Ji Makedonyayê piştgirî: Em ê têkoşînê mezin bikin
Salty û Ana Minova ku ji Makedonyayê ne, berxwedana jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê silav kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Makime û Makedonka jî bi slogana ‘Jin Jiyan Azadî’ piştgirî dan jinên berxwedêr.
Makedonya – Dengê dilê jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî çeteyên girêdayî dewleta Tirk axa xwe diparêzin, ji çar aliyên cîhanê tê bihîstin. Piştî peyamên piştgiriyê yên jinên Îtalî, niha jî Salty û Ana Minova ku ji Makedonyayê ne, berxwedana jinan silav kirin û piştgiriya xwe anîn ziman. Makime û Makedonka jî bi slogana ‘Jin Jiyan Azadî’ piştgirî dan jinên berxwedêr.
Êrişên ku di 26’ê Mijdarê de ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirk ve li hemberî herêmên Şehba û Til Rifet ên Sûriyeyê dest pê kirin, bi dagirkirina Şamê bi dawî bûn. Di dema êrişan de gelek jin û zarok di riyên koçberiyê de perîşan bûn. Li aliyê din, piştgirî û piştevaniya ji bo jinên mexdûr û jinên berxwedêr ên Sûriyeyê jî berdewam dike. Piştî peyama piştgiriyê ya jinên Îtalî, niha jî jinên Makedon peyamên piştgiriyê weşandin.
‘Berxwedana we îlhama têkoşînê dide me’
Jinên bi navê Salty û Ana Minova, destnîşan kirin ku haya wan ji berxwedana li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê heye û wiha gotin: “Em piştgiriya jinên şoreşger ên Rojava dikin. Berxwedana we îlhama têkoşînê dide me û hêzê da me ku em her roj ji bo cîhaneke adiltir û wekhevtir têbikoşin. Kobanê, eniya herî pêş a berxwedanê, sembola têkoşîna azadiyê ye. Bi vî rengî divê em hemû dengê xwe bilind bikin û li dijî êrişên mêtinger ên pergalê têkoşînê mezin bikin. Niha êrişî Rojava û Kobanê dikin. Ev jî êrişa li ser hêviyên me yên şoreş, demokrasî, azadiya jinan û jiyana ekolojîk a hemû gelên azadîxwaz e. Em ê bi ser bikevin. An serkeftin an serkeftin.”
Her wiha ji Makedonyayê jinên bi navê Makime Lopez û Makedonka Nemakedonkovska jî peyamek kurt ji bo jinên berxwedêr weşandin. Makime û Makedonka bi hev re dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin.