Ji mamosteyên Îranê bang: Li kolanan li kêleka gel bin
Li Îranê 555 mamosteyan, ji bo desteka bi xwepêşandanên gel re daxuyaniyek hevpar weşandin. Mamosteyan, bang li hemû hevpîşeyên xwe kirin ku li kêleka daxwazên gel ên azadî, edalet û jiyanek bi rûmete bisekinin.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê 555 mamoste, ji bo desteka bi xwepêşandanên gel re daxuyaniyek hevpar weşandin, bang li hemû mamosteyên Îranê kir ku li kêleka daxwazên gel ji bo azadî, edalet û jiyanek bi rûmete daketin qadan bisekinin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çavkaniya hemû pirsgirêkan, rêgezên bingehîn û pergala siyasî ya Komara Îslama Îranê ye û îfade kir ku heta divê pergalê de guherînek bi kok neyê kirin, dê pirsgirêk neyên çareserkirin, her roj wê pirsgirêk kûr bibin û belav bibin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Em mamosteyên Îranê, em di demek ku welatên me rû birûyî krîzek kronîk û berfireh deye vê daxuyaniyê di weşînin. Ev krîz tenê bi jiyana aborî re ne sînordare, hemû qadên jiyanê, rûmeta mirovahiyê, nifşên pêşerojê û mafê meyê jiyana bi rûmet dike hedef.
Di 47 salên darbes bûyî de, tevî 14 hikûmet û 12 parlemento hatin guhertin, pirsgirêkên aborî û civakî nehatin çareserkirin, berûvajî herku çû kûr bû û belav bû. Ev rewş nîşan dide ku di koka hemû pirsgirêkan de rêgez û pergala siyasî ya Komara Îslama Îranê heye. Guherîna bi kok û demokratîk, bêyî pergalek a sekûler ev pirsgirêk çareser nabin.”
‘Em ne dijminê gelin’
Mamosteyan destnîşan kir ku, tevî di civakê de nêrînên cûda yên siyasî hene, yekbûna gel û piştevanî bûye şert. Di daxuyaniyê de ev bang li hêzên ewlehiyê hate kirin: “Dev ji tepesandina xwepêşandanên gel, pêkanîna tundiyê û bi taybet kuştina sivîlên bê parastin berdin. Em ne dijminê gelin. Berpirsyartiya her kesê ya dîrokî, mirovî û etîkî, ewe ku li dijî fermanên derqanûnî û dermirovî li kêleka ya rast sekinîn û nebûna parçeyek a sûc e. Erkê we, parastina ewlehiya canî ya gel û sazûmaniyê ye, ne rejîm; ev rejîm çavkaniya hemû pirsgirêkan e.”
Herî dawî mamosteyan, bang li hemû hevpîşeyên xwe kir ku li kêleka gel bisekinin û bi rêbazên demokratîk û berpirs destek bidin. Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku berpirsyartiya taybet a mamostayan li beramberî civak û nifşên pêşerojê heye, di halê bêdengiyê de, li beramberî dîrok û civakî wê neçarî hesabdayînê bibin.