Ji jinên Swîsreyê kampanyaya dijî şer: Free All Woman

Bi êrîşa Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê ya li ser Îranê re li Rojhilata Navîn şer zêde bû. Li Swîsreyê aktîvîstên jin ên ji netewên cuda li dijî tundiya li ser jinan a di şeran de kampanyaya îmzeyan a “Free All Woman” dan destpêkirin.

Navenda Nûçeyan – Bi êrîşa DYE û Îsraîlê ya li ser Îranê re li Rojhilata Navîn şer belavî gelek welatan bû. Li Swîsreyê komeke jinên aktîvîst di van rojên ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tê pîrozkirin de, li dijî tundiya li hemberî jinan a di şeran de kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Kampanyaya ku bi navê Free All Woman li ser platforma dîjîtal hatî destpêkirin, 7’ê Adarê wê li 5 bajarên Swîsreyê were meşandin.

 

Aktîvîstên kampanyayê daxuyanî dan û diyar kirin ku di nava gurbûna şer de jinên ji civakên cuda wê 8’ê Adarê bên ba hev û li dijî tundiya zayendî bibin yek. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku jinên ji pêkhateyên cuda Xristiyan, Laîk, Kurd, Êzidî, Misilman, Yahûdî bi hev re ne.

 

7’ê Adarê roja Şemiyê wê li bajarên herî mezin ên Swîsreyê li Zurîh, Bern, Basel, Lozan û Cenevreyê mêze bên danîn û îmze bên komkirin. Îmze wê radestî Meclîsa Federal a Swîsreyê bên kirin.

 

4 daxwazên esas ên kampanyayê ev in:

 

* Biryara 1325’an a Neteweyên Yekbûyî (NY) were bicihanîn; Armancên zelal, rapor, liv û tevgerên şênber.

 

* Faîl berpirsyar were girtin: Bi Dadgeha Ceza ya Navneteweyî ya li Laheyê re hevkariya aktîf, pêkanîn, pîvana daraza gerdûnî û rawestandina hebûnê.

 

* Piştgiriya bi bawer û ya hatî diyarkirin a ji mexdûran re: Fonên xwedî çavkaniya diyar, tedawiya travmayê û bernameyên parastinê.

 

* Di helwesta dîplomatîk de cih negirtina standarda cot: Faîl kî dibe bila bibe bi eşkere bila were şermezarkirin û polîtîkaya derve ya xwedî helwest.

 

Her wiha hate diyarkirin ku di şer de tundiya zayendî sûcê şer e û bang hate kirin ku piştgirî were dayîna mexdûran û li dijî her cure cihêkariya dermirovî û muamaleya biçûkxistinê helwest were raberkirin.

 

Cihên ku wê 7’ê Adarê îmze lê bên komkirin:

 

* Zurîh: Tessinerplatz (Bahnhof Enge) Saet 15.00-17.00

 

* Bern: Kornhausplatz 15.00-17.00

 

* Basel: Tellplatz 15.00-17.00

 

* Lozan: Place des Pionnières 15.00-18.00

 

* Cenevre (Genf)

 

Navnîşana kampanyaya di platforma dîjîtal de