Ji Leyla Guven ji Nêrgis Muhammedî re nameya piştevaniyê

Siyasetmedara girtî Leyla Guven, di nameya xwe ya ji bo Nêrgis Muhammedî ya dest bi greva birçîbûnê kir şand de, ji jinên Îranî re peyama hevgirtinê şand. Girtiyên jin ên siyasî yên Kurd, bi dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî", banga têkoşîna hevpar kirin.

Navenda Nûçeyan- Siyasetmedara Kurd Leyla Guven, ji Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgis Mihemedî re nameyek şand û ji ber çalakiya greva birçîbûnê ya ku da destpêkirin, peyama hevgirtinê şand. Di nameya ku li ser navê navê girtiyên jin ên siyasî yên Kurd hat nivîsandin de, têkoşîna jinên Îranî hate silavkirin û li dora dirûşmeya "Jin jiyan azadî" banga berxwedana hevpar hate kirin.

‘Em jinên Rojhilata Navîn, sedemên êşên ku em dijîn lêpirsîn dikin’

Peyama Leyla Guven a ji bo Nergîs Muhammedî wiha destpê kir: “Xwişka me ya delal Nêrgis Muhammedî, bi qasî ku em ji çapemeniyê hîn bûn te li dijî bêhiqûqiyên ku pê re rû bi rû dimînî, dest bi greva birçîbûnê kiriye. Mîna jinên ku baweriya xwe bi hêza peyvên Jin, jiyan, azadî tînin, me berî her kesî dengê te bihîst. Em wek jinên girtî yên siyasî yên Kurd, silav, evîn û hevgirtina xwe ji we û jinên berxwedêr ên Îranî re dişînin. Em jinên Rojhilata Navîn, sedemên êşên ku em dijîn lêpirsîn dikin. Çawa dibe ku welatên me yên kevnar ên jidayîkbûn û civakîbûna mirovahiyê re dergûştî kirine, ewqas veguherîn qaraktera kujerê jinan? Gelê Îranê jî xwedî tevnek çandî ya pir kûr e: Belûc, Ezerî, Kurd, Faris û gelek gelên din hene. Bawerî, ziman, çand û nasnameyên wan bi hezaran salan e, li ser bingeha kokên xwe û felsefeya Zerdeştî bi awayekî komîn jiyane.”

‘Tundiya li dijî jinan gerdûnî ye û bi qasî şaristaniya dewletê kevnar e’

Leyla Guven da zanîn ku di qonaxa heyî de, erdnîgariya wan nayê naskirin û wiha pê de çû: “Bê guman em jin dizanin ku tundiya li dijî jinan gerdûnî ye û bi qasî şaristaniya dewletê kevnar e û ne diyardeyek nû ye. Ji roja ku êrîşî çanda xwedawenda dayîkê tê kirin heta îro, him hiqûqa dewletê û him jî qanûna navneteweyî her gav pergalên mêran parastine. Em dizanin ku hêzên hegemonîk ji aqilê jinan ditirsin û lewma hewl didin bi her rêbazê re jî me bêdeng bikin. Lewma, ji bo her yek ji me, bi dehan salan cezayê girtîgehê didin. Armanca wan ew e ku jinan bitirsînin û wan di malbatê ku yekîneyeke biçûk a dewletê de, sînordar bikin. Lê belê, jinan ji dîrokê heta nîha, tevî hemû astengiyên ku ji aliyê pergala baviksalar ve li dijî wan hatine afirandin jî, tu caran serî netewandin.

Jin dema ber bi gilotînê ve dihatin birin jî, ber bi sêdarê re dimeşiyan jî, davêtin qazanan jî, ber bi cellad-zaliman re dimeşiyan jî, xwe ji zinaran diavêtin û davêtin girtîgehan jî, bi serbilindî meşiyan.”

‘Dilê me bi te re ye’

Leyla Guven bûyera qetilkirina Jîna Amînî jî bi bîr xist û wiha domand: “Li Îranê, serpoşa Jîna Mahsa Amînî ya delal, sembola serhildana jinan bû. Li Rojavayê Kurdistanê keziya jineke Kurd a berxwedêr, zîhniyeta tarî ya baviksalar eşkere kir û bû sembola keziya yekîtiyê ya gelê wê. Em hemû jinên ku li Rojhilata Navîn dijîn bi awayekî eşkere radigihînin: ji destên me yên bi hevîr, ji aqlê me yê afirîner û ji dilên me yên wêrek ên komînal bitirsin! Doh, em hemû Leyla Qasim, Şîrîn Elemhulî, Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan bûn; îro jî em hemû Nêrgis Muhammedî ne… Divê Nêrgisa delal tu bizanî ku berxwedana te berxwedana me ye, têkoşîna te têkoşîna me ye. Jin di hemû cîhanê de neteweyek in. Belê, em netewa jinan in. Û em nîvê civakê û nîvê cîhanê ne. Em ê Îranê û tevahiya erdnigariya Mezopotamyayê jî, bi aqil, wijdan û edaleta jinê re bigihînin rengek demokratîk, ekolojîk û azadîxwaza jinê. Ez hêvî dikim ku tu û hemû jinên Îranî, dengê "Jin, jiyan, azadî" ku em ji girtîgehên Tirkiyeyê diqîrin bibhîzin. Dilê me li kêleka te lêdide.”

‘Tu bi berxwedana xwe notayek xweşik a strana me yî’

Leyla Guven ragihand ku li kêlaka wê rêhevala wê Zeynep Karaman a 20 salên xwe di girtîgehê de derbas dibe jî, dixwaze bi van gotinên xwe silavên xwe bişîne û bi peyama Zeynep Karaman wiha domand: “Azadî her tim strana kesên ku di qada berxwedanê de dijîn e. Nêrgisa delal, tu jî bi berxwedana xwe re noteyekî xweşik a vê starana me yî.”

Leyla Guven di dawiya nameya xwe de wiha got: “Kesên ku liber xwe didin bi silavên xwe pirên berxwedanê ava dikin. Di vê pirê de, zarok, jin û gel bi stranên azadiyê ber bi siberojên xwe ve dimeşin. Em û ez jî, me xwest bi berxwedana xwe re bi vê peyama kurt re xwe bigihîjin we.

Hezar silav ji bo hemû jinên ku li dijî pergalên baviksalar li ber xwe didin! Jin jiyana azad!”