Ji fermana 74’an ber bi doza nasname û dadweriyê ve - 4

Nesrîna 15 salî, bi malbata xwe ve Saet 3’yê şeva 3’ê Tebaxê dema DAIŞ bi ser Sîbayê ve digre derfet nabînin birevin. Xwişk, bira, dayîk û bavê wê, metên wê tên girtin. Çavê xwişka wê derdixin, birayê wê bi lêdanê dîn dikin.

‘Em çil rojan kilîtkirî man’

CÎHAN ZEMO / GULISTAN EZÎZ

Şengal – Îro jî me çenteyê kameraya xwe girt û em ketin rê. Me berê xwe da Gundê Sîbayê. Sîbaya Şêx Xidir. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de mekanê berxwedêrên Êzidî, xwediyê şehîd, windahî, birînên mezin ên Şengalê... Navê jineke Êzidî dane me: Nesrîn Feysel Mîa ya ku ji destên DAIŞ’ê hatiye rizgarkirin. Dengê wê divê were bihîstin.

Piştî DAIŞ’ê ferman bi serê Êzidiyan de anî, gelek keç û jinên Êzidî jî bi xwe re birin deverên cuda. Tilafer, Reqa, Mûsil... Tevî hemû êrîşan jî Şengal bi saya gerîlayên azadiyê neket destên DAIŞ’ê, hat rizgarkirin. Şengal hat rizgarkirin şûnde jî bi pêşengiya YPG, YJŞ û YBŞ’ê pêngavên azadkirina dîlgirtiyên Êzidî berdewam kirin. Bi van pêngavan gelek jin û zarok hatin rizgarkirin û vegeriyan Şengalê.

Nesrîn di 15 saliya xwe de dikeve destên DAIŞ’ê

Hinek ji wan jî bi hewldana malbatên xwe hatin rizgarkirin, weke Nesrîn Feysel Mîa. Nesrîn bi hemû malbata xwe ya ku ji 22 kesan pêk tê dikeve destên DAIŞ’ê. Hê 15 salî ye, hê zarok e. Saet 3’ê şeva 3’ê Tebaxê ye DAIŞ bi ser Sîbayê ve digre. Derfet nabînin birevin, hê li ser rê ne dikevin destên DAIŞ’ê. Xwişk û birayê wê, dayîk û bavê wê, metên wê jî di nav dîlgirtiyan de ne. Wan digrin û tînin navenda Sîbayê. Ji wir digrin tînin parka Şengalê û li wir jin, mêr û zarokan ji hev qut dikin.

Nesrîn ji Şengalê dibin Tilaferê, ji wir jî dibin Badûşê. 40 rojan li wê derê dimînin. Nesrîn dibêje: “Ew 40 roj gelekî zehmet bûn; ne av hebû, ne xwarin. Xwişka min a biçûk ji birçîbûnê her dem digiriya, şîr tunebû em bidinê.”

Ji malbatê her yekê bi cihekî ve dibin

Li Badûşê ji wan re tê gotin ku yên xwedî malbat in bila biçin gel malbata xwe û wan dibin dibistaneke li Tilaferê. Li wê derê Nesrîn digihîje hemû endamên malbata xwe û li malekê bi cih dibin, li rez û heywanên ku ji Şîayan şêlandine mêze dikin. Ev rewş heta 9 mehan wisa didome. Rojekê DAIŞ’î dibêjin; ‘bila mêr li mizgeftê kom bibin.’ Ji wê rojê şûnde dubare malbat tertûbela dibe, her yekî dibin cihekî. Êdî kes ji kesên din agahî nagire.

Nesrîn wiha didomîne: “Piştî 9 mehan me dîsa anîn Tilaferê. Bavê min birin cihekî din. Ez, xwişkên xwe, dayîk û metên xwe tenê man. Li vir jinên ciwan cuda kirin û birin cihên cuda. Piştî wê rojê me ji bav, du xwişk û ji du metên xwe tu agahî negirt. Dewletê heta niha der heqê aqûbeta wan de ji me re tiştek negotiye. Herî kêm em zanibûna sax in, an mirî ne. Heke mirî bin bila hestiyên wan bidin me da ku em di cejnan da biçin serdana wan bikin.”

