Ji jinan banga aştiyê: Aştî li benda mêran û kesên li ser desthilatê nayê hiştin
Di roja duyemîn a konferansa bi sernavê "Jin Li Kêleka Hev Pêşerojê Nîqaş Dikin" de, siyasetmedar û akademîsyenên jin tekez kirin ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê, pêwîst e rûbirûyî rabirdûyê bibin û jin hevgirtinek aştiyê ya kolektîf ava bikin.
Navenda Nûçeyan – Konferansa ku bi dirûşma "Jin Li Kêleka Hev Pêşerojê Nîqaş Dikin" tê lidarxistin, di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike. Di nîqaşên roja duyemîn ku li Odeya Endezyarên Înşaetê ya Enqereyê hatin lidarxistin de, bal hat kişandin ser berpirsyariya siyasî ya ji bo aştiyê, derfetên çareseriya demokratîk, rola Parlamentoyê û nêzîkatiyên partiyên siyasî yên cuda li hemberî pêvajoyê.
Di rûniştina yekem a rojê ku bi sernavê "Berpirsyariya Siyasî ya ji bo Aşitiyê: Çareseriya Demokratîk, Parlamento û Partiyên Siyasî" de bû û ji aliyê rojnamevan Gozde Şeker ve hat birêvebirin, Cîgira Serokê Partiya Nû Gokçe Gokçen axivî.
Gokçe diyar kir ku ew girîngiyê didin wê yekê ku rapora ji aliyê komîsyona parlamentoyê ve hatiye amadekirin, hem mijara danîna çekan û hem jî pêvajoya demokratîkbûnê dihewîne. Gokçe bal kişand ser wê yekê ku tenê beşek ji pêşniyarên partiyên siyasî yên cuda di raporê de cih girtine.
‘Divê mijar ji bo hev nebin şertên pêşwext’
Gokçe Gokçen, bi destnîşankirina wê yekê ku xebatên komîsyonê temam bûne û rapora wê bi lihevkirineke berfireh hatiye pejirandin, diyar kir ku pêwîstiyên raporê hêj bi temamî nehatine pêkanîn û axaftina xwe wiha domand: “Weke partiyeke nû û di rastiyê de, di têkiliyên me yên siyasî yên berê de jî helwesta me her tim yek bûye: Divê tu yek ji van mijaran wekî şertê pêşwext ji bo mijareke din neyê dîtin an jî pêşkêşkirin. Gotina ‘Bila pêşî çek bên danîn, paşê em dikarin behsa demokratîkbûnê bikin’ an jî pêşniyarkirina ku divê pêşî pêvajoya bêçekkirinê were birêkûpêkkirin û paşê mijara demokrasiyê were rojevê, bi qasî gotina ‘Bila hemû pirsgirêkên din bên çareserkirin, bila hemû mijarên demokratîk bên safîkirin û paşê em ê li vê mijarê binhêrin’ şaş e. Helwesta me her tim ew bûye ku divê ev pêvajo ne girêdayî hev bin; berovajî vê, divê bi hev re bên meşandin. Divê gavên ji bo her du aliyan jî bi dilsozî û bi awayekî ku baweriyê ava dike, bên avêtin. Bi kurtasî, me her tim parêzvanî li prensîba hevdemî û girêdayîbûna bi hev re kiriye, nêzîkatiyek ku tê de ev mijar ne li pey hev, lê bi hev re tên destgirtin.”
‘Nebûna baweriya bi pêvajoyê, bi nebûna baweriya bi hikûmetê ve girêdayî ye’
Gokçe Gokçen bal kişand ser wê yekê ku nebûna baweriya bi pêvajoyê, bi piranî ji helwesta hikûmetê çêdibe û diyar kir ku hikûmetê ji destpêkê ve ew gavên ku dikaribû bavêje, neavêtiye. Gokçe Gokçen, di çarçoveya vê nebûna baweriyê de, behsa bertekên li hemberî beşdarnebûna AKP’ê ya di konferansê de kir û got: “Ji aliyekî ve daxuyanî hatin dayîn ku nîşan didan pêvajoyek dest pê kiriye. Lê belê, di demekê de ku nîqaş li ser cewherê vê ‘pêvajoyê’ dihatin kirin, operasyonek li dijî Şaredariya Esenyurtê hat destpêkirin. Her wiha, lêpirsînên ku rêveberiyên herêmî dikirin hedef, hatin berfirehkirin. Di demekê de ku wisa dihat nîşandan ku dibe pêvajoyek hebe, Akin Gurlek wekî Serdozgerê Komarê yê Stenbolê hat tayînkirin; her wiha di pêşhateyeke din de, nûnertiya Kurdan a li şaredariyên rojavayê welêt, di îdianameyan de wekî ‘sûcekî têkildarî terorê’ hat pênasekirin.”
