‘Ji her 10 jinan 4 jê bê karin’

Li gorî ‘Rapora Keda Jinan’ DÎSK/Genel-Îş, li Tirkiyeyê ji sedan 30’ê jinan ji derveyî qeydan di xebitin û di karan de beşek girîng a jinan di şertên bê ewle de di xebitin.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê keda jinan, hê nayê dîtin û di cihek bê nirx deye. Li gorî ‘Rapora Keda Jinan’ a sendîkaya DÎSK/Genel-Îş amade kirî, ne wekhevî û bê ewlehiya di jiyana kar a jinan de wek pirsgirêke kûr a pergalî didome. Raporê daneyên krîtîk ên wek kêmbûna rêxistina sendîka, bêkarî, karkirina derveyî qeydan parve kir, diyar kir ku ji bo zêdekirina dîtina kedê û mezinkirina polîtîkayên wekheviyê pêwîstî bi tedbîrên lezgîn heye.

Di raporê de hate destnîşankirin ku nedîtina keda jinan pirsgirêkek pergaliye û wiha hate gotin: “Jin barê bingehîn ên pêvajoyên hilberîn û ji nûve hilberînê dihilgirin, tevî vê jî, keda wan gelek deman di zemînek bê ewle û bê nirx de tê asêkirin.”Di rapora ku deneyên derbarê bêkariya jinan a pênasekirina berfireh, rêjeyên sendîkayî û xebatên bê ewle hatî parvekirin de, li beramberî kêmkirina bêkariyê ‘pênasekirina teng’ a TUÎK ragihandî, da zanîn ku nîşaneyên bê kariyê ya ‘pênasekirina berfireh’ di çalakiya zêdebûnê de, hejmara rast  a bêkariyê gihaye 6 milyonan.

Jin bê ewle di xebitin

Di raporê îşaret bi wê yekê hate kirinn ku ji jinên ku hemû demê di xebitin rêjeya ji sedî 21,1 ji derveyî qeydan, yên kêm dem di xebitin, gihaye ji sedî 60,7’an. Jin bê ewle tên hiştin.

Daneyên ku di raporê de derketine pêş wiha hate rêzkirin:

“*Ji sedî 30’ê jinên di xebitin, derveyî qeydan di xebitin,

* Ji sedî 21’ê jinên hemû dem di xebitin, derveyî qeydan di xebitin,

*  Bê ewlebûna demên kurt ji sedî 60’an e,

* Tirkiye di ne wekheviya zayendê de di nava 148 welatan de di rêza 135’an deye,

* 21.5 milyon jin ne daxilî hêza kare,

* Ji her 10 jinan 4 jê bê karin,

*Li gorî daneyên Kanûna 2025’an, li gelamperî YE, rêjeya bêkariya jinan ji sedî 6.3 ye, li Tirkiyeyê ev rêje ji sedan 10.5’e.

* Bê kariya herî zêde mevzunên zanîngehê ne,

*Jinên karker xwerêxistin nakin; ji her 10 jinan tenê 1 jê endamê sendîkayane,

* Sendîkabûna rast a jinan ji sedî 7’ e,

* Sektorên ku asta herî bilind a sendîkayên jinan lê heye, karên giştî, banqe, fînans û xizmetên sîgarta, tenduristî û civakî ne.”