Ji fermana 74’an ber bi doza nasname û dadweriyê ve -5
Di berbangê de wan dibin hewşek li ber dîwarekî rêz dikin û dibêjin, em ê we hemûyan bikujin. Dayê Kamo destê xwe radike û dibêje: “Tawisî Melek bila min bikujin ger me rojek xêrek kiribe me afû bike.”
CÎHAN ZEMO / GULÎSTAN EZÎZ
Şengal – Riyên Şengalê naşbin riyên ku hûn dizanin. Piraniya riyên gundan xirabe ne, gelek ji wan riyên axê ne. Ji bo wê jî rê me diwestîne dema em digihîjin Tilizêr. Hê me dest bi kar nekiriye. Dayê Leylêya ku me wê di vê pêvajoya xebatên fermanê de nas kiriye me bi Dayê Kamo dide naskirin. Pêwendiyên nû bi xwe yên nûtir tîne.
Ji bo em bigihîjin mala Dayê Kamo qederek di nava xirbeyên malên Êzidiyan re derbas dibin. Hema bibêje malek bi tenê jî saxlem nemaye. Mala dayê weke di nava çolistanê de beravek e. Jiyan tenê li wir e. Derdor hemû mirî ye.
Bavê malê di nava ciyê xwe de ye, nexweş e êdî nikare rabe ser piyan. Dayê ji me re dibêje: “Ji kerban wisa lê hat.”
Em bi Dayê re diaxivin da ku çîroka xwe ji me re vebêje. Destpêkê nexwaze biaxive. Ji ber ku weke gelek kesan piştî ewqas trajediyan bêhêvî maye. Baş e, di dawî de me naşkîne.
‘Me taştêya xwe di cih de hişt û em baz dan’
Dayê Kamo diyar dike ku kurê wê sibeha roja fermanê tê jê re dibêje DAIŞ ketiye Sîbayê û wiha berdewam dike: “Min di xewna xwe de dît, ez ketibûm destên DAIŞ’ê.” Dayê Kamo jî zarokên xwe kom dike û dibêje, ka em biçin. Dikevin dû hev û diçin heta derveyî gund. Hevjînê wê biryara xwe diguherîne û dibêje em naçin tu derê, em ê vegerin malê. Dayê Kamo wê rojê wiha tîne ziman: “Em dîsa vegeriyan, ji bo taştê min çay dem kir û tenûrek nan paht. Me amadekariyê taştê dikir, kurê min çû li derve mêze kir û hat got, kesek li gund nemaye. Me taştêya xwe di cih de hişt û em ji malê derketin.”
Ji ber ku seyareya wan tune ye, hemû malbat ber bi navenda Şengalê ve dimeşin. Çend seyareyên xizmên wan tên pêşiya wan û ji malbatê hinek kesan siwar dikin dibin. Bûka ducanî, çar zarokên biçûk û bavê kalemêr bi vî awayî rizgar dibin. Lê hejmara wan gelek e.
Yên mayî bi dayê Kamo re li ser riya giştî qederek din dimeşin. Seyareyeke tijî betanî û di nav de kesekî ku dişibe DAIŞ’ê nêzî wan dibe. Ew jî xwe berdidin kêleka rê, nava dexlan. Telefonek ji kesekî gel wan re tê, ew kes bi yên din re şer dike, gef li hev dixwin. Piştre ew kesê li ba wan ciyê wan ji wî kesê li ser telefonê ye re dibêje. Dayê Kamo dibêje: “Dibe ku ji ber wî kesê em hatibin girtin.”
‘Vaye we em girtin hûn çi ji me dixwazin ma hûn ê me bikujin’
Hejmara wan zêde ye. Seyareyek tê li ber wan disekine. Li gel Dayê Kamo wan ciwanek heye û çeka wî jî li gel e. Dema ew ciwan dixwaze li seyarê bide dayê Kamo wî radiwestîne û dibêje, heke tu vê çekê bi kar bînî wê me hemûyan bikujin. Çek û rextê wî jê digre û davêje. DAIŞ’iyê ku seyare diajo jî li wan mêze dike. Bi ser dayê Kamo wan de gule dibarînin. Dayê jî dibêje: “Vaye we me girt hûn çi ji me dixwazin, ma hûn ê me bikujin.” Dema wisa dibêje yekî di nav wan de kesê ku gule li wan direşîne dide sekinandin. Dema seyareyek din jî tê wan siwar dikin. Dayê Kamo ji xwe zêdetir kurê xwe difikire, kurê wê winda ye, ji çeteyan re dibêje: “Heta ez kurê xwe nebînim ez ji vir naçim tu derî.” Lê guhdar nakin û li seyareyan siwar dikin da ku bibin Sîbayê.
Dema digihîjin Sîbayê, kesek ji dayê re dibêje, kurê te di seyareya din de ye. Dixwaze biçe kurê xwe bibîne lê DAIŞ’iyek pêşiya wê digre. Dayê jê re dibêje, ‘tu min bikujî jî ez ê biçim kurê xwe bibînim.’ Diçe ber deriyê hewşê, li benda seyareya ku kurê wê tê de ye dimîne. Seyare di ber wê de derbas dibe diçe. Dayê dibêje: “Wan birin Sûriyeyê, me birin Tilaferê.”