Gokçe Gokçen destnîşan kir ku divê ev pêvajo bi gavên ku baweriyê ava dikin, pêş ve biçe.
‘Pêvajoyek ku tê de aliyê hevdîtinê kesekî tayînkirî ye, kesekî ku ji aliyê Qesrê ve hatiye tayînkirin’
Gokçe Gokçen bal kişand ser wê yekê ku her çend ji bo danîna çekan çarçoveyek pêwîst be jî, derbarê awayê pêkanîna vê yekê de pirsên cidî hene. Gokçe di vê çarçoveyê de wê behsa tayînkirina qeyûman bo şaredariyan kir. Wê got: “Ev pêvajoyek e ku tê de aliyê hevdîtinê ne rayedarekî hilbijartî, qeyûmekî ji aliyê dewletê ve tayînkirî ye; di demekê de ku dikare gaveke girîng ber bi aştiya civakî ve bê avêtin, ew aliyê ku pê re tê axaftin ne nûnerê hilbijartî ye, her wiha kesekî tayînkirî ye, kesekî ku ji aliyê Qesrê ve hatiye tayînkirin.” Gokçe Gokçen ji perspektîfa hiqûqî ve, nezelaliyên derbarê dema pêkanîna yasayê de rexne kirin û diyar kir ku biryara li benda biryara Konseya Ewlekariya Neteweyî maye, ligel ku dîroka pêkanîna rêziknameyê ne diyar e, dibe sedema pirsgirêkên mezin. Wê tekez kir ku paşxistina pêkanîna yasayê bo demek nediyar, ne ji aliyê siyasî ve û ne jî ji aliyê hiqûqî ve rast e.
‘Em tenê guhdar nekin û derbas nebin’
Gokçe Gokçen bi bîr xist ku komîsyonê guh daye ‘Dayîkên Aştiyê’, ‘Dayîkên Şemiyê’ û ‘Dayîkên Amedê’ û wiha got: “Kesên ku ligel Dayîkên Şemiyê rondik rijandin û xemeke kûr hîs kirin hebûn. Lê belê, hêviya min ew bû ku di civîna piştre de, em wekî siyasetmedar nîqaş bikin ka em dikarin di derbarê vê mijarê de çi gavên berbiçav bavêjin. Bila em tenê guhdar nekin û derbas nebin. Gelo em bi rastî karekî cidî dikin, eger em tenê bibêjin ‘Ax, çi trajediyeke mezin e, em gelek xemgîn bûn’ û paşê jî bi awayekî asayî berdewam bikin?”
Gokçe Gokçen bal kişand ser wê yekê ku destûr nedane Dayîkên Aştiyê bi Kurdî biaxivin, rewşeke ku derbarê rêbazên xebatê yên komîsyonê de pirsan çêdike û wiha lê zêde kir: “Ev mirov dixe nava fikaran. Eger di mijareke wiha de gaveke biçûk jî nayê avêtin, gelo wê çawa pêşveçûnek çêbibe? Ev yek nîşan dide ku ev biryar li cihekî din tên dayîn. Ev rewş wê baweriyê çêdike ku kesên li vir dixebitin, nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên ku ji bo parvekirina şahidiyên xwe hatine vexwendin û heta siyasetmedar bi xwe jî, tu derfeteke wan a rastîn tune ye ku bandorê li encamê bikin.”
‘Aştî mijareke ewqas cidî ye ku li benda mêran û kesên di desthilatdariyê de nayê hiştin’
Fîlîz Kerestecîoglu diyar kir ku aştî nikare tenê wekî pêvajoyeke teknîkî ya di navbera aktorên siyasî de were dîtin û got: “Aştî mijareke ewqas cidî ye ku nikare li benda mêran û kesên di desthilatdariyê de bê hiştin. Di heman demê de, ev karekî ewqas girîng e ku ji bo pêvajoyeke teknîkî nikare bê kêmkirin. Ev tiştek e ku baweriya tevahiya civakê dixwaze, hewldanek e ku divê em hemû bi hev re dest pê bikin.” Fîlîz tekez kir ku di vê pêvajoyê de, ji bo jinan girîngtir e ku baweriya xwe bi têkoşîna xwe bînin, ne ku di nîqaşên derbarê baweriya di navbera aktorên siyasî de winda bibin. Fîlîz Kerestecîoglu, dema ku behsa serdemeke pevçûnên berê dikir û bal dikişand ser wêneyekî ku wê di sala 2016’an de li Cizîrê kişandibû, pirsî: “Diviyabû me çi bikira? Diviyabû em hemû li cem vê jinê bisekiniyan CHP, MHP û AK Partiya wê demê...” Wê her wiha behsa bûyera komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Gara Trenê ya Enqereyê kir û got: “Ez bawer dikim ku divê em bi hev re derkevin kolanan.”
