Ji Kirmanşanê bang: Li dijî darvekirinan dengê xwe bilind bikin

Jinên Kirmanşanê diyar kirin ku divê jin bi yek dengî li dijî cezayê dervekirinê yê li Îranê didin jinan derbikevin û gotin ku tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn bi serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ re wek moriyên zincîrekê dikarin bi hev ve werin girêdan.

GÎLARÎ GÎLANÎ

Kirmanşan - Bi serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ re, dewleta Îranê zextên li dijî jinan zêdetir kir. Rejîma Îranê di dîroka 4’ê Tîrmehê de li aktivîsta mafên karkeran Şerîfe Muhammedî û di 23’ê Tîrmehê de li rojnamevan Pexşan Ezîzî cezayê darvekirinê birî. Li girtîgehan zexta li ser jinên girtiyên siyasî zêde bûye, jinên Kirmanşanê ji bo berdana Şerîfe Muhammedî, Pexşan Ezîzî, endama Yekitiya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan (KJAR) Werîşe Muradî û Nasim Gholamî Simiarî banga têkoşînê kirin.

‘Biryarên der barê wan de siyasî ne’

Der barê mijarê de aktivîsta sivîl û siyasî ya Kirmanşanê Barîn G. ji ajansa me re axivî û wiha got: “Em weke jinên Kirmanşanê, piştgiriyê didin van çar siyasetmedaran û em piştevaniya xwe bi wan re diyar dikin. Biryarên der barê wan de hatine dayîn siyasî ne û êrîşeke li dijî şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ ye. Em cezayê darvekirinê ku li Şerîfe Muhammedî û Pexşan Ezîzî hatiye birîn şermezar dikin. Sûcên ku xistine Werîşe Muradî û Nasim Gholamî Simiarî, bê bingeh in û bi van sûcên bê bingeh îhtîmala ku der barê wan de cezayê giran bidin mezin e. Ji bo ew piştgiriya ku jin û rêxistinên mafên mirovan li Îran, Rojhilata Navîn û gelek welatên cîhanê dane çar girtiyên siyasî em silav dikin.”

 ‘Divê li dijî darvkirinê dengê me yek be’

Parêzvana mafan a Kirmanşanê Zhikal K. cezayê darvekirinê yê Îranê li jinan biriye şermezar kir û wiha got: “Em biryarên darizandina jinan weke bêedaletî dibînin. Ev rewş nîşan dide ku daraza li Îranê siyasî bûye. Divê jinên li Îranê û her cihê cîhanê, vê zilmê bi dengekî şermezar bikin. Her çendî li Rojava û bakurê Kurdistanê em bûn şahidên têkoşîna ku îlham dide jinan, em difikirin ku divê hê bilindtir bibe. Divê jinên li hemû cîhanê bi dengekî li dijî cezayê darvekirinê derbikevin.”

‘Netew-dewlet dê nikaribin li pêşiya piştevaniya jinan bibin asteng’

Zhikal K. da zanîn ku tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn bi serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ re weke moriyên zincîrekê dikaribûne bi hev ve werin girêdan û wiha got: “Modernîteya Kapîtalîst û netew-dewlet, li pêşiya piştevaniya jinan dê nikaribin bibin asteng. Jinên Bakur û Rojavayê Kurdistanê yên ku daketine qadan, darvekirin û ceza protesto kirin. Em ê jî weke jinên Kirmanşanê, li dijî cezayên darvekirin û girtîgehê çalakiyên xwe berdewam bikin.”