digirt. Di avakirina komele û navendên piştevaniya jinan dikin de jî xwedî rol bû. Jin ji bo pêşxistina jêhatîbûna xwe ya çandî û hunerî jî tevdigeriyan. Lê mixabin bi destpêkirina şer re jin ji mafên xwe yên jiyanî bê par man. Her wiha di encama şer de ji qadên siyasî û civakî, dûr ketin. Lê jinan li dijî êrîş û komkujiyan li kolanan dengê azadiyê bilind dikirin."

'Jina Filistînî bi nû ve avakirinê re wê astengiyan têk bibe'

Henan Siyam destnîşan kir ku ger herêm ji nû ve bê avakirin, rewşa jina Filistînî wê baştir bibe û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: "Jinên Filistînî hewl didin hemû zor, zehmetî û astengiyên ku îro li Zîvala Xezayê pê re rû bi rû dimînin, bi rêya jinûve avakirinê derbas bikin. Eger jin zanibe li ku derê dê aram bibe, wê demê rewşa wê ya derûnî jî baştir dibe. Her wiha ew dikare carek din rola xwe ya siyasî bi dest bixe. Hevgirtina jinan a bi saziyên civaka sivîl re, wê bi hebûna plan û lêkolînên stratejîk re bibe alîkar ku vejîna civakî carek din pêk were."