Ji jinên Şengalê bang: Bibin dengê xweparastinê

Jinên Şengalê piştgirî dan pengava TAJÊ ya bi navê “Li dijî qirkirina jinan em ê bibin dengê xweparastinê” ji bo xwe parastinê hat destpêkirin û bang li hemû jinan kirin ku xwedî li pengavê derkevin.

BÊRÎVAN ŞENGALÎ

Şengal – Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) di 8’ê Adarê de bi dirûşma “Li dijî qirkirina jinan em ê bibin dengê xweparastinê” dest bi pengavek kir. Armanca TAJÊ bi vê pengavê ew e ku di serî de jinên Êzidî li hemberî êrîş û qirkirina li ser jinan helwestek çêbibe. Têkildarî pengavê endama Meclisa Jin a gundê Dîgurê Wefa Weysel û rêvebera Meclisa Jinên Ereb a Bîrcariyê Fatma Berhew ji ajansê me re axivîn û banga xwedîderketinê kirin.

‘Jinên li pey azadiyê ne dibin hedefa êrişan’

Endama Meclisa Jin a gundê Dîgurê Wefa Weysel diyar kir ku hemû jinên li pey azadiyê ne û ji bo azadiyê têdikoşin, dibin hedefa êrişan û wiha got: “Iraq di serî de li hemû cîhanê jin tên qetilkirin û windakirin. Her dem rastî astengiyan tên, li malê, li kolanan, li cihên kar û hwd. rastî astengiyên zihniyeta mêr tên. Dema jin li hemberî zextên desthilatdariya mêr serî radikin û li ber xwe bidin an tên qetilkirin an jî windakirin. Bi qetilkirin û windakirina jinan re civak, çand, bawerî û hwd. jî tên qetilkirin û windakirin. Jin êdî zext û ferzkirinên mêr ên  ku li ser wan didin meşandin qebûl nakin, li ber xwe didin û têdikoşin.”

‘Divê jin xwe bi rêxistin û perwerde bikin’

Wefa Weysel destnîşan kir ku heke hemû jin xwe bi perwerde û birêxistin bikin dikarin li hemberî hemû êrîş û cureyên tundiyê rawestin û ev tişt anî ziman: “Divê hemû jin bibin yek û nehêlin dijmin planên xwe yên qirêj li ser me bimeşîne. Her wiha ji bo pêşî lê girtin û rawestandina qirkirina jinan lazim e hemû jin û ciwan xwe perwerde, zana û birêxistin bikin.”

Wefa Weysal di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Ez bang li hemû jinên cîhanê dikim ku tevli pengava TAJÊ bibin û em bibin yek deng û yekdest bi vî awayî qirkirina li ser jinan bidin rawestandin.”

‘Jin bingeha civakbûnê ne’

Di heman mijarê de Rêveberiya Meclisa Jinên Ereb a Bîrcarî Fatma Berhew jî da zanîn ku tundiya li ser jinan, li ser hemû civakê ye û wiha got: “Em weke meclisa jinên Ereb di serî de tundiya li ser jinan qebûl nakin divê hemû jinên cîhanê tevli pengava TAJÊ bibin û li dijî tundiyê têbikoşin. Tundiya li ser jinan ne tenê li herêma me heye, li hemû cîhanê heye. Jin xwedî roleke girîng in, bingeha civak û civakbûnê ne.”

Banga xwedî derketina li pengavê

Fatma Berhew banga piştgiriya pengavê li jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pirsgirêkên zewaca di temenê biçûk de, hevberdan û tundiya di nava malê de pir zêde bûne û ev cure îşkenceyek e ku pêwîst e her kêlî têkoşîn li hemberî wê hebe. Jin ne nîvê malekê yan civakekê ne, jin civakbûn bi xwe ne. Jinên şerker bi fikrên xwe şer dikin ne tenê bi çekan şer dikin. Pêwîst e hemû jin li her derê cîhanê bibin dengek û li hemberî zilm û zorê bibin dengê azadî û berxwedanê. Banga me ji hemû cîhanê re ew e ku piştgiriya hamleya me bikin.”