Ji hunermandan xebatek nû: Ji bo aştiyê gotina min heye

Ji bo banga aştiyê, projeya kolektîf a vîdeo hat çêkirin. Metna ku di vîdeoyê de cih girtiye, bi dengê hunermend Julîde Kural hatiye xwendin.

Navenda Nûçeyan – Hunermend Julîde Kural ku beşdarî merasîma şewitandina çekan a PKK’ê ya di 11’ê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniyê, Herêma Federal a Kurdistanê bûbû, ji bo banga aştiyê bike, bi awayekî kolektîf projeya vîdeoyê çêkir. 

Gotinên metnê aydê Doç. Dr. Sureyya Karacabey in,  montoja wê sînemager û wergêr Sînem Bayraktar û dengdayîn jî ji hêla Julîde Kural ve hatiye kirin. Navê “Ji bo aştiyê gotina min heye” li xebata vîdeoyê hat kirin. Di vîdeoyê de malbatên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane, dîmenên malên wan, meşên ji bo aştiyê û dîmenên kevokên spî cih girtin. 

‘Ez nikarim bêdeng bimînim, ji bo aştiyê gotina min heye’ 

Metna vîdeoyê ku Julîde Kural deng dayê wiha ye: “Heke em destê xwe dirêj nekin û nedin sekinandin dê zeman mîna aşekî, xwînê bigerîne. Şerma ji nêrîn û dîtinan çêbûyî dê bibe tekane şahidê emrê me. Heke em bêdeng bibin, ew jinên baranê jî wekî hêsir dizanin her şev dê bi qêrîna ‘zarokên min’ êşeke din hembêz bikin û razên. Welat, niha bûye albûmeke ji emrên nîvcomayî pêk tê. Heke em li rûpelên ku heta destên me neşewitin nikarin bizivirînin, li nameyên hatine nivîsandin lê nehatine şandin, li bermahiyên jiyana mîna paketekê hatine teslîmkirin binêrin û tiştekî nebêjin, heke em tiştekî nebêjin, belkî jî wê demê wateya kombûyî ya têkildarî însan jî di bîreke kûr de tune bibe. Heke em tiştekî nebêjin dê ziman ji xwe şerm bike û gotin dê nikaribin me rizgar bikin, di bahozekê de li zinaran biqelibin û ji hev belav bibin. Heke em bêdeng bimînin. Heke ez bêdeng bimînim. Ez nikarim bêdeng bimînim, ji bo aştiyê gotina min heye. 

Mirov, dikare gelek tiştên xelet hatine çêkirin sererast bike. Mesela dikare cihekî tenê çûk li asîmanê wê difiririn ava bike. Dikare bifikire ka însanek çi ye. Jiyana li derveyî veqetîn û sînoran, mesela huner dikare vê bikire. Soza min ji bo aştiyê heye. Ji bo aştiyê gotina min heye. Ji bo aştiyê gotina min heye. Heke em bixwazin hemû tiştên me di tarîtiyê de winda kirine bên dîtin. Dê gund û bajarên ji goristanan hatine avakirin biguherin. Giha dê li cihên şewitînê dîsa şîn bibin. Dilovaniya demeke dirêj di nava êşekê de sekinî, heke em destên xwe dirêjî hev bikin dê me tevan baş bike. Ji bo aştiyê gotina min heye. Ji bo aştiyê gotina min heye. Ji bo aştiyê gotina min heye.”