Ji Genealojiyê ber bi Jineolojiyê ve: Ji nû ve avakirina zanînê
Nîqaşa di navbera ‘Genealojî’ û ‘Jineolojiyê’ de ne tenê nîqaşeke zimannasî ye; pêwîstiya ji nû ve nirxandina têkiliya di navbera zanîn û hêzê de û pozîsyona jinan a di vegotinên di seranserê dîrokê de hatine nivîsandin de jî, eşkere dike.
Navenda Nûçeyan – Di salên dawî de li Lîbyayê di nava derdorên çandî û felsefî de nîqaşek balkeş derdikeve holê. Ev nîqaşa ku di aliyê gotinê de dişibin hev lê li dora du têgehên ku aydê cîhanên bi tevahî cuda de şêwe dibe, cûdahiyên di navbera Genealojî ku bi Nietzsche û Michel Foucault ve tê girêdan û Jîneolojî ya projeyek zanînê ya nû ya di çarçoveya têkoşîna jinên Kurd de derket holê û armanc dike ku zanistan ji perspektîfek jinê ji nû ve ava bike, disekne.
Her çiqas ev wekheviya devkî tevliheviyek berfireh a têgehî çêkiribe jî, di ji nû ve nirxandina têkiliya zanînê ya bi desthilatdariyê re û pozîsyona jinê ya di nava dîrokek ku demek dirêj bi nêrîna mêran hatiye nivîsandin de, deriyê nîqaşek kûrtir vekir.
Ajansa me bi armanca nêzbûna vê nîqaşê, bi lêkolînera felsefeya Lîbyayê Widad el-Şukrî û endama Akademiya Jineolojiyê ya Rojhilata Navîn Zahîde Mamo re du hevpeyvîn pêk anî. Di hevpeyvînan de Widad el-Şukrî diyar kir ku genealolojiya di Nietzsche û Foucault de amûrek e ku eşkere dike ka hêz çawa têgehan hildiberîne û hişmendiyê ji nû ve şêwe dike. Zahîde Mamo jî destnîşan kir ku jineolojî mafê nivîsandina zanista xwe dide jinan û armanc dike ku mirov bi awayekî ku ji zîhniyeta desthilatdar dûr, bi ax û civakê re ji nû ve girêbide.
‘Genealojî ne lêgerînek kok e’
Widad el-Şukrî, wiha axivî: “Divê destpêkeê ev yek were zelalkirin ku Genealojî di Nietzsche û Foucault de bi tu awayî bi darkoka malbatê yên biyolojîk ve girêdayî nîne. Li vir em behsa darkoka malbatê ya têgehan nakin.”
Li gorî Widad el-Şukrî, Genealojî ya bi koka xwe Latînî ye, dîroka ramanan ne ji bo dîtina destpêkên bêguneh, ji bo eşkerekirina ka têgeh çawa di bin zexta hêz û nakokiyên civakî de şêwe dibin, lêkolîn dike. Widad el-Şukrî, got: “Foucault fikra têgeh bi xwezayî derdikevin red dike. Ji dînîtî bigre heta zindanê, ji nasnameya zayendî bigre heta asayîbûnê, her têgeh berhema têkoşîna desthilatdariyê ye. Desthilat, diyar dike ka çi zanîn e û çi ji hiş bê jêbirin.”
‘Her saziyeke civakî di bingeh de amûrek kontrolê ye’
Ji bo ku ev xal bêtir bê fêmkirin Widad el-Şukrî ji berhema navdar a Foucault a bi navê 'Zayîna Girtîgehan (Dîsîplîn û Ceza)' mînakek dide: “Vegotina berfireh a darvekirina girtiyê fransî Robert-François Damiens a di sala 1757’an de, ne bi armanca sansasyonelîzmê bû, berevojî wê, xwest eşkere bike ku ceza ji sepandina qanûnê bêtir "nîşandana desthilatdariyê" bû. Foucault dixwaze nîşan bide ku girtîgeh ne ji bo tîmarkirina mirovan, ji bo kontrolkirina bedenên wan hatiye afirandin. Dibistan, nexweşxane û baregeh jî heman tiştê dike... Her saziyeke civakî di bingeh de amûrek kontrolê ye.”
Widad el-Şukrî, destnîşan dike ku Nietzsche bi têgehên xwe yên "exlaqê efendî û exlaqê kole" ev rê beriya Foucault vekir û got: “Heidegger jî lêkolînkirina dîroka têgehan parast, lê diyar dike ya ku rê da genealojiya bibe amûrek pratîkî ku hêza ji hundirê zanînê eşkere dike, Foucault bû.”
Gelo jinên Lîbyayî çawa xwedî li amûrên Foucault derketin?
Widad el-Şukrî, di berdewama axaftina xwe de balkişand ser pirsek krîtîk a wek “Ger digel ku Foucault rasterast li ser jinan nenivîsiye jî, tevgerên jinan çawa xwedî li vê rêbazê derketin? û bersivek wiha da: “Bê guman, jinan fêm kirin ku Foucault têgehên mîna 'mêr' û 'jin', xwezayî û bêalî nabîne. Vê yekê derî li ber vê pirsê vekir; Ger têgeh bi xwe berhemên desthilatdariyê bin, kê dîrok nivîsandiye? Û çima jin ji hilberîna zanînê hatin dûrxistin?"
