Ji jinên Minbicê daxwaz: Bila QSD were
Piştî ku bajarê Minbicê ket destê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, jin êdî nikarin bajar birêve bibin. Çeteyan li bajêr dizî, talan, girtin û kuştin zêde kirine. Xelk dixwaze ku Hêzên Sûriye ya Demokratîk dest bavêje vê rewşê.
SÎLVA EL ÎBRAHÎM
Navenda Nûçeyan – Di 8 salên dawî de Kantona Minbica li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, li ber pêşketineke pir mezin bû. Piştî ku ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin, rêveberiya bajêr ji keç û xortên herêmê, ji Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkesan re ma. Bi rola xwe ya sereke rûyê DAIŞ'ê ji bajêr hat rakirin û ji nû ve ava kirin. Saziyên Minbicê li ser bingeha Neteweya demokratîk ku hemû pêkhateyên herêmê di nav xwe de dihewîne, hat avakirin.
Minbic bajarek qelebalix e
Piştî êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Minbicê, rastiya li wir berovajî û serobin bû. Li bajêr qerebalixeke pir mezin heye. Di warê xizmeta perwerde, çand, wêje, tenduristî û ewlehiyê de gelek astengî û xirabî hene. Li gorî ku ajansa me rastiya Minbicê ya heyî dişopîne, xelkên Minbicê daxwaza derxistina çeteyan dikin.
‘Çete kiryarên wek dizî, girtin û kuştin pêk tînin’
Yek ji jinên bajarê Minbicê ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe bide, bi riya qeydên dengan ji ajansa me re got: “Piştî kontrolkirina çeteyan rewşa me gelekî xirab e. Bajarê me bûye bajarê tarîtiyê. Dema şev dikeve erdê, kes nikare ji mala xwe derkeve yan jî li bajêr bigere, ji ber ku ewlehî tuneye. Heta welatî li malên xwe nikarin bi ewlehî rakevin. Nan gelekî kêm e. Av û ceyran tuneye. Li bazarê jî kelûpel gelekî buha ne. Çete di bin hincetên ne rast de êrîşî malan dikin û diziya welatiyan dikin. Wesayîtên xwe bi axê boyax kirine, ji bo ku kes wan nas neke. Çi kesê karê wî li cem yekî din hebe, ji ber rewşa qerebalixa ewlehiyê li gor kêfa xwe êrîş dike. Li kêlek vê yekê, di bin hincetên nerast û îdîakirî de welatiyan digrin. Tiştên mala cîranê me hemû hat dizîn. Hinceta çeteyan jî ew bû ku cîranên me bi aliyekî ewlehiyê re kar dikirin. Tevî ku ev yek nerast e, kesekî nikaribû wan bisekinîne. Ji ber ku bi çek in û her kesê ku pêşî li diziya wan bigre, dikujin.”
‘Gelek komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hene’
Heman welatî, di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ne pêkan e çeteyên ku diziya welatiyan dikin û wan talan dikin bibin hikûmeta vî welatî û wiha got: “Ji ber kesê bi navê Colanî û niha bi navê Ehmed El Şerî tevdigere, beriya niha bi DAIŞ'ê re bû û paşê bi HTŞ'ê re ye. Wê çawa kesek wiha û komên li ser lîsteya terorê welat birêve bibin? Li gorî xizmên min dibêjin, li paytexta Şamê jî qerebalixeke mezin heye lê belê ne wek a li Minbicê ye. Gelek komên çeteyên dewleta Tirk a dagirker hene. Emşat Hemzat, Sultan Murad Silêman Şah û Ehrar El Şam hene. Hemû jî itîrafê bi hev nakin. Rêveberiyek wan tuneye. Hemû jî didizin, talan dikin, dikujin û hemû kiryaran pêk tînin, bêyî ku werin muhasebekirin. Ji ber vê qerebalexiya welat jî hîn bûne diziyê dikin.”
‘Bila QSD bajêr birêve bibe’
Derbarê pêkhateya Kurd ku beşek sereke ji civaka Minbicê ye de welatiyê bi hêvî, wiha got: “Pêkhateya Kurd ditirse komkujiya li Kobanê çêbû li Minbicê jî çêbibe. Ez bang li hêzên QSD'ê dikim, bajar ji bo vegere mîna berê, rizgar bikin. Em daxwaz ji QSD’ê dikin şerê van çeteyan bikin û wan ji bajêr derxin û biqewitînin, ji ber ku nikarin rêveberiya bajêr bi vî rengî bikin.”
