Ji Kenyayê Madeleine Mawamba: ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îlhamê dide jinan

Parêvana mafan a ji Kenyayê Madeine Mawamba diyar kir ku dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo jinan çavkaniya îlhamê ye û banga piştevanî û têkoşîna hevpar kir.

Navenda Nûçeyan – Beriya sê salan 16’ê Îlona 2023’an, jina Kurd Jîna Emînî a 22 salî bi hinceta ku li gorî quralên girtinê tevnegeriyaye, ji aliyê polîsên exlaq ên Îranê ve hate binçavkirin û di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest da. Qetilkirina wê, ne tenê li Îranê li tevahî cîhanê bû sembola azadiya jinê û têkoşîna mafên mirovan.

Xwepêşandanên ku bi merasîma Jîna Emînî ya li bajarê wê Saqizê destpê kir, di demekî kurt de belavî çar aliyên Îranê bû. Jin bi qutkirina porên xwe û şewitandina laçikên xwe serî li hemberî rejîmê rakirin. Dirûşmeya 'Jin, Jiyan, Azadî’ di demekî kurt de sînoran derbas kir û veguherî zimanekî piştevaniyê. Îro di salvegera sêyemîn a qetilkirina Jîna Emînî û berxwedana piştî wê derketî de çalakiyên mafên jinan bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” deng vedide.

‘Îlhamê dide berxwedanê’

Parêzvana mafan a ji Kenyayê Madeleine Mawmba ku li Berlînê jiyan dike, têkoşîna jinan û teyisandinên vê têkoşînê ji ajansa me re nirxand. Madeleine Mawamba endama rêxistina Women in Exile (Jinên li sirgûnê) ye. Women in Exile di sala 2002’an de li Brandenburgê ji aliyê jinên penaber ve ji bo parastina mafên xwe hate avakirin. Rêxistinê armanca damezrandina xwe bi van gotinan rave dike, “Me wekî koma jinên penaber rêxistinbûnê hilbijart, ji ber ku me dît hem bi qanûnên nîjadperest û cudaker û hem jî ji ber jinbûna xwe rastî cudakariyê tên.” Madeleine Mawamba ku di nava vê têkoşînê de cih digire, derbarê teyisandina dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de ku ji Îranê belavî hemû cîhanê bû, wiha got, “Mirina Jîna Emînî nîşan dide ku jin êdî neyên bindestkirin. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îlhamê dide berxwedana çalak a li seranserê cîhanê. Em jî mafên jinên penaber ên li sirgûnê diparêzin û piştevaniyê nîşan didin.”

‘Tevgera jinên azad piştevaniyê xurt dike’

Madeleine Mawamba anî ziman ku jin neçar in ku bi hev re têbikoşin û wiha got, “Jin bi hev re disekinin, ji ber ku neçarin şer bikin. Kontrola li ser bedena wan bi awayekî tund didome. Em wekî endamên Women in Exile piştgiriyê didin jinan ku biryarên li ser jiyana xwe bi xwe bidin.”

Madeleine Mawmba, diyar kir ku bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re tevgera jinên Kurd  piştevaniya di navbera jinan de xurt kiriye û wiha got: “Ev dirûşme nasname, wêrekî û piştevaniyê xurt dike. Tevgerên jinên Kurd nîşan didin ku bê ka jin çawa dikarin civakê biguherînin. Em jî tam vê yekê di xebatên xwe yên ku bi jinên penaber re dikin de dibînin.”

‘Divê mafên azad û wekhev bên afirandin’

Madeleine Mawamba destnîşan kir ku divê jin birêxistin bibin û di aliyê polîtîk de çalak bibin û got ku ew wekî Women in Exile qadên ku jin bikaribin lê dengê xwe bilind bikin û bi hev re çareseriyan pêş bixin, diafirînin.” Madeleine Mawamba di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê mafên azad û wekhev bên afirandin. Têkoşîna me birêxistinkirî ye û xwe dispêre piştevaniyê; em nîşan didin ku avaniyên baviksalarî dikarin bên lêpirsînkirin û guhertin.”