Widad el-Şukrî, da zanîn ku jinan xwe tenê bi pirsa "çima me dîrok nenivîsand?" sînordar nekirine; hêj pêşve çûne û van pirsan pirs kirine. Widad û axaftina xwe wiha domand: "Kê dîrok nivîsand? Avahiya ku wê şêwe kir çi bû? Çima cudahiya mêr-jin bi vî rengî hate damezrandin? Di vê çarçoveyê de fîlozofên mîna Judith Butler û Sandra Harding rêbaza Genealojî ji bo eşkerekirina mekanîzmayên vederkirinê bikar anîn û civaknasa Mexribî Fatîma Mernissi jî ev nîqaş anî nav cîhana Ereb.”
Widad el-Şukrî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Divê Genealojî li zanîngehan were fêrkirin. Ne ji ber ku modayek rewşenbîrî ye, ji ber ku ew amûrên ku ciwan dikarin avahiyên li pişt agahdariyê bipirsin pêşkêşî wan dike ye.”
Jineolojî: Gava jin biryar didin ku zanista xwe binivîsin
Li aliyê din a hevpeyvînê jî, jinên Kurd bi rexne kirine re sînordar nebûn, mîna bersivek rasterast a ji bo dûrxistina dîrokî zanista xwe avakirine. Ev yek bi têgeha Jineolojiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2008’an de danî holê û bi Kurdî tê wateya 'zanista jinê' re şêwe bûye.
Endama Akademiya Jineolojiyê ya Rojhilata Navîn Zahîde Mamo, destnîşan dike ku ev nêzîkatî bi wateya klasîk ne "lêkolînek femînîst" e û wiha dibêje: “Ev projeyekî ku armanc dike zanînê piştî hegemonyaya zîhniyeta serdest a mêran a hezar salan a li ser zanistê, ji perspektîfa jinê ji nû ve ava bike.”
Zahîde Mamo, da zanîn Abdullah Ocalan jineolojî mîna zanistek serbixwe ya xwedî rêbaz, amûr û pirsên aydê xwe pênase dike. Zahîde Mamo, got: “Pirsa ku dipirse hêsan, lê kûr e. Çima jin ji hilberîna zanînê hate dûrxistin? Û zanistek nû çawa dikare mirovahiyê bi xweza û civakê ve girê bide?”
Jineolojî destpêkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belavî bernameyên dibistanan û piştre jî li zanîngeh û navendên lêkolînê bû.
‘Di navbera mirov û axê de’
Zahîde Mamo, balkişand ser wekheviya deng a di navbera têgeha Jineolojî û jeolojiyê (zanista erdê) de û têkiliya wateyî ya di navbera van têgehan de dike. Zahîde Mamo, wiha got: “Dema ku em li nêzîkatiya Nietzsche dinhêrin, em dibînin ku ev pîvana kok li wir jî heye; lê bi awayekî felsefî. Nietzsche, diyar dike ku bi rêya 'darkoka ehlaqê' çawa başî û xerabî çêdibin û çawa çand û exlaq bi demê re şêwe dibin. Rêbaza wî li ser kûrbûn û vegera li eslê xwe disekine; mîna ku jeolojî tebeqeyên erdê dixwîne."
Zahîde Mamo, axaftina xwe wiha domand: “Dema em nêzîkatiya Nietzsche bi perspektîfa Abdullah Ocalan re binirxînin, Jineolojî vediguhere zanistekî ku ne tenê rûyê erdê, di heman demê de qadên civak û mirovahiyê jî lêkolîn dike. Li gorî Abdullah Ocalan, tu lêkolînek di vê qadê de bêyî ku pergala ehlaqî ya mirovahiyê, çand û pêşveçûna dîrokî ya nasnameyên mêr û jinan were lêkolînkirin, nayê kirin. Abdullah Ocalan ji ramana civakek xwezayî ya ku berî civaka çînî hebû û her hebûnek bi awayekî hevseng cih digre tevdigere ku feraseta serdest û otorîter a mêran vê hevsengiyê têk bir.
‘Jineolojî vediguhere "zanista jinê" ku felsefe, zanist, hest û tecrûbeyê tîne cem hev’
Zahîde Mamo, axaftina xwe wiha bidawî kir: ”Ev nêzîkatî tenê teorîk nema, li dibistan, zanîngeh û jiyana pratîkî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat jiyanî kirin. Li vir, jin ne tenê wergirên zanînê ne, kirdeyên ku di berxwedan, têkoşîn û avakirina îdeolojiyek nû de zanînê hildiberînin in. Di vê çarçoveyê de jineolojî vediguhere ‘zanista jinê’ ku felsefe, zanist, hest û tecrûbetê tîne cem hev û ne tenê li ser aqil, di heman demê de li ser tecrûbeya yekbûyî ya mirovahiyê jî disekine û armanc dike ku hevsengiyek di navbera analîza rewşenbîrî û aliyê hestyarî de ava bike.”