Ji gelek rêxistinan ji bo xwepêşandanan daxuyaniya hevbeş
Sendîkaya karkerên serbixwe û komên teqawidbûyan, bi daxuyaniyek hevpar piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên civakî yên nû ragihandin û ji bo guhertina rewşa heyî balkişandin li ser girîngiya hevgirtina çînî û rêxistinbûnê.
Navenda Nûçeyan – Xwepêşanên li seranserê welat di roja 6’emîn de didomînin. Çar sendîka û komên sivîl ên serbixwe yên "Sendîkaya Karkerên Şekirê Haft-Tape", "Komîteya Koordînasyona Alîkariya Avakirina Rêxistinên Karkeran", "Karkerên Teqawidbûyî yên Xuzistanê," û "Koma Yekîtiya Teqawidbûyan", daxuyaniyek hevpar weşandin û analîzên xwe yên li ser koka qeyranê parve kirin. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xizaniya mutleq, enflasyon û lêçûna jiyanê ya pir zêde encama avahiya aborî ya heyî ne û mudaxeleyên li ser ewlehiyê, nikarin têkoşîna civakî rawestînin.
Dabeşkirinên çînî yên kûr û qeyrana civakî
Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku beşên berfireh ên gel ên karker, mamoste, jin û ciwan, di nav pergala heyî de nikarin serfirazî û edaletê bibînin û hate diyar kirin ku ji ber hikûmet bi berjewendiyên sermayeyê ve girêdayî ye, ji bo çareserkirina qeyranên aborî, ne xwedî kapasîte an jî îradeya çareserkirinê ye.
‘Rûxmê zextê jî berxwedan didome’
Di daxuyaniyê de xwepêşandanên berê hatin bibîranîn û hate destnîşankirin ku zexta bi zorê çareseriyek demkî ye, lê di demek dirêj de gel teslîm nabe. Her wiha hate diyar kirin ku beşdariya wêrek a ciwanan têkçûna polîtîkayên zextê nîşan dide.
Rêxistinên karkerên serbixwe, hevgirtina xwe ya bi xwepêşanderan re anî ziman û diyar kirin ku serkeftina dawî tenê bi têgihîştinek zanistî ya rewşa civakî, pêşxistina stratejiyên zelal û seferberkirina hêzên pêşverû û rêxistinkirî pêkan bibe.
Rêxistinan, bi dirûşmeya "Werin Em Bibin Yek, Rêxistin Bibin, Çarenûsa Xwe Biguherînin" bang li karker û teqawîdbûyan kirin ku hêza xwe ya têkoşînê zêde bikin û bi hev re tevbigerin.
Rêxistinên ku daxuyaniya hevpar weşandin ew in:
“Sendîkaya Karkerên Şekirê Haft-Tape
Komîteya Koordînasyona Alîkariya Avakirina Rêxistinên Karkeran
Karkerên Teqawidbûyî yên Xuzistanê
Koma Yekîtiya Teqawidbûyan”