Ji Koma Xweşikên Rojava banga desteka ji bo koçberan
Hêlîn Osman ku berpirsyara Koma Xweşikên Rojava ye, anî ziman ku gelek alîkarî ji koçberan re pêşkêş dikin û got ku zêdetir alîkarî ji derveyî Rojava ji wan re tê û ew jî belav dikin.
NEXEM ÇAÇAN
Qamişlo- Di sala 2017`an de, li ser medyaya dîjîtal ‘Koma Xweşikên Rojava` hatiye damezrandin. Ev kom, bûye yek ji komên jinan ên herî berbiçav ên li ser medya dijîtal. Armanca komê, piştgirî û alîkariya bi kesên hewcedar re ye. Kom, tenê bi jinan sînordar e û destên jinên dilovan ên bi niyeta baş tîne cem hev, da ku ji bo kesên bêparastin û hewcedar bibe alîkar. Di bin şert û mercên heyî de, ev kom alîkariyek bi bandor dide koçberan. Kom, balê dikşîne ser giyanê hevgirtinê û çalakiya kolektîf ku taybetmendiya vê civaka taybet e.
‘Di despêkê de me zehmetî kişandin’
Hêlîn Osman ku berpirsyara ‘Koma Xweşikên Rojava’ ye, ji ajansa me re anî ziman ku gelek alîkarî ji koçberan re pêşkêş dikin. Hêlîn Osman da zanîn ku Koma Xweşikên Rojava di sala 2017`an de hatiye avakirin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Em komek jin in, li ser medya dijîtal bi navê Xweşikên Rojava kar dikin. Me xwest ku em li ser medya dijîtal karekî baş pêk bînin, em alîkariya gelê xwe bikin. Di despêkê de me zehmetî kişandin. Ji ber ku komek tenê ya jinan e, di wê demê de civakê çawa li jinan dinhêrt û di heman demê em jinên di vê komê de hemû xwedî mal, zarok û hevjîn in, ji ber vê karê komê hinek bi zehmetî dihat meşandin.”
‘Ji ber rewşa gelê ku di hundirê Rojava de ne gelekî baş e’
Hêlîn Osman diyar kir ku zêdetir alîkarî ji derveyî Rojava ji wan re tê pêşkêşkirin û wiha pê de çû: “Alîkarî ji hundir û derveyî Rojava tê ji me re. Ji ber jinên ku di komê de ji hundir û derveyî Rojava ne, ji ber rewşa gelê ku di hundirê Rojava de ne gelekî baş e, ji ber vê zêdetir alîkarî ji derve ji me re tê û em belav dikin. Li vir em her tiştî digerin û kom dikin, dîmen ji wan digrin. Ji bo kesên ku alîkarî şandine bawer bin ku dighêjin her kesî ku bi hacet be. Kesên ku alîkariyê dişînin ne heman kesên berê ne, hinek ji wan yên berê ne û hinek ji nû ve dixwazin ku alîkariyê bikin.”
‘Malbat bi hejmarên gelek mezin koçberî Qamişloyê bûn’
Hêlîn Osman destnîşan kir ku alîkariyê di dema niha de ji kesên ku ji Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Reqa û Tebqa yê re pêşkêş dikin û wiha got: “Despêkê çend malbat gihîştin Amûdê me ji wê derê de dest pê kir, agahî ji me re hat ku hinek malbat ketine mizgeftê û tiştek bi wan re tune ye. Me hinek alîkarî amade kirin û li wan hat belavkirin. Piştre malbat bi hejmarên gelekî mezin koçberî Qamişloyê bûn, bi sedan malbat ketin navend, dibistan û mizgeftan, roja destpêkê rewş gelekî zehmet bû, tiştek tunebû, gelek malbat hîn di erebeyên xwe de bûn û berf, baran û seqem bû. Me hinek xwarin û hinek pêdiviyên zarokan ji wan re pêşkêş kirin. Niha rojane em diçin cihên ku Koçber lê ne, em xwarinê ji wan re pêşkêş dikin. Alîkarî li gorî ku ji me re tê em pêşkêş dikin. Ji ber ku em kom in, ne rêxistin in. Ji derveyî xwarinê betanî, pêdiviyên zarokan û gelek tiştên ku pêwîst in, em belav dikin.”
‘Alîkariyên me ne tenê ji koçberan re ne’
Hêlîn Osman anî ziman ku gelek jin bi wan re alîkariyan belav dikin û wiha got: “Despêkê jinên ku bi me re kar dikirin hindik bûn, lê niha jin gelekî dixwazin bi me re kar bikin. Hemû jinên xwebexş in, yanî bê pere kar dikin. Alîkariyên me ne tenê ji koçberan re ne, di rewşên dinê de, kesên nexweş, zarokên sêwî û gelek kesên ku alîkarî ji wan re pêwîst e, em alîkariyan di dema rojiyê de, di cejnan de û di gelek boneyan de, alîkariyan belav dikin. Li gorî agahiya ku ji me re tê ku ev kes hewcedar e, em alîkariyê jê re pêşkêş dikin.”
‘Em bi hev re bi rêxistin bin, ji bo alîkarî bighîje her kesî’
Hêlîn Osman bang li herkesî kir ku li gor derfetên xwe alîkariyê bidin û wiha bi dawî kir: “Em bang dikin ku her kesên ku bikaribin alîkariyê bikin, bi taybetî di vê rewşa ku em tê de derbas dibin. Ev nêzî 10 salan ku em kar dikin, lê wekî rewşa anha bi zehmetî di ser me de derbas nebûye. Ji ber rewşeke şer e, koçber hene û hejmara wan gelek in. Pêwîst e em hemû kesên xwedî kom û rêxistinên ku alîkariyan pêşkêş dikin, em bi hev re bi rêxistin bin, ji bo alîkarî bighîje her kesî.”