Ji gihayên dawerivandî zeytê bêhnxweş çêdikin
Jinên li heremên çolwar dijîn, ji bo debara xwe bikin gihayên ku li çiyayan şîn dibin kom dikin û bi dawerivandinê zeytên bêhnxweş ji bo esansê ji wan çêdikin.
ÎXLAS HAMRUNÎ
Tûnis - Bedewiyên xwezayî û herêmên çiyayî yên Tûnisê bi taybetî ji bo jinên li van herêman dijîn derfetê dide ku serxwebûna aborî bi dest bixin. Jinên li gundan dijîn debara xwe bi komkirina gihayan dikin.
Zeytên bêhnxweş bi dest dixin
Aîsha Akroutî ya ku 3 zarokên wê hene yek ji wan jinan e ku bi komkirina gihayan debara xwe dike. Aîsha Akroutî van gihayan hişk dike bi rêbazên dawerandinê yên cûr bi cûr zeytên bêhnxweş û tibî ji wan bi dest dixe.
Aîsha Akroutî wiha got: “Ez li nêzî çiyayê Humeyrê dijîm û gihayan kom dikim. Ji bo zeytê çêbikim, bîberiye, gihayê pelîn û cehtirê kom dikim. Feydeya van gîhayan gelek in, xwezayîne û bi baranê tên avdan. Ji ber vê jî bêhna wan xweş e.”
‘Divê jin li malê xwe hepis nekin’
Aîsha Akroutî di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku ew gihayan li çiya kom dike û destnîşan kir ku ji bo zeyta xwezayî derbixe dawerandinê dike û wiha pê de çû: “Gelek westandina vî karî heye. Heya ez hildikşim çiya pir diwestim. Her wiha ji bo ku tu kokê gihayan şîn bigrî divê tu baldar bî. Ji ber ku dema giha hişk dibin, ji kokê ve rakirina wan zehmet dibe.”
Aîsha Akroutî amaje bi vê yekê kir ku ji bo dawerinandinê perwerde dîtiye û wiha domand: “Ji bo bikaranînê, her gihayek taybetmendî û feydeyê wê cuda ye. Ji bo vê jî min ji wan gihayan sabûna biberiye, ya qehweyê, sabûna gulan û hinek kremên kozmetîk çêkir.” Aîsha Akroutî destnîşan kir ku ji ber kêmbûna kar ev giha ji bo jinan derfetên kar dide avakirin û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Divê jin xwe li malê hepis nekin, xwe bi xwedîkirina zarokan re sînordar nekin divê kar bikin û ji bo ku hebûna xwe ya di nav civakê de bidin îsbatkirin bikevin nava hewldanan.”
Projeya xwe ava kir
Mounîa Abîdî destnîşan kir ku ji bo jinên ku li gundan dijîn û şert û mercên wan ên aborî ji bo destpêkirina karekî ne guncaw in, komkirina giya girîng e.
Mounîa Abîdî der barê projeya xwe de wan tiştan anî ser ziman: “Fikra min ji bo projeyek hebû ku ez hêjîrên sor ên Hindistanê bikar bînim, ji ber vê yekê ez hêjîran diperçiqim û ava wê derdixim. Di heman demê de ez wê wekî rengdêrek xwarinên xwezayî bêyî ku madeyên kîmyewî di amadekirina hilberînên kozmetîk de bi kar tînim. Ev berhema ku ji bo tenduristiyê jî pir baş e, ji bo gelek nexweşiyan jî baş e. Gelek feydeyên wê hene ji bo tansiyona xwînê, şekir û sîstema hezmê.
Hêjîr ji darê tên komkirin, tên şûştin û jêkirin. Paşê bi şekir an bê şekir tê pijandin. Ji ber ku xwedî reng û tama xwezayî ne, di çêkirina şîrînayî de jî tên bikaranîn.”
Mounîa Abîdî diyar kir ku ev proje di jiyana wê de bûye xaleke werçerxanê û wiha domand: “Vê projeyê kesayet û ramanên min guherand, niha cihekî min ê kar heye, ez dixwazim bi pêş bixim û xeyala serkeftinê bikim, ez serbixwe bûm û min biryara xwe xist meriyetê."
Bang li jinan
Aîsha Akroutî û Mounîa Abîdî gotin ku karê jinan bi taybetî yên li gundan dijîn ne tenê karê malê û lênêrîna zarokan e û bang li jinan kirin ku aboriya xwe ya serbixwe ava bikin.