Ji Kongra Starê Jiyan Hisên: Siyaseta dorpêçê Sûriyeyê ber bi xeterê ve dibe

Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên, tekez kir ku li dijî şêniyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê siyaseta birçîhiştin û dorpêçê tê meşandin û got: “Dixwazin bi êrîşan Sûriyeyê ber bi şer û tevliheviyê ve bibin.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê di salên 2013-2014’an de rastî êrîşên DAIŞ’ê hat. Her du taxên ku bi berxwedana gel êrişên DAIŞ’ê hat têkbirin, di salên 2016 şûnde jî bi rêgiriya rejîma Bassê re rû bi rû ma. Salek zêdetir e ku polîtîkayên ambargoyê yên ku ji aliyê HTŞ (Heyet Tehrîr El-Şam) û komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirkiyeyê ve tên meşandin, careke din taxê ji pêdiviyên bingehîn bêpar dihêle û bi birçîbûn û bêewlehiyê re rû bi rû dimîne.

Ji 25’ê Îlonê ve heta niha dorpêçek giran li ser herdu taxên Helebê, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê tê ferzkirin. Çeteyên Tehrîr El-Şam ên girêdayî Wezareta Parastina Sûriyeyê nahêlin sotemenî û madeyên bingehîn bikevin herdu taxan.

Li kêleka wê jî cîhadîstên HTŞ’ê,  êrîşî herdu taxan dikin û dronên xwe li ser taxan digerînin. Ev jî binpêkirina peymana 1’ê Nîsanê ya di navbera Meclîsa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd -Eşrefiyê û nûnerên cîhadîstên HTŞ’ê de hatiye îmzekirin e. Têkildarî Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Jiyan Hisên ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Siyaseta birçîkirin û dorpêçê li Sûriyeyê didome’

Jiyan Hisên tekez kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê hêvî hebûye ku gel ji siyaseta birçîkirin û dorpêçê xilas bibe û wiha berdewam kir: “Şêniyên Şêx Meqsûd û Eşerfiyê di vê qonaxê de, bi taybetî di sala 2025’an de piştî hilweşîna rejîma Baasê, berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Hêvî ew bû ku herdu tax bi azadî bijîn û ji siyaseta birçîbûn û dorpêçkirinê bi dawî bibe. Hêviya hemû Sûriyeyiyan çareserî, ewlehî û aramî bû. Mixabin, hêviyên gelê Sûriyeyê nehatin bicihanîn.”

‘Jin di berxwedanê piştgiriyê didin hêzên ewlekariya hundirîn’

Jiyan Hisên bal kişand ser rola jinan di parastina tax û malên wan de û tekez kir ku êrîş û dorpêça li ser Şêx Meqsûd binpêkirina peymana 1’ê Nîsanê ye û wiha got: “Di 1’ê Nîsanê de bi armanca jiyana bi ewle û aram peymanek hat îmzekirin. Em dibînin ku piştî vê peymanê , êrîşên hovane û polîtîkayên birçîhiştinê dijwartir bûn li ser herdu taxan. Belê du taxên piçûk in lê hebûna mirovan û berxwedaniyeke dîrokî heye, bi taybetî berxwedana jinan, ji ber nebûna hemî çavkaniyên pêwist. Ew di parastina mal û axa xwe de îsrar dikin û bi biryardariyeke mezin piştgiriyê didin Hêzên Ewlekariya Hundirîn.”

‘Bi siyaseta birçîhiştinê nikarin îradeya şêniyên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bişkînin’

Jiyan Hisên da zanîn ku siyaseta birçîhiştin û dorpêçê Sûriyeyê ber bi şer ve dibe, naxwazin Sûriye ber bi aştî û demokrasiyê ve biçe û wiha got: “Siyaseta birçîhiştin û dorpêçkirinê siyaseteke dewletên kolonyalîst û otorîter e, armanca wê şikandina îradeya gel e lê beriya çend salan şêniyên herdu taxan vê qonaxê derbas kirine  û li dijî hemû astengiyan têkoşiyane. Divê bêdengiya navneteweyî ya li ser van binpêkirin  û polîtîkayên birçîbûnê were şikandin. Zarok û jin hene ku ji kêmbûna çavkaniyan zehmetiyê dikşînin û jiyana wan dikeve xeterê. Armanc bi van êrîşan ew e ku Sûriyeyê ber bi şer, bêîstqrarî û bêewlehiyê ve bibin. Ji ber ku gelê Sûriyeyê çareseriyek bi riya diyalogê dixwaze. Niha dem hatiye ku Sûriyeya piralî û ne navendî were avakirin. Ji ber vê yekê, ji bo krîza Sûriyeyê çareser nebe êrîşan berdewam dikin.”

‘Sedsala 21’ê sedsala azadî aştî û demokrasiyê ye’

Jiyan Hisên helwestên gel û sekna  ku raber dikin pîroz kir, piştgirî da wan û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Jinên li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, her kêliyê ji bo jiyana bi rûmet û azad li ber xwe didin. Ew mînaka jinên têkoşer in, mal û taxên xwe diparêzin. Di vê sedsala 21’ê de nayê qebûlkirin ku polîtîkayên birçîhiştinê li dijî mirovan werin meşandin. Ev polîtîka sûcê li dijî mirovahiyê ye . Di vê zivistana dijwar de , ev dorpêç sûcekî mezintir e.”