Ji her 8 jinan yek bi penceşêra memikê dikeve

Yek ji nexweşiyên li cîhanê belav bûye û jin pê dikevin penceşêra memikê ye. Li gor agahiyên dawî, ji her 8 jinan yek bi penceşêra memikê dikeve. Di 6 mehên destpêka îsal de li Silêmanî 347 bûyerên penceşêra memikê hatine tomarkirin.

HÊRO ELÎ

Navenda Nûçeyan – Penceşêra memikê destpêkê bi girêyek di nava memikê de destpê dike, ger zu neyê diyarkirin û çareserî jêre neyê dîtin ev nexweşî belavî hemû bedenê dibe. Her wiha meha Cotmehê ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ve wek meha hişyarî û pêşîlêgirtina pênceşêra memikê hatiye diyarkirin. Divê mehê de jin bi girêdana qûrdeleya pembe, çalakiyên cûr be cûr ên hişyariyê li ser nexweşî û girîngiya vê mehê belav dikin.

Cara yekem meha hişyariya penceşêra memikê di Cotmeha sala 1985’an de destpê kir. Wê demê jina yekem ku ji penceşêra memikê rizgar bû Bêtî Ford, alîkariya destpêkê bi bangawaziya ji bo gihandina hişyariyê ji bo jinan li seranserî welat kir. Piştre bang li jinan kir ku xwe di aliyê penceşêra memikê de perwerde bikin û derbarê nexweşiyê de agahiyan bigirin û êdî şerm nekin û bi eşkere behsa tenduristiya memikê bikin.

Di sala 1991’an de Rêxistina Xêrxwaz li New Yorkê çend qûrdeleyên bi rengê pembe ji bo bilindkirina hişyariya derbarê nexweşiyê û piştevaniyê li xelkê belav kir. Piştre di sala 1992’an de bi fermî rengê pembe bû sembola meha pêşîlêgirtina penceşêra memikê.

Cûreyên penceşêra memikê

Gelek cûrên penceşêra memikê heye û ew jî li gor bedenên jinan tê guhertin.

Nîşaneyên herî diyar yên penceşêra memikê

* Çêbûna girêka di memikê de

*Têkçûn û çûyîna serê memikê ber bi nava laş ve

*Êşa memikê

*Hatina şîr ji zevê memikê

*Guherîna awayê memikê

Lê belê divê bê zanîn ku ev nîşane di hinek bûyerên din de rû dide û ne şerte ku hemû deman penceşêra memikê be.

Sedemên wê

Heta niha sedemek diyar ê peceşêra memikê nehatiye dîtin. Lê belê li gorî lêkolînan ew jinên ev sedemên xwarê li gel hene, îhtimala pêketina nexweşiya penceşêra memikê zêdetir e:

*Zêdebûna temen: Jinek temenê wê di ser 60 salî re egera nexweşiya penceşêra memikê zêdetir e.

*Berê pêketina penceşêra memikê: Ger jinek berê memikek wê penceşêr girtibe dibe ku memikê din jî bigre.

*Genetîka malbatî: Ger dayîk, xwişk an jî yek ê malbatê penceşêra memikê girtibe, egere girtina wê zêde ye.

*Guherîna hormanan: Dibe sedemê penceşêra memikê.

* Kêm tevgeriya bedenê: Qelewî û werzîşnekirin dibe sedem.

*Cixare, nargîle û vîpkêş jî dibe sedem.

Penceşêra memikê di aliyê hejmar de, ji her 8 jinan di yekê de tê dîtin. Lê belê di aliyê sedemê mirina ji ber penceşêra memikê di jinan de piştî penceşêra sihê, di rêza duyem de ye.

Li gorî daneyên Tenduristiya Cîhanê (WHO), di sala 2020’an de 2 milyon û 200 hezara jin li seranserî cîhanê nexwşiya penceşêra memikê girtine.

Di sala 2022’an de 2,3 milyon jin nexweşiya penceşêra memikê girtine û 670 hezar kes li cîhanê jiyana xwe ji dest dane, Çîn, Emerîka û Hindistanê di pileya yekem de cih girtin.

Her wiha li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê salene li seranserî cîhanê 2,3 milyon bûyerên nexweşiya penceşêra memikê tên qeydkirin.

Daneyên salên dawî yên penceşêra memikê

Li herêma Kurdistanê li gorî daneyên çend salên borî yên nexweşxaneya Hîwa belav kirin, salane daneyên nexweşiya penceşêra memikê zêde dibe. Di sala 2021’an de 5,9 bûyerên penceşêra memikê nexweşxaneya Hîwa qeyd kiriye. Di sala 2022’an de navê 318 hemwelatiyan hatiye qeydkirin. Di 6 mehên destpêka sala 2023’an de hezar û 508 hemwelatiyan navê xwe li nexweşxaneya Hîwa tomar kirin.

Di 6 mehên îsal de 347 bûyer li Silêmaniyê hatine qeydkirin

Her wiha li gorî daneyên nexweşxaneya Hîwa, ji destpêka sala 2024’an heta 6’ê Cotmeha heman salê, li nexweşxaneya Hîwa 479 bûyerên nexweşiya penceşêra memikê hatine qeydkirin. Di 6 mehên îsal de li Silêmanî 347 bûyerên penceşêra memikê hatine qeydkirin.

Her sal rêjeya nexweşiya pencêşêra memikê zêde dibe

Ev dane nîşan didin ku sal bi sal rêjeya nexweşiya pencêşêra memikê zêde dibe. Ji ber wê pispor her tim jinan hişyar dikin ku li malê bi xwe fehsa memikê bikin. Her wiha ew jinên ku temenê wan 40 salî zêdetir e, salene divê Momogramî bikşînin, da ku xwe ji nexweşiya penceşêra memikê bi parêzin. Her wiha ew jinên ku mêjûya wan a penceşêra memikê heye, divê xwe biparêzin. Di dema derketina nîşaneyên penceşêra memikê de divê di zûtirin demê de serdana bijîşkên pispor bikin û ew jinên ku nexweşiya penceşêra memikê hene çareseriya xwe bê paşguhkirin bikin.