Ji Kongra Star gavên ji bo guhertinê: 32 mêr perwerde dibînin
Bi armamca avakirina civakek hevgirtî û komunalî, di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyaya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, Kongra Star a bajarê Hesekê dewreya perwerdeya 3 rojan a ji bo 32 mêran da destpêkirin.
Hesekê – Bi mebesta nêzbûna 25’Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, di 15’ê Mijdarê de Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyek starta kampanyaya li dijî tundiya li ser jinan da. Di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyayê de Kongra Star a bajarê Hesekê li taxa Nasra ji bo 32 mêrên ku endam û rêveberên saziyên civaka sivîl in û parêzeran perwerdeya ji bo 3 rojan da. Perwerdeya ku 22’yê mehê destpê kir îro bi dawî dibe.
Dersên ku di vê perwerdeyê de têne dayîn li ser zanîna malbatê, zayendperestî û şîdeta li dijî jinan in. Ders ji aliyê Endama Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a bajarê Hesekê Leyla Hesen ve hatin dayîn.
Hevserokê Meclîsa taxa Til Hecer a bajarê Hesekê Hecî Ebid Semed destnîşan kir ku tundiya li ser jinan civakê bi giştî dike hedef û wiha got: “Em spasiya Kongra Star dikin ji bo vekirina dewreyên perwerdeyê da ku me ji feraseta otorîter a ku tevahiya civakê dixeniqîne rizgar bike. Em gelek perwerdeyên bi vî rengî dixwazin ji ber ku ew me bi agahiyên rastîn ên ku armanca wan avakirina civatek hişmend û demokratîk e, dewlemend dikin.
‘Perwerde civak û malbatek paqij û têgihiştî ava dike’
Parêzer Abdullah Taha balkişand ser girîngiya vê perwerda ku bi taybetî ji ber ku mijarên civakî çareser dike. Wî diyar kir ku ev perwerde pir girîng e ji ber ku ew mijarên sereke yên civakê, wekî jiyana zewacê ku divê li ser bingeha jiyana hevbeş û qanûna malbatê were avakirin, çareser dike û wiha got: “Ev perwerde bingehek guncaw ji bo jiyana hevbeş a di navbera mêr û jinan de datîne, ku dibe sedema avakirina civak û malbatek paqij û têgihîştî.”
‘Tundî bandorê li avahiya civakê dike’
Parêzer Abdullah di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku bê guman, normên civakî yên berê hene ku li dijî jinan hatine sepandin, lê di heman demê de hişmendiyek vekirî jî heye ku hemû astengiyên ku li dijî jinan têne sepandin ji holê rake. Abdullah wiha got: “Ji ber nezanînê şîdeta hevbeş li dijî jin û mêran heye. Ji bo ku em ji van pirsgirêkan xilas bibin, divê em di nav civakê û bernameyên dibistanê de çandeke nû ava bikin da ku fêm bikin ka merov çawa dikare wê tundiya pir mezin a ku li ser tevahiya civakê tê kirin û di encamê de bandorê li avahiya civak û malbatê dike, ji holê rake.”
Li gorî agahiyên ku ji Kongra Star a bajarê Hesekê hatin girtin, perweda mêran li 2 navendan hatiye destpêkirin û ya dawî jî dê 30 Mijdarê bidawî bibe.