Ji koletiya klasîk ber bi ya modern ve

Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojî ya kantona Firatê Sedîqe Xilo got: “Koletiya em niha behsa wê dikin û em pê re rû bi rû ne, ji ya klasîk xetertir û metirsîdartir e. Koletiya modern civakê gîhandiye rewşa ku ji dil û can bibin koleyên kapîtalîzimê."

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Koletî pergaleke ku ji aliyê hişmendî û sîstema kastîk a zilam ve hatiye pêşxistin û heta em dikarin bêjin ku derbeyek e li hember pergala jinan û li dijî serdema dayîksalar bipêş dikeve.

Erdnîgariya Mezopotamya ku yekem car civaka jin-dayîkê lê derketiye holê, di heman demê de dibe cihê zayîna pirsgirêk û nakokiyan. Mezopotamyaya ku warê afrînerî û pêşketina civaka dayîksalar e, bûye warê pirsgirêka yekemîn a dîrokî ku ew jî kolekirina jinê ya ji aliyê kujerê kastîk ve ye. Jixwe ger ku afirîner were kolekirin, bi rengekî xwezayî berhemên wê jî tên desteserkirin ku bi vê yekê re kolekirina jin û civakê bi hemwextî destpê dike. Ji bo vê jî bi teqezî xuya dike ku koletî pergaleke li hember sîstema jinan ava dibe û weke derbe li hember serdema jin-dayîk bipêş dikeve û wiha jî sîstema koletiyê destpê dike.

Berdevka Navenda Lêkolînên Jineolojî ya kantona Firatê Sedîqe Xilo, têkildarî mijarê diyar kir ku ji bo peyv û mijara koletiyê, weke jinên Rojavayê Kurdistanê piştî şoreşa jinan, kûrahiya vê peyvê nas kirine û wiha got: “Heta, em ji nû ve pênaseya wê jî dikin.”

 Koletiya klasîk û dîroka wê

Bê guman koletiya di serdema me de mirov nikare weke koletiya di serdemên pêşîn de bigre dest. Bi pêşketin, guhertin û veguhertinên ku pergala kastîk pêk anî re şêwazê koletiyê jî hatiye guhertin. Koletî di esas de weke me li jor anî ziman, li dijî pergala jinan bipêş dikeve ku jin mînaka yekemîn a destpêkirina vê pergalê ye. Lewra koletiya kilasîk ya bi fîzîkî bûyîna evdê efendiyê xwe B.Z 5000-9000, li Mezopotamya hatiye jiyîn. Di vê pêvajoya dîrokî de hîn jinan hêz û rola xwe winda nekiriye, lê heta astekê jî êdî zilam bi pergalî dest datîne ser berhemên civakî û jinan. Di B.Z 2000-3000 de koletiya klasîk êdî bi sîstematîk û qanûnî tê meşandin ku ev jî bi veguherîna şekilê kujerê kastîk re pêkan dibe. Ji xwe ev yek bi avabûna avahiya desthilatê re şênbertir dibe.

Sedîqe Xilo da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî teqez dike ku koletiya yekemîn di kesayeta jinê de bipêş ketiye û wiha got: “Piştre koletî bi rê û rêbazên cuda hatiye jiyîn ku dirêjî roja me ya îro  dibe. Koletiya tê nasîn, di asta xizmetkarî û evdaltiya mirovan de bipêş ket û heta roja îro, bi guhertinên mezin re rû bi rû hat.”

Ji kilasîkbûnê derbasbûna modernbûnê

Koletiya klasîk zêdetirî 3 serdeman berdewam dike ku piştre derbe dixwe û qaşo ji holê tê rakirin. Li Rojhilata Navîn Hz Mihemed gava yekê ya di vî warî de davêje ku teqez dike; însan divê li ser bingeha mirovbûna xwe were destgirtin û weke kole neyê pênasekirin. Wiha jî di serdema 7-9 koletiya klasîk ji holê radibe ango koletiya fîzîkî bi temamî tê tunekirin. Li Awropa jî di navbera sedsala 14-17’an de bi pêşengiya Roma û Yewnan, bi riya Ronesansê xwe ji koletiya klasîk rizgar dikin. Piştre êdî bi pêşketina qanûn û hevpeymanan re, koletî ne tenê bi riya olî ango mirovî tê qedexekirin, êdî fermî bi qanûnan ji holê tê rakirin.