‘Pêvajoyên rûbirûbûnê divê neyên paşxistin’
Arzu Yilmaz destnîşan kir ku hem hikûmet û hem jî Kurd di demekê de tevlî vê pêvajoyê bûn ku şert û mercên dîrokî ev yek ferz dikir. Arzu wiha domand: “Kurd ne bi awayekî ku tenê ‘hilbijartinek’ be, çûn nav aştiyek bi AKPê re; ev ne meseleyeke tercîhê bû. Ev hevkariyeke ku ji pêwîstiyê derketibû holê, di demeke dîrokî de ku guhertin êdî neçarî bû û ji ber ku AKP di wê demê de li ser desthilatê bû, bû şirîkê ku nedihate dûrxistin.”
Arzu bal kişand ser wê yekê ku empatiyê, berî her tiştî, hişyariya li ser tiştên ku qewimîne dixwaze, û wiha lê zêde kir: “Ji bo ku empatî pêk were, divê mirov pêşî rastiyan bizanibe. Bi dîtina min, divê em êşên ku hatine kişandin, rastiya tiştên ku qewimîne û pêvajoyên pêwîst ên rûbirûbûnê bipaş nexin. Aştî nikare tenê li ser bingeha pêşveçûnên heyî bê avakirin. Pêwîst e mirov bi rabirdûyê re rûbirû bibe û hesabê wê bike.”
Arzu Yilmaz diyar kir ku motîvasyona sereke ya hikûmetê ew e ku dewletê ji bo veguherîneke neçarî amade bike û wiha rave kir: “Armanca bingehîn ew e ku dewletê ji bo veguherîneke ku dê çêbibe amade bike, di heman demê de bi stratejiyeke ku rîskan kêm bike û berjewendiyan herî zêde bike. Ez bi awayekî xurt bawer im ku ev pêvajo du sal berê tam bi vê motîvasyonê dest pê kir û hîn jî bi heman armancê berdewam dike.”
‘Hikûmetê derfet dît ku ‘Plana A’ya xwe ya rastîn pêk bîne’
Arzu Yilmaz ev tişt anîn ziman: “Her çend hikûmetê du sal berê avakirina hevkariyeke bi Kurdan re wekî pêwîstiyekê didît jî, niha ew derfeteke konjonkturel bi kar tîne. Demek ku rê daye wê ku tişta min berê di çarçoveyên din de wekî ‘Plana A’ya wê ya rastîn bi nav kiribû, pêk bîne. Planeke ku qet têkiliya wê bi hevkariya bi Kurdan re tune bû. Bi rêya guhertina rejîmê li Sûriyeyê, wê hevalbendiyeke Sunnî ava kiriye. Bi bikaranîna rîskên ku Îran çêdike, wê derfetek dîtiye ku bi dewletên Sunnî re hevkariyan pêk bîne. Eşkere ye ku ev yek dem daye hikûmetê û hiştiye ku ew pêvajoya aştiyê li gorî tercîhên xwe bi rê ve bibe.”
Arzu Yilmaz balkişand ser wê yekê ku ew dema ku hikûmetê bi dest xistiye ne bêdawî ye û destnîşan kir ku pêwîstiyeke mezin bi peymaneke civakî ya nû heye. Wê her wiha diyar kir ku ji nû ve avakirina dewletê, ne tenê nîqaşeke taybet bi Tirkiyeyê ye.
Girîngîdana yekîtiyê
Hevseroka Partiya DEM’ê, Tulay Hatîmogullari jî axivî. Tulay bal kişand ser girîngiya avakirina hevbendiyeke aştiyê ya hevpar ji aliyê jinan ve ya tevî cudahiyên wan û destnîşan kir ku şer ji aliyê mêran û xwediyên sermayeyê ve tên destpêkirin, lê jin li rêyên çareseriyê û avakirina aştiyê digerin. Tulay wiha got: "Em jin çawa dikarin tevî hemû cudahiyên xwe hevbendiyeke aştiyê ava bikin? Em jinên ji paşxaneyên cuda çi rastgir, çi çepgir, çi bêserpoş, çi bi serpoş, çi lîberal, çi di warê siyasî de çalak an jî yên din çawa dikarin bên cem hev û hevbendiyeke ji bo aştiyê ava bikin? Bi dîtina min, divê ev bibe pirsa bingehîn a ku em ji vê rûniştinê bi xwe re dibin. Me têra xwe dem derbas kir ji bo nîqaşkirina tiştên ku me nikarîbû bi dest bixin. Gelo em dikarin bi hev re çi biafirînin û rêxistin bikin, û em ê çawa li pêşerojê binhêrin? Ez bawer im ku hatina cem hev a raman, hizir û hestên ku di binê vê konferansê de hene, gelekî girîng e."
Rûniştina yekem a konferansê bi dawî bû.