Ji Kongra Star û Meclisa Jin a PYD’ê li dijî tundiyê komxebat

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê Kongra Star û Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk Komxebatek li dar xistin.

Hesekê – Rêzeçalakiyên jinan a ji bo 25’ê Mijdarê ya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê didome. Kongra Star û Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Navenda Meclisa Sûriya Demokratîk a taxa Emran ya bajarê Hesekê li dijî tundiyê komxebatek li dar xistin.

Di komxebatê de endam û rêvberên saziyên civaka sivîl, Rêxistina Sara, Kongra Star amade bûn. Di komxebatê de mijarên ‘Rewşa jinan a beriya Şoreşa Rojava, têkoşîna wê di şoreşê de û rêbazên şerê taybet yê ku li ser tê meşandin’ û mijara dirûşma jinan a ‘Na ji tundiyê re’ hatin destgirtin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Koordînasyona Kongra Star a Hesekê Viyan Efrîn axivî. 

‘Ji bo azadiyê guhertina mêr esas e’

Viyan Efrîn tekez kir ku li beramberî hişmendiya 5 hezar sal bilindkirina asta tekoşînê ku jin vegere cewherê xwe girîng e û wiha axaftina xwe domand: “Rêber Ocalan dema gavek davêje dîrok esas digre, lewma em jî wekî jin gerek em xwedî li dîroka xwe derkevin. Tundiya li ser jin hişt ku civaka xwezayî tune bibe. Azadî jî encax bi ked û tekoşînê were bidestxistin. Ji bo ku jin bikaribe azad bibe gerek her jinek bi keda xwe hişmendiya jin û mêr bide guhertin. Îro bi boneya nêzîkbûna 25 mijdarê erka me guhertina hişmendiya baviksalarî ye .”

‘Jin bi şoreş3e sînoran şikandin’

Mijara yekemîn ku di komxebatê de hate kirin bi sernavê “rewşa jinan a beriya Şoreşa Rojava, têkoşîna wê di şoreşê de û rêbazên şerê taybet ê li dijî jinan tê meşandin” ji aliyê Endama Kordînasyona Kongra Star a Hesekê Nahid Silêman ve hate birêvebirin. Nahid Silêman da zanîn ku jin beriya Şoreşa Rojava bi gelek cûreyên tundiyê re rû bi rû dima û wiha got: “Piştî Şoreşa Rojava jin gelek sînoran şikand û ji bo azadoya xwe û civaka xwe têkoşiya. Îro deskeftiyên şoreşê bi ked û fedekariya jinan hatiye bidestxistin û bi tekoşîn û berxwedaniya jinan jî tê parastin. Felsefeya Jin Jiyan Azadî felsefeyek ji bo tevahî jinan jiyanê da afriandin lewma em dikarin bêjin ku li hemberî 5 hezar sal xeleka têkoşînê di şexsê jinan de dewam dike û encamên pîroz bidest dixe.”

Di dewama Komxebatê de li ser parastina deskeftiyên Şoreşa Jinan, xwedîderketina li felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ û bi re pêşi li hemû cureyên tundiyê girtin nîqaş hat meşandin.

‘Felsefeya Jin Jiyan Azadî berhemê tekoşîna domdar e’

Mijara duyemîn bi sernav “Na ji qetilkirin û tudiya li ser jin” ji aliyê Endama Rêxistina Sara Fereh Mihemed ve hate birêvebirin. Fereh Mihemed tekez kir ku qetilkirina jin sûcekî dijmirovî ye û wiha got: “Qetilkirin û tundiya li ser jin li tevahî cihanê tê kirin. Ji ber cîhana me bi hişmendiya baviksalarî tê birêvebirin. Li welatê ku banga azadiyê dikin jin tê de rastî tundî û qetilkirinê tên. Em dibînin ku sedemê wê hişmendî ye. Îro felsefeya Jin Jiyan Azadî şerê vê hişmendiyê dike ku wekî sîwanek parastina mafê jin û mêr bike û berhemê tekoşîna jin a domdar e. Ev felsefe wê bibe bersiv ji hemû cureyên tundiyê û qetilkirinê. Di sala 2023’an de li ser asta Bakûr û Rojhilatê sûrî 25 jin hatin qetilkirin. Sala 2024’an 10 jin hatin qetilkirin. Gerek em hê bêtir tekoşîna xwe bilind bikin da ku em jin ji qetilkirinê biparêzin û hişmendiya civakê biguherînin.”

Komxebat bi niqaş li ser girîngiya bilindkirina asta tekoşîna li dijî tundiya li ser jin bi dawî bû.