Ji Heyva Sor a Kurd têkildarî rewşa Suweydayê civîna çapemeniyê
Li Qamişlo Heyva Sor a Kurd debarê rewşa li Suweyda û alîkariyên ku gihandine Suweyda civîna çapemeniyê li dar xist.
Qamişlo – Heyva Sor a Kurd a bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî rewşa niha a Suweyda û alîkariyên gihaye Suweyda civînek çapemeniyê li darxist.
Di civîna çapemeniyê de hemû ragihandinên herêmî û navnetewî amade bûn.
Di civînê de sînevîzyonek derbarê alîkariyên ku Heyva Sor a Kurd pêşkêşî Suweydayê kiriye hate pêşandan.
Di civîna çapemeniyê de derbarê alîkariyên ku Heyva Sor a Kurd pêşkêşî Suweyda hatî kirin de Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediya Abdullah axivî û wiha got: “Em gelek ji rewşa Suweydayê bandor bûn. Me gelek hewildan kirin da ku em alîkariya mirovî bigîhinin gelê Suweydayê. Despêka me xwest em alîkariya cotkaran bikin, da ku çandiniya wan nesekine, me ji wan re Mazot peyda kir da ku bexçeyên xwe av bidin û ji bo karîbin wan gelan bigihînin cihek bi tendurist û parastinê.
Gelek kes ji gundên xwe koçber bûn. Nêzî 40 Hezar xwarinên amade ji wan re hate şandin û belavkirin. Di heman demê de alîkariya madî pêşkêş kir. Me xwe gihand Navenda Emel ku xizmeta nexweşên penceşêrê dike, hezar û 500 nexweşên penceşêrê li wê derê tedawiya xwe dibîne, Heyva Sor a Kurd ji wan re Tedawiyên Pêwîst peyda kir. Heta niha jî alîkariyên me ji bo Navnda Emel didome.
Gelek sazî û cihên ku xizmeta tendurstî û xizmeta avê dide, mazot li ser wan hatiye qût kirin, me li gel Rêxistina Sened nêzî 300 Panêlên Tavê pêşkêş kir. Têkiliyên me bi kesên li Suweyda ne re heye, Nexweşaxanek li wir 510 Karmendên wê hene, ev çend mehe fonê xwe ne girtine, bi awayek alîkarî, em pêre bûn alîkar, emê vê xizmetê didomînin.”