Sedîqe bi van gotinan koletiya serdema kevin şîrove kir: “Bi avabûna sîstemên çînî û pêşketina pergalên burjuwazî, desthilatdar û kapîtal re, koletiya kilasîk ya tê nasîn, derbasî qonaxeke nû dibe. Koletiya klasîk bandorê li ser mirovê hatiye kolekirin dike ku ji aliyê fîzîkî, derûnî û civakî de bandora wê xwe dide der. Heta kedxwariyeke mezin jî li hember wan tê kirin.”

Di serdema heyî de koletiya ji dil ve

Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje; “Di encama pêşketina dîrokî-civakî de ku teqez ne karbeşiyeke xwezayî ye, koletî hatiye rewşa jidilbûnê.” Girêdayî van nirxandinan û ger em rewşa civakî ya niha tê jiyîn analîz bikin, emê bibînin ku koletiya klasîk bi dawî bûye, lê li şûna wê koletiya modern a kapîtalîzimê xwe dide der. Pergala kapîtalîzmê ku şeklê herî modern yê kujerê kastîk e, koletiya xwe li ser civakê bi riya lîberalîzmê û feraseta azadiya dogma ava dike. Gelek zirav û kûr e, xwe berdide nava hest, rih û giyanê civakê û heta xwe pê re kiriye yek. Ji bo vê jî koletiya modern êdî weke çand di nava hemû mirovahiyê de rûniştiye.

Sedîqe Xilo got ku “Koletiya ku em niha behsa wê dikin û em pê re rû bi rû ne, ji ya klasîk xetertir û metirsîdartir e. Çima? Ji ber ku koletiya modern civakê gîhandiye rewşa ku ji dil û can bibin koleyên kapîtalîzimê.”

Çûyîna bi dildarî ya li pey koletiyê

Berdevka navenda lêkolînên Jineolojî Sedîqe Xilo, bi gelek mînakan koletiya modern şirove dike. Sedîqe Xilo destnîşan kir ku mînakên herî şênber jî operesyonên estetîkê ne û wiha domand: “Sîstema kapîtalîzmê, pîvanên xweşikbûnê didin diyarkirin ku êdî her kes ji dil ve dixwaze xwe bighîne van pîvanan. Ji bo vê jî bê naver operesyonên estetîkê di bin navê xweşikbûnê de tên kirin. Ê ev yek çi bi xwe re tîne? Rizîneke derûnî û kesayetî derdixe holê. Dema rexne ango gotineke neyînî li hember kesekî bipêş bikeve yekser dikeve rewşa bê baweriyê, derûnî xirab dibe û li çareseriyên estetîkî digere. Yanê di vê rewşê de ziyanên madî, manewî û fîzkî tên jiyîn.”

‘Amûrên teknîkî di serdema me de civakbûnê dadiqurtînin’

Sedîqe Xilo behsa têkiliya di navbera kapîtalîzmê û estetîkê de kir û wiha got: “Li aliyekî din medyayên mecazî, em dibînin medyaya qaşo civakî, ji bo civakê cîhaneke din ava kiriye. Bi neyînî bandorê li civakê dike û bi erênî jî xizmeta kapîtalîzmê dike. Di rastiyê de amûrên teknîkî di serdema me de civakbûnê daduqirtîne û ji holê radike. Bi hest, kesayet û hizrên mirovan dilîze û li gor tîpa dixwazin, civak tê karekterîzekirin.”

Hestên ku tim diguherin

Sedîq Xilo balkişand ser ferqknekirina vê têkiliyê û bi mînakek wiha vegot: “Em hinekî li ser mijarê bihizirin emê bibînin ku em van tiştan jiyan dikin û gelek ji me jî ne di ferqa wê de ne. Mînak; dema ku em ji xwe re li dîmenên Instagram ango Facebookê tameşe dikin, ka hele di navbera her dîmenek de çend caran derûniya me tê guhertin. Di navbera dîmenên kêfxweşî, xemgînî ango mijarên xwarin û sporê de hestên me cuda dibin. Yanê di yek deqeyê de em rêzehestên cuda dijîn ku ev bi xwe xirabkirin û ji dengexistina derûniyê ye.”

 ‘Mirov bûne lîstokek modern’

Sedîqe Xilo da zanîn ku pergaleke kûrewî ya ku bi mirovan lîstin tê jiyîn û wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Ev rewşa em dijîn bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ango Rojhilata Navîn re ne sînordar e. Mixabin ev pergaleke kûrewî ye ku hemû mirovahî xistiye bin bandora xwe. Lewra jî mirov bûne lîstokeke ku pergala heyî wan birêve dibe û li gor xwe jî saz dike. Koletiya modern a ku em di vê serdemê de dijîn jî, ev e.”