“Yan me bikujin yan jî me di vê tarîtiyê de nehêlin”
Li Tilaferê zêde namînin diçin Mûsilê. Li ciyekî tarî ne, çav çavan nabîne. Dayê êdî xwe nagire û dest bi girînê dike dibêje: “Yan hûn ê min bikujin yan jî hûn ê me ji vê dera tarî derxin.” 21 kes di odeyê de ne. Heta sibehê xew nakeve çavên wan. Ber bi sibehê ve dayê ji ser hişê xwe ve diçe. Encax wê demê berpirsiyarê wan tê deriyê odeya wan vedike. Careke din jî derî nagirin.
‘Min bangî Tawisê Melek kir’
Rojekê dema berbangê wan dibin hewşek. Li ber dîwarek rêz dikin û dibêjin, em ê we hemûyan bikujin. Jin û mêrên li wir hemû dest bi girînê dikin. Dayê Kamo destê xwe ji Tawisê Melek re radike û bangî dike dibêje: “Tawisî Melek, bila min bikujin, heke rojekê xêrên ku me kiribûn gihîşt te, tu efûya me bîne.” Dema DAIŞ’îyek dengê wê dibihîse jê re dibêje, ‘ma tu bangî Tawisê Melek dikî?’ Dayê jî dibêje: “Ma ez ê bangî kê bikim?” Wî DAIŞ’î dike nake dayê hawara xwe ji kesek din re nake.
‘DAIŞ’iyên ku me girtibûn piranî Erebên di nava me de bûn’
Piştî demekê DAIŞ’î dikevin nava wan û gelek ji wan ji xwe re dibin. Yên mayî jî li odeyan belav dikin û derî li ser wan digrin. Dayê Kamo dibêje: “Em 9 rojan wisa girtî hiştin. Roja dehemîn ji me re gotin em ê we bibin dereke din. Min ji wan re got ‘heke serê min jî biçe, ez ji Mûsilê dernakevim. Ez kesek nexweş im bi kêrî tu tiştî nayêm. Jixwe we hemû malbata min girtine, hema hûn min dikujin bikujin, ez naçim tu derî.” DAIŞ’iyên ku me girtibûn piranî Erebên di nava me de bûn. Dawiyê hat gotin wê me bibin Tilaferê. 30-40 seyare anîn me siwar kirin û birin Tilaferê. Li Tilaferê her kesê di malan de bi cih kirin. Me jî xistin axurekî pezan. Me axurê ji xwe re paqij kir, hinek alavên malê me ji xwe re peyde kirin. Em li wir 7 roj man, dawiyê dîsa me anîn Mûsilê. Yên wekî min temenê wan mezin ji xeynî Mûsil û Tilaferê nebirin cihekî cuda. Rewş ji rewşa me xirabtir nebû, sê mehên havînê av li canê me nebû. Piştî sê mehan şevek mûslixek av û makîneya cilşûştinê anîn, gotin xwe bişûn.”
Ji 13 kesan 7 kes rizgar dibin lê hê jî aqubeta 6 kesan nayê zanîn
Dayê Kamo 6 mehan di destên DAIŞ’ê de dimîne. Rizgarbûna xwe jî bi van gotinan tîne ziman: “Piştî 6 mehan çend DAIŞ’î defterek di destên wan de bû hatin û navê kesên temenê wan mezin xwendin, gotin emîrekî wan me efû kiriye. Ji malbata me ez tenê wisa hatim berdan.”
Ji malbata nêz a Dayê Kamo 13 kes hatine girtin. Ji wan 7 kes vegeriyane. Lê hê jî du kurên wê, bûka wê, du keçên wê û neviyek wê winda ne. Dayê Kamo dibêje: “Kurên min yek 22, yek jî 23 salî bû lê keçên min hê biçûk bûn. Heta îro me tu agahî ji wan negirtiye. Tenê carekê nasekî me got kurê te Xwedêda li Beacê li gel DAIŞ’ê ye. Li gorî gotina wî nasê me, ew dixwaze kurê min û hevalê gel wî yê Êzidî bi pereyan bikire lê DAIŞ’î li şûna pereyan dibêje tu du Ereban ji min re bîne ez ê wan bidim te. Ew jî tu Ereb peyda nake.”
Li şûna ku birîn qalik bigre êş kêm bibe her dem xwîn jê diherike
Dayê Kamo piştî tê berdan diçe Laleşê û ziyaret dike. Li kampên Başurê Kurdistanê jî 2 salan dimîne, careke din vedigere Şengalê. Êdî tu tişt ne weke berê ye. Dayê Kamo dibêje: “Fermanê me pîr kir, çavên me ji hêsiran kor bûn. Beriya fermanê tu nexweşiyên min tunebûn, niha her derê min diêşe.”
Çîroka Dayê Kamo hê jî berdewam dike. Weke yên berê ne xirabtir ne jî baştir e. Li malbatê hinek kesên din jî zêde dibin lê ciyê yên winda naye tijekirin. Li şûna ku birîn qalik bigre, êş kêm bibe, ji ber ku aqubeta zarokên wê nayê zanîn her dem xwîn jê tê û birîn, baş nabe.
Wê berdewam bike