Ji Meclîsa şaredariyê Du biryarên girîng

Di civîna meclîsa meha Avrêlê ya Şaredariya Peyasê de biryar hat dayîn ku ji bo pirsgirêkên welatiyên berastengdar bên çareserkirin li gelek noqteyên bajêr îstasyonên şarjê yên wesayîtên bi pîlan tên dagirtin bên avakirin.

Navenda Nûçeyan – Di civîna meclîsa meha Avrêlê ya bi rêvebirina Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dûndar de hat meşandin, ji bo hemwelatiyên berastengdar biryarek e jiyanî hate girtin. Pêşnûmeya ku ji aliyê Gerînendetiya Xizmetên Berastengdar û Kal û Pîran ve pêşkêşî meclîsê hate kirin, ji bo xizmeteke baştir ji hemwelatiyan re bê dayîn û ji bo çareserkirina pirsgirêkên hemwelatiyên berastengdar, îstasyonên şarjê yên wesayîtên bi pîlan tên dagirtin bên avakirin. Biryar bi yek dengî hat qebûlkirin. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dûndar diyar kirin ku weke şaredarî dê ji bo komên dezavantaj xizmetên xwe bidomînin. Piştî biryara ku hat girtin, nêrîn û pêşniyarên cihê cihê hat wergirtin û dê di rojên pêş de li hin deverên bajêr îstasyonên şarjê yên wesayîtên bi pîlan tên dagirtin bên danîn.

Biratiya Şaredariyan

Di civîna meclîsê ya meha Avrêlê de, pêşnûmaya ku bi Şaredariya Hênê ya Amedê û Şaredariya Sirtkoy a Îdirê û ya  Şirnexê bibe bira, bi yekdengî hate qebûl kirin.