‘Li bajêr derfetên kar tune ne û rewşa aborî zehmet e’
Çavkaniyeke din jî ji ajansa me re derbarê tiştê li Minbicê çêdibe de axivî û destnîşan kir ku bajarê Minbicê di rewşeke metirsîdar de ye, ji ber ku dizî û talan û kuştin pir bûye û wiha got: “Mala apê min li pêş çavên wan hat talankirin û tiştên wî dizîn. Nikaribûn tiştekî bikin. Ditirsiyan ku dest ji mala xwe berdin ewê mala wan were şewitandin. Ev binpêkirin ji her kesî zêdetir li dijî Kurdan dibin. Çeteyan kesên berê di saziyên mîna şaredarî, şîrketa ceyranê her wiha avê de xebitîne neçar kirin ku vegerin ser karên xwe. Bêyî ku beramber an jî mûçeyek bidin wan. Li bajêr derfetên kar tunene û rewşa aborî zehmet e. Berovajî wê dema Rêveberiya Xweser bû, hemû beşên civakê di nav kar de bûn û herkesî li gorî asta xwe ya xwendinê û tecrubeyê kar dikir."
‘Nahêlin jin li derveyê malê bixebite’
Ajansa me derbarê aboriya civakî ya xwe dispêre sîstema komeleyan û sehman a bi riya pirojeyên xizmetguzarî de raporek amade kir. Di raporê de ji bo jinan jî tê gotin ku ji hemû warên kar hatine dûrxistin, ji ber ku feraseta çeteyên dewleta Tirk a dagirker rola jinan diçewisîne û nahêle karek ji derveyî karê malê bikin.
Pirtûkxaneya tê de 20 hezar pirtûk hebûn hat şewitandin
Li ser asta çandî û wêjeyî li Minbicê vegerek heye. Pirtûkxaneya "Menla Xizêl" hat rûxandin û hemû pirtûkên di wê pirtûkxaneyê de hatin şewitandin. Li gorî serjimariya desteya Çand û Hunerê li kantona Minbicê di pirtûkxaneyê de 20 hezar pirtûk hebûn û cihê gelek panel û karên wêjeyî bû.
Gel ji perwerdê hatiye dûrxistin
Li ser asta perwerde û fêrkirinê hemû mamosteyên jin û mêr ên asta zanîngehê bi wan re tune ye, ji kar hatine dûrxistin. Di dema ku Rêveberiya Xweser derfet dida kesên asta amadehî bi wan re heye û di peymangeha perwerda mamosteyan re derbas bûne. Li gorî serjimariya dawî ya ji desteya Perwerde û fêrkirinê hatiye girtin, li bajêr berî dagirkeran hejmara mamosteyên sala 2024-2025’an 5 hezar û 518 bû, hejmara xwendekaran vê salê jî 123 hezar û 625 bû.
Amûrên nexweşxana Firatê dizîn bijîşk ji kar dûr ketin
Li ser asta tenduristiyê jî, li gor hin çavkaniyên di karên tenduristiyê de berê kar dikirin, hat ragihandin ku hemû cîhazên nexweşxaneya Firatê hatine dizîn. Her wiha hemû alavên Navenda Baldariya Tenduristiyê jî hatine rûxandin û dizîn. Heman çavkaniyan got ku ji ber rewş ne ewle ye, bijîşkan dest ji karên xwe berdane.
‘Werin teslîm bin emê we ji bo lêpirsînê bişînin Kîlîsa Tirkiyê’
Li ser torên medya dîjîtal bi taybetî rûpelên girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker, hinek posta tên belavkirin. Di van postayan de tê xwestin ku kesên di demên berê de bi Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî û tevgerên jinan re kar dikirin, xwe teslîmî polîsan bikin, ji bo ku wan ji bo lêpirsînê bişînin bajarê Kîlîsa Tirkiyê. Tê payîn ev siyaseta dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî dimeşînin, hewldaneke kişandina kesên bi rêveberiya xweser re kar kirine ya ber bi lêpirsînê ve ye. Kesê/a xwe teslîm neke jî, mala wî/wê rastî êrîşê tê, tê girtin û wendakirin. Ajansa me beriya çend rojan jî nûçeya revandina endama Heyva Sor a Kurd belav kiribû. Endama Heyva Sor a Kurd, bi taybetî bi peydakirina xizmetên tenduristiya bê pere ya ji welatiyan re, mijûl dibû.
‘Dewleta Tirk naxwaze xelk here cihên bi ewle jî
Piştî nebûna ewlehiyê li Minbicê, gelek welatî dixwazin ji Minbicê derkevin û berê xwe bidin cihên bi ewle. Rêveberiya Xweser jî bi navbeynkariya Amerîkayê hewl da ku xelkên li Minbicê mane veguhêzin warên bi ewle. Lê belê dewleta Tirk bersiv neda û şert danî ku gora Silêman Şah vegere derdora pira Qereqozaxê, ji aliyê rojhilatê çemê Firatê ve û birina rûbera kîlometreyek. Her wiha danîna çekên giran û avakirina baregeheke leşkerî li wir jî da pêşiya wan. Ji ber wê yekê agirbest û derxistina welatiyan hat astengkirin.