Ji fermana 74’an ber bi doza nasname û dadweriyê ve - 6

Dema ji fermanê ber bi Rojava ve direvin kêm dimîne bikevin destên DAIŞ’ê. Li Rojava heval wan pêşwazî û derman dikin. Dayê Şîrîna ku di fermanê de kurê wê şehîd bûye ji hikûmeta Iraqê xwest jenosîdê nas bike.

CÎHAN ZEMO / GULISTAN EZÎZ

Şengal– Di fermama 2014’an a Şengalê de du xet derketin pêş: PDK’a xwe weke xwediyê Şengalê didît îxanet li Êzidiyan kir, wan bêparastin hişt û rê li ber komkujiyan vekir. PKK jî di demeke ku her kesê pişta xwe dabû Şengalê de bi perspektîfa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku digot, ‘divê Êzidayetî bijî’ gerîlayên azadiyê berê xwe dan çiyayên Şengalê, bi vekirina korîdora mirovî ya ber bi Rojava ve bi hezaran Êzidî rizgar kirin. Bi hev re herikîn nava rupelên dîrokê, dîrokê şahidiya herduyan jî kir.

Dayê Şîrîn yek ji wan dayîkan e ku bi malbata xwe re di korîdora mirovî ya ji aliyê HPG, YJA Star, YPG, YPJ’ê ve hat vekirin xwe digihîjîne Rojavayê Kurdistanê û ji nava lepên DAIŞ’ê xilas dibe.

Dayê Şîrîn piştî ewqas salan carek din vegeriyaye mala xwe ya beriya fermanê. Ji xwe û zarokên xwe re careke din ava kiriye, kêm zêde. Heta niha jî gelek malbatên Êzidî ne di malên xwe bi xwe de ne, ketine malên kesên din ên ku venegeriyane Şengalê.

‘Qetek nanê kê hebûya li her kesê parve dikir’

Dayê Şîrîn roja fermanê radibe, bi malbata xwe ve diçe ber Quba Şêx Hesen. Dayê Şîrîn dibêje: “Roja fermanê kurê min ê şehîd, me hemûyan xilas kir, hem me hem jî cîranên me.” 12 rojan li ber wê Qubê di nava goristanê de dijîn. Di wan 12 rojan de rastî gelek zehmetiyan tên, di bin serê wan de marên mezin hene, bê av û bê xwarin dimînin. Lê tevî hemû tiştan qetek nan li ba kê hebe bi hev re parve dike. Dayê Şîrîn dibêje: “Em hemû weke hev bûn. Elhemûdîllah ji Xwedê re em neketin destên dijmin.”

Dema revê dayîk û bavan bi pariyekî nan û piçek av xistine devê zarokên xwe, tenê ji bo nemirin. Keça dayê jî ji bo keça wê nemire, xwarina li ber kûçikan digre dişû û her carê hinek dide keça xwe da ku nemire.

‘Hevalan birîna kurê min derman kirin’

Piştre diçin Dêrebûnê. Piştî kurê Dayê Şirîn wan xilas dike ji bo du jintî û zarokên wan xilas bike bi xalê xwe re careke din vedigere. Şev e, kes kesê nabîne. Di nava şer de du gule lê dikevin, birîndar dibe. Dayê Şîrîn dibêje: “Dema kurê min birîndar bû heta seat 12’an li gel hevalan bû. Hevalan birîna wî derman kirin. Lê şehîd ket. Dema kurê min şehîd ket wî anîn li gel Şebil Qasim veşartin. Du keçên wî li gel me man, ez li wan mêze dikim. Kurê min gelekî zîrek bû, her tişt ji destên wî dihat.”

‘Dewleta Iraqê divê jenosîda li ser Êzidiyan û mafên wan nas bike’

Dayê Şîrîn aciziya xwe ya li hemberî bêhestiyarbûna dewletê û saziyan tîne ziman û dibêje: “Heta niha ne dewlet ne jî tu sazî alîkarî nedane me ji bo keçên kurê min ê şehîd. Ne dayîk û ne jî bavê wan heye, pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Em dixwazin dewleta Iraqê vê fermana bi serê Êzidiyan de hatiye weke jenosîd nas bike û li gorî wê mafên me bidin me.”

DAIŞ heta hatiye ketiye nava xirbeyên Tilizêr, Dayê Şîrîn ew hê jî li malê bûne. Destpêkê cîran agahî dide wan dibêje ‘DAIŞ hatiye Girzerik, milet şer dike.’ Dayê diçe ser xanî û bi çavên xwe dibîne çawa gule li asîmanan weke stêrkan diçirisin. Piştî dibîne ku rewş xeter e, zarokên xwe ji bo çûyînê kom dike. Seat 6’ê sibehê ye. Derdora gund hatiye dorpêçkirin. DAIŞ nahêle kesek ji gund derkeve. Bûka wê dixwaze hinek nan û tiştên din amade bike da ku bi xwe re bibin, dayê nahêle. Lewre ji bo tiştekî wext nîn e. DAIŞ ketiye pey keç û jinên ciwan. Bi saya kurê Dayê Şîrîn ê şehîd Barzan, malbat ruxmê dorpêçê rizgar dibe. Barzan ne tenê ji bo malbata xwe, alîkariya cîranan jî dike ji bo xwe xilas bikin. Mala xwe dihêlin û diçin. Pêşî diçin Ziravkê, piştre bi meşê diçin Quba Şêx Hesen.

Dayê Şîrîn û malbata wê piştre di korîdora mirovî re derbasî Rojavayê Kurdistanê dibin. Dema hê di rê de ne riya xwe şaş dikin, kêm dimîne bikevin nava DAIŞ’iyan. Baş e ferq dikin ku di riya şaş de ne. Bi gotina dayê ‘heval’ wan pêşwazî dikin. Ji wan re av, xwarin tînin, pêlav li zarokan belav dikin, nexweşên heyî derman dikin.

‘Tu der weke welatê mirovan xweş nîn e’

Dayê Şîrîn li Rojava zêde namîne û vê carê berê xwe dide kampeke Başûrê Kurdistanê, Xanîka. Tam 8 salan li kampan di bin çadirek de dijîn. 3 sal in jî vegeriyane Şengalê, Tilizêr, mala xwe. Dayê Şîrîn dibêje: “Tu der weke welatê mirovan xweş  nîn e. Her dem dibêjim, Şam şekir e, welat jê şêrîntir e.”

Dayê Şîrîn ji bo Êzidiyên di kampan de ne dibêje: “Li vir di bin qinikê de bin ji wan çadiran gelekî çêtir e. Di kampan de her roj çadirek dişewite. Kurê min, bi 6 zarokan re di çadirek de ye. Maleke wan tune ye vegerin. Tenê ne kurê min bi hezaran kes di vê rewşê de ne. Hikumeta Iraqê ji me re tiştekî nake, em çawa bikin?”

Tam 12 sal di ser fermanê re derbas bûye. Lê di dil û mêjiyê dayîkan de weke duh e. Qenciya ku hevalan ji wan re kiriye jî her dem di dil û mêjiyê wan de ye. Divê herdu jî neyên jibîrkirin. Bi zanebûna van herdu rastiyan jiyana xwe ji nû ve saz dikin. Divê saz bikin. Wê kesen din ji derve neyê wan neparêze. Wê kesek din ji bo xêra Êzidiyan tiştek neke. Jixwe civaka me ya Êzidî herî zêde di fermana 74’an de ket ferqa van rastiyan. Ya jê re dimîne, ji bo jiyana azad û wekhev îsrara ji bo têkoşînê ye.

Dawî…