Ji Kongra Star Jiyan Hisên: Yekîtî riya ber bi azadiyê ve ye

Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên bi boneya 25’ê Mijdarê axivî tekez kir ku pêwist e jin yekitiya xwe ava bikin û anî ziman ku ew ê bi bilindkirina têkoşînê 25’ê Mijdarê pêşwazî bikin.

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Her sal, dema ku 25’ê Mijdarê nêz dibe, pankartên jinan li dijî her cure tundî û zordariyê tên bilindkirin. Ev roj ne tenê bîranînek e, qîrîneke berdewam e li dijî sîstemek ku dixwaze dengê jinan bibire û îradeya wan bişkîne. Kongra Star tekez dike ku têkoşîna jinan ji bo azadî û rûmetê têkoşîna hemû mirovahiyê ye û avakirina civakek azad bêyî şikandina zincîrên hişmendiya baviksalar ku hewl dide îradeya jinan têk bibe, pêk nayê.

Endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên a ji ajansa me re axivî, tekez kir ku perwerdeyên Kongra Star ji bo pêşxistina jinan berdewam dikin. 

Jiyan Hisên diyar kir ku tevî ku gelek tundî li ser jinan heye jî têkoşîna wan de her alî de berdewam dike û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji destpêka sala 2025’an ve heta roja îro gelek guhertin û veguhertinên siyasî di asta Rojhilata Navîn de çêbûne. Li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hê jî tundî li ser gelek jinan heye ji ber ew hişmendiya baviksalarî, tundiya malbatî, tundiya ku bi şêwazê jinan qebûl nake heye. Ruxmê ku gelek tundî li ser jinan tê kirin jî têkoşîna wan di hemû aliyên jiyanê de berdewam dike.”

‘Gelek jin hatin revandin û rastî destdirêjiyê hatin’

Jiyan Hisên anî ziman ku di herêmên dagirkirî de rojane binpêkirin li ser jinan didomin û wiha got: “Êrîşên ku di herêmên me de çêdibûn bi taybetî êrîşên li Peravên Sûriyeyê û li Suweydayê ji aliyê rêveberiya demkî ve. Gelek jin rastî revandin û destdirêjiyê hatin. Di heman demê de, li herêmên me yên di bin dagirkiriya dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê de, mîna Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Minbijê rojane li dijî jinan bûyerên binpêkirin, kuştin, revandin, lêdan û tecawizê diqewimin. Ji ber vê asta jinan di herêmên din de zêdetir dibe, ji bo ku tevahî jinan azad bikin, rizgar bikin û hişmendiya civakê biguherînin. Ger em têkoşîna xwe li hemberî vê hişmendiyê zêdetir nekin, em ê nikaribin bibêjin azadiya jinan misoger dibe.”

‘Dewletên desthilatdar û hêzên hegemon fikr û îradeya jinan qebûl nakin’

Jiyan Hisên da zanîn ku dewletên desthilatdar û hêzên hegemon fikir û îradeya jinan qebûl nakin û wiha pêde çû: “14 sal in têkoşîn û xebatên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Lê ruxmê vê têkoşîn û berxwedanê hê jî gelek jin êşê û îşkenceyê dikşînin. Pêwist e em rêxistina xwe xurtir bikin, ji bo ku em hemû jinan rizgar bikin û wan bigihîjînin asta ku bikaribin yekîtiya xwe ava bikin. Ji ber ku ger yekîtiya jinan çênebe, ev êrîş û tundî wê zêdetir bibin li ser jinan. Dewletên desthilatdar û Hêzên hegemonîk ji azadiya jinan ditirsin, fikr û îradeya jinan qebûl nakin.”

Jiyan Hisên tekez kir ku jinan pêşengiya Şoreşa Rojava kirine û wiha axivî: “Îradeya jin heye, bi taybetî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşengiyê ji jinên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê re kirin. Jinan pêşengiya Şoreşa Rojava kirin, ji bo ku Sûriyeya azad û demokratîk ji bo mafên jinan û tevahî pêkhateyên Sûriyeyê were parastin, em bikaribin Sûriyeya nû bê şer û qirkirin, Sûriyeya ne navendî bi hev re ava bikin.”

Jiyan Hisên diyar kir ku jin di hemû qadan de pêşengiyê dikin û wiha got: “Têkoşîna me ya ji bo rizgarkirina herêmên me yên dagirkirî didome, dewleta Tirkiyeyê û çeteyên wê tundiyê li ser jinan dimeşînin li herêmên me yên dagirkirî. Ji ber hebûn û îradeya jinan qebûl nakin her dem dixwazin jin bê rol bin. Li tevahî cîhanê jin xwedî rol in û di tevahî qadan de jin pêşengiyê dikin. Pêwist e em wekî rêxistina Kongra Star tevahî jinan hînê birêxistinê bikin.”

Ji bo jin di warê aborî de bi pêş bikevin

Jiyan Hisên da zanîn ku Kongra Star dixwaze tevahî jinan perwerde û birêxistin bike û wiha got: “Kongra Star li ser bingeha perwerdeyê asta têkoşîna xwe bilind dike, ji ber ku em dixwazin tevahî jin xwe perwerde, zana û bi rêxistin bikin. Dema ku zanist û îradeya jinan hebe, wê demê dê rola wan di avakirina civakê de zêdetir bibe. Ji ber vê dema ku jin tevlî perwerdeyan dibin, asta zanebûna wan bilindtir dibe û dixwazin zêdetir kar û xebatê bikin. Weke Kongra Star perwerdeyên me berdewam dikin. Pêwist e jin di her alî de xwe bi pêş bixin. Heta niha di ware aborî de jin serbixwe nebûn. Komîteya aboriya jin hatiye avakirin, ji bo ku jin kar û xebatên xwe baştir bikin û serxwebûna wan ya madî çêbibe. Armanca me bi avakirina komîteya aborî ew e ku jin di warê aborî de bi pêş bikevin.”

‘Ev hevpeyman ji bo parastina mafên jinan û hebûna wan e’

Jiyan Hisên destnîşan kir ku Kongra Star amadekariya hevpeymana civakî dike û wiha axivî: “Ev demek e wekî rêxistina jin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariya hevpeymana civakî dike. Bi taybetî piştî hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser hat îmzekirin, nêrîn ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê hat girtin, ew hevpeyman bû wekî destûrek, ji bo ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe li ser birêxistin bike. Ji ber vê em wekî rêxistina Kongra Star pêwist e hevpeymana civakî ya jinan ava bikin. Komîteya amadekar reşnivîsa wê jî amade kiriye, hinek xalên wê divê werin sererastkirin, ji bo ku hemû rêxistinên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên xwe nêrînên xwe bînin ziman. Di demeke nêz de ev hevpeyman wê were erêkirin û li ser bingeha wê asta têkoşîna jinan bilindtir bibe. Ev hevpeyman wê bibe bingehek ji bo tevahî jinên Sûriyeyê, ji bo parastina mafên jinan û hebûna wan. Pêwist e yekîtiya jinan destpêkê di asta Sûriyeyê de were avakirin û piştre di asta Rojhilata Navîn de. Pêwist e em asta têkoşînê bilindtir bikin ji ber em ber bi 25’ê Mijdara 2025’an ve diçin.”