Ji kolanan peyama Rojava: Êrîşên li dijî Rojava sûcên şer in
Êrîşên çeteyên HTŞ'ê yên li dijî Rojava li gelek bajarên Tirkiyeyê hatin protestokirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de hate destnîşan kirin ku hedefgirtina sivîlan polîtîkayek bi zanebûn û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.
Navenda Nûçeyan- Êrişên HTŞ’ê û komên cîhadîst ên girêdayî wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gelek bajarên Tirkiyeyê bi meş û daxuyaniyên çapemeniyê hatin protestokirin. Girseya ku ji Şemzînanê heta Wanê, ji Rihayê heta Amed û Êlihê daketin qadan, destnîşan kirin ku êrîş li gorî qanûnên navneteweyî sûcek şer a eşkere ye.
Êrişên HTŞ’ê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi meşekê hate protestokirin. Meş, bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk hat lidarxistin. Girseya ku li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Şemzînanê li hev civiya, ji ver heta Cadeya Cumhuriyetê meşiya. Di meşê de dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana HSD’ê” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin. Her wiha pankarta “Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li mirovahiyê ye” hate hilgirtin.
Piştî meşê, daxuyanî hate dayin. Daxuyanî, ji ajiyê Hevserokê DBP’a Şemzînanê Senar Duyan ve hate xwendin. Senar Duyan, anî ziman ku êrişên bênavber ên li dijî Rojava sûcekî li dijî mirovahiyê ye û got: “Bi awayekî sîstematîk hedefgirtina qadên jîngehan, binpêkirina mafê jiyanê ye û dixwazin Rojava veguherînin qada şer. Îktîdara HTŞ’ê ku nikare komên cîhadîst kontrol bike, ne xwedî wê hesta însanî ye ku bikare rê li ber êrişên ser nasnameyên etnîkî û olî yên li welat bigire. Êrişên HTŞ’ê û cîhadîstên çete yên girêdayî wê, qadên sivîlan bombebaran dikin, bi darê zorê wan koçber dikin û mal û milkê wan talan dikin. Bi vê yekê re jî hiqûqa navneteweyî û hemû peymanên navdewletî binpê dikin û sûcê şer dikin.”
Wekîlê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak jî got: “Bila Tirkiye û çeteyên girêdayî wê baş bizanin ku dê Rojava nekeve. Zarok û kal kuştin, ew zarokên me bûn. Em van polîtîkayên Tirkiyeyê şermezar dikin. Hewl didin pêvajoya birêz Ocalan daye destpêkirin sabote bikin. Berxwedana li Kobanê hêj îro jî didome. Em van êrişan şermezar dikin. Em neviyên Şêx Seîd û Seyîd Riza ne. Li her çar parçeyên Kurdistanê şer ragihandine. Ji bîr nekin ku yên piştgiriyê didin çeteyan AKP ye.”
Li Wanê êrişî meşê hat kirin û gelek kes hatin binçavkirin
Li Wanê, polîsan êrişî meşa ku ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ve ji bo şermezarkirina êrişên li ser Rojavayê hat lidarxistin kir. Di êrişa polîsan de gelek kes birîndar bûn. Hevserokên DBP'ê yên bajêr, Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslihan Şedal û Abdullah Zeydan û serokê Baroya Wanê Sinan Ozaraz jî di nav de nêzî 100 kes hatin binçavkirin.
Li Riha, Amed û Êlihê peyama biryardariyê
Girseya ku li Rihayê kom bû, bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Rojava" meşiya. Rûxmê astengiya polîsan a li dijî çalakiya wêneyên kesên ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê jiyana xwe ji dest dane hatin hilgirtin jî, protesto berdewam kir.
Platforma Saziyên Demokratîk a Amedê, êrişên HTŞ’ê û komên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest bi meşekê protesto bike. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî ji bo meşê kom bûn.
Girseya ku li pêşiya Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyoluyê hate gel hev, bi çepik, tililî û dirûşman xwestin ber bi Qada Şêx Seîd ve bimeşin. Girseya ku xwest bimeşe bi êrişa polîsan re rû bi rû ma. Girse bi dirûşma "Kurdistan dê ji faşîzmê re bibe goristan" belavî kolanan bû.
Li Êlihê jî di çarçoveya banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojava de li Kolana Gulistanê çalakî hat lidarxistin. Girseya ku li ber Peykerê Mafên Mirovan a li serê Kolana Gulistanê kom bû, xwest bi meşe. Girseyê pankarta “Rojava ne bi tenê ye, ciwan li Rojava xwedî derdikevin” hat vekirin û dest bi çalakiyê kirin. Di çalakiyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne”, Rojava Rojhilat e Kurdistanê yek welat e” hatin berzkirin.
Parlamenter Ruştu Tîryakî beriya ku meş dest pê bike çalakî bê lidarxistin axivî û got: “Dilê me ji bo şehîdên Kurdistanê diêşe û em xemgîn in. Lê bila her kes bizanibe heta li Rojavayê Kurdistanê aştiyek mayînde ava nebe, dê gelê Kurd li ser pêyan be. Em ê li Êlihê li kolanan dest ji çalakî û berxwedanê bernedin.”