‘Çavê xwişka min derxistin’


Nesrîn û xwişka xwe bi tena serê xwe nêzî 2 sal û nîvan di nav destên çeteyan de dimînin. Difikire ku ger xwişka xwe weke keça xwe nîşan bide wê ji destê wan xilas bibe. Ew bi xwe naxwaze behsa tiştên ku jiyane bike. Dev tiştekî nabêje lê çav wê didin dest. Em di vir de valahiyê dihêlin; vê valahiyê hûn bi tiştên ku Nesrînê nexwest bibêje tije bikin. Ma kêm keçên Êzidî li bazaran hatin kirîn û firotin? Ma kêm jinên Êzidî rastî tecawiz û tundiya çeteyên DAIŞ’ê hatin?

Hê ew bi xwe zarok e, wê çawa bizanibe zarokek çawa tê xwedîkirin? Nesrîn dibêje: “Şîr tunebû, min her carê dew ji xwişka xwe re çêdikir û wisa didayê. Dema fam kirin ne keça min e; li ber çavê min, çavê xwişka min derxistin, bi pense goştê canê wê radikirin. Niha xwişka min bi çavekî ye û heta niha jî dema ez wê di vî halî de dibînim gelekî diêşim, gelek caran digirîm. Halê me ne tu hal bû, her roj îşkence li me dikirin.”

‘Em çil rojan kilîtkirî man’

Em dixwazin Nesrîn zêdetir behsa xwe bike lê ew nêzî vê tiştê nabe. Hinek jî bi hêrs dibêje: “Çi bibêjim? Heke li ser me jinên Êzidiyan kirîn û firotin hebe wê rewşa me çawa be, naxwazim bêhtir behs bikim. Li ser me misilmantî ferz dikirin. Dema diçûn şer derî li ser me kîlît dikirin. Carekê wisa 40 rojan em di mal de tî û birçî kîlîtkirî man.”

Piştî salan vegera malê û kewandina birînan

Piştre bi malbatê re dikeve pêwendiyê, wisa tê rizgarkirin. Dema tê malê dibîne ku dayîka wê jî rizgar bûye. Nesrîn wiha dibêje: “Dayîka min bi tena serê xwe me xwedî kir, xwîşk û birayên min mezin kirin. Dema bavê mirovan tunebe gelekî zehmet e. Dayîka me ji bo me her tişt kir. Dayîka min heta niha jî ji bo me pir fedakarî kir. Ez bi dayîka xwe serbilind im.”
 


Malbat giştî birînên hev dipêçin, ji hev re dibin alîkar. Nesrîn dibêje: “Destpêkê dihat gotin jinên ketine destên DAIŞ’ê nabe vegerin û bizewicin lê civaka me, pir baş em pêşwazî kirin. Ez bi xwe zewicim jî xwedê zarokek jî da min. Qedirdayîna civakê ya ji bo me, barê me gelekî sivik kir.” Bi van gotinên xwe bang li jinên Êzidî yên di destên DAIŞ’ê de ne dike ku vegerin malên xwe.

‘Niha xwişka min a du salî mezin bûye û der heqê me de tiştekî nizane’

Birayek Nesrîn jî vegeriyaye. Lê ji ber lêdana DAIŞ’ê ya zêde dîn bûye. Jixwe ji ber ku dîn bûye, hatiye berdan. Hê jî 5 kesên malbatê winda ne. Tiştekî nizanin der heqê wan de. Tenê dixwazin agahiyek ji wan bigrin. Nesrîn dibêje: “Kengî em nêzî salvegera fermanê dibin, em wan rojan dubare dijîn. Em çi bikin jî nikarin tiştê me jiyane jibîr bikin. Bavê min, xwişk û birayê min her dem di bîra min de ne. Ez dibêjim niha di destên DAIŞ’ê de ne. Dema xwişka min a biçûk birin hê nedimeşiya, 2 salî jî nebû, navê wê Navîn bû. Niha mezin bûye û der heqê me de tiştekî nizane. Xwişka min Rengîn niha 25 salî ye. Metên min Cano û Zeytûn jî bi heman rengî.”

Bi nêzîkbûna salvegera fermanê re ne tenê roj, saet jî ji bo Nesrîn û yên weke wê zortir dibin. Herî kêm daxwaza wê ew e ku windahiyên wan werin dîtin Êzidiyên winda vegerin...

Wê berdewam bike...