Ji jinên Iraqî banga tedbîra lezgîn: Vegera DAIŞ’ê wê gefeke cidî ya ewlehiyê çêbike

Jinên Iraqî diyar kirin ku vegera Iraqê ya çeteyên DAIŞ’ê yên ku ji girtîgehên Sûriyeyê reviyane, bi taybetî ji bo jinan gefên cidî yên ewlehî û azadiya tevgerê diafirîne, daxwaza tedbîrên lezgîn ên ji bo parastina jinan a li hem Iraq û hem jî li Sûriyeyê

 RAJA HAMÎD REŞÎD

 Iraq – Li Iraqê, di nava tirsa zêde ya vejîna çalakiyên DAIŞ’ê de, nîqaşa li ser encamên gengaz ên qebûlkirina mehkûmên ji girtîgehên Sûriyeyê yên ku bi sûcên terorê hatine mehkûmkirin, ji nû ve hat rojevê. Li herêmê fikarên ewlehiyê yên zêde yên ji nû ve zindîbûna DAIŞ’ê, di navenda nîqaşê de cih digre. Ev mijar tenê bi ewlehiyê ve sînordar namîne û aramiya siyasî û bandorên civakî yên bi taybetî li ser rewşa jinan jî dihewîne. Rageşiya di navbera piştrastkirinên fermî yên li ser kapasîteya hêzên ewlehiyê yên Iraqê ya ji bo kontrolkirina sînoran û birêvebirina rewşê û encamên gengaz ên ji bo aramiya navxweyî û avakirina hikûmetê, vê dosyayê dike yek ji mijarên herî hesas û tevlihev a welat.

Xeteriya li ser Iraqê didome

 Aktîvîsta mafên jinan Dr. Buşra al-Zuwaînî, diyar kir ku der barê vegera DAIŞ’ê ya ji bo Sûriyeyê de Iraqê sala 2026’an bi tevahî ji Iraqa sala 2014’an cudatir e. Buşra al-Zuwaînî, bi bîr xist ku operasyonên ji bo paqijkirina welat ji rêxistina terorîst sê salan domiyaye û der barê nûçeyên ku Iraqê 7 hezar endamên DAIŞ’ê girtiye de jî axivî. Buşra al-Zuwaînî, diyar kir ku piraniya hejmarên di medyaya dîjîtal de belav dibin îdeolojîk e û agahdariyên wê li ser çavkaniyên fermî ye. Buşra al-Zuwaînî, da zanîn ku li gorî daneyên fermî, 2 hezar û 500 û 3 hezar endamên DAIŞ’ê hemwelatiyên Iraqê ne û dê ev kes werin darizandin û cezayên girtîgehê yên ji şeş mehan heta salekê bigrin.

Dr. Buşra al-Zuwaînî, diyar kir ku li gorî agahiyên Wezareta Karên Derve ya Iraqê, nêzî sê hezar endamên DAIŞ’ê yên biyanî ya ji welatên cuda hene û wiha got: "Iraq nikare encamên ewlehî, darayî û exlaqî yên vê hejmarê bigre. Bi taybetî dema nerazîbûna raya giştî ya li ser hebûna hêmanên ne Iraqî li ber çavan tê girtin, ji bo vegerandina van kesan pêdivî bi koordînasyonê heye. Fikarên me bi taybetî li ser endamên DAIŞ’ê yên ku ji girtîgehê Sûriyeyê hatine berdan in û ev rewşek pir xeternak e. Di demên dawî de çeteyekî ku amadekariya qaçaxkirina mîqdarên mezin ên narkotîkê ya ji Sûriyeyê ji bo Iraqê dikir, hat girtin. Ev girtin nîşan didin ku tevî piştrastkirinên fermî yên sînorên Iraqê ewle û xurt in jî hewldanên ketina nava welat hê jî hene.”

 'Ez bi hemû jinan re di nava hevgirtinê de me'

 Dr. Buşra al-Zuwaînî, axaftina xwe wiha domand: "Her çendî xeterên DAIŞ’ê li ser jinan berdewam dikin jî bi taybetî reva hinek endamên DAIŞ’ê ji girtîgehên Sûriyeyê fikaran zêde dike. Li Iraqê piştî ketina Mûsilê, sûcên li dijî jinên Ereb, Kurd û Êzidî qet nayên jibîrkirin. Dubarebûna van sûcên li dijî jinên Kurd, birînên kevin ji nû ve vekirî û tirsan ji nû ve gur kir. Rastiya ku terorîstek DAIŞ’ê keziya şervanekî jin a Kurd birî û pesnê xwe da û piştre îdia kir ku ew ne rast e, xwezaya rast a van çeteyên ku hovîtiyên pir xerabtir dikin, radixe ber çavan. Ez çi Kurd, çi Tirkmen û çi jî Êzidî bi hemû jinên li Sûriye û Iraqê re di nav hevgirtinê de me. Nasnameya neteweyî çi Iraqî be û çi Sûriyeyî be, beriya hemû aîdiyetan e.

 ‘Herî kêm 7 hezar çekdar bi sûcên terorê hatine girtin’

 Nivîskar û rojnamevana ji Parêzgeha Kerkukê Nada Sultan, destnîşan kir vegera çekdarên DAIŞ’ê ji bo girtîgehên Iraqê divê bi sivikî neyê nirxandin û got: "Hejmarên hêyî nîşan didin ku herî kêm 7 hezar çekdar bi sûcên terorê hatine girtin. Ev yek bi taybetî dema rewşa siyasî ya niha ya welat bê berçavgirtin, yekser bandor li Iraqê dike. Partiyên di çarçoveya koordînasyonê de û yên hilbijartinan qezenckirin, hewl didin beriya dema diyarkirî ya makezagonî hikûmetek ava bikin. Cidiyeta vê pirsgirêkê dikare bandoreke neyînî li ser pêvajoya avakirina hikûmetê bike, ji ber ku hêzên ewlehiyê û sazî dê bi vê mijara hesas mijûl bibin. Encam dikarin bandorek girîng û neyînî li ser pêvajoya avakirina hikûmetê û rewşa giştî ya welat bike."

 Banga parastina jinan

Nada Sultan, destnîşan kir ku vegera endamên DAIŞ’ê yên bi sûcê terorê hatine cezakirin ji bo girtîgehên Iraqê, bi taybetî ji bo jinan dikare encamên cidî ava bike û got: "Jinên Iraqî dê bêguman ji ber her binpêkirina ewlehiyê ya têkildarî vê mijarê bi bandor bibin. Lawaziyên ewlehiyê û gefên ku dikarin azadiya tevgerê sînordar bikin ku dibe bi vegera çeteyan re derkevin holê dê rasterast bandorê li jiyana jinan û beşdariya wan civakê bike. Ev rewş rasterast bandorê li jiyana jinên Kurd jî dike ku di bin şert û mercên dijwar de li Sûriyeyê dijîn. Ne tenê li Sûriyeyê, li hawirdora herêmî jî dîmenên dijwar û bi êş ên ku bêrêzî rûmeta jinan xerab dikin, diqewimin. Ez bang li aliyên pêwendîdar dikim ku pêwist ji bo parastina jinên hem li Sûriyeyê hem jî li Iraqê tedbîrên pêwist bigrin. Xeter nêz û cidî ye, pêdivî bersivek berpirsiyar heye.”