Ji êşa xerîbiyê heta vegerê: Serpêhatiya Şekîle ya ji Îran heta Efganistanê

Jina Efgan a ji welatê xwe koçber bû çû Îranê lê piştre neçar ma dîsa koç bike, diyar kir ku li Îranê û di rêya vegerê de rastî tadeyiyan hatine û xwest ku ev êş û azar bidawî bibin.

BEHARAN LEHÎB

Kabîl Ji bo gelên mîna Efgan ku bi salan e bi şer û xizaniyê re têdikoşin, jiyan têgeheke bi êşan dagirtî ye. Bi sedan sal mirov ji bo xwe û canê xwe rizgar bikin, her carê ji cihekî koçberî cihekî din bûn. Lê ev koçberî nebû mal, hêlîn û hebûn.

Ev 40 sal in ji ber şer, nelirêtî, bêdadî, bêkarî û girêdana rêveberiyan a bi derve re, bi milyonan Efgan, neçar man li cîhanê belav bibin. Gelek ji wan koçberan bi salan e li welatên cîran ên mîna Îran û Pakistanê dijîn, heta bi kesên ji malbatên wan deran re zewicîne.

Li dijî koçberên Efgan her diçe tadeyî zêde dibe

Ji sala 2023’yan heta niha li dijî koçberên Efgan muameleyên dermirovî zêde dibin. Li Îran û Pakistanê peywirdarên dewletê bêyî hişyar bikin, davêjin ser malan, malbatan bi zorê derdixin derve û dersînor dikin. Serpêhatiyên bi êş ên wan koçberan ku kes naxwaze bibihîze hene. Ne hêza wan welatên ku ev koçber li wan dimînin ne jî ya Efganistanê heye ku van birînan derman bike.

Mixabin bi zexta dewletê re, hinek kesên keysperest jî ji vê rewşa tevlihev a koçberan sûdê digrin; bedêla keda wan nadin, kirêyên zêde ji wan distînin an jî xurekên ku xirab bûne bi bihayên zêde difroşin wan.

‘Nanê kartû û xurekên kevn didan me’

Şekîle Muhammedî ya ku dayîka sê zarokan û yek ji van koçberan e; bi rûyekî westiyayî û dilekî şikestî behsa tiştên jiyane kir û wiha got: “Beriya salek ji bo jiyana hevjînê xwe em neçar man ji Efganistanê derkevin. Ji derveyî cilên li me, tiştek bi me re tunebû. Her kesê digot ku mercên Îranê baştir in lê me ne xwarineke baş xwar ne jî cihekî bi ewle ji xwe re dît. Hevjînê min li Eganistanê di leşkeriyê de dixebitî lê li Îranê di înşaetê de xebitî. Mehaneya wî du mehê carek didan. Me gelek rojên zor derbas kirin, bi zorê me zarokên xwe têr dikir. Nanê kevin difrotin me lewre dizanibûn em Efgan in. Dema me ji marketan tişt dikirîn, xurekên ku dema wan derbas bûye difrotin me. Em jî neçar bûn bikirin. Xizanî bes nebû, em neçarî biçûkxistin û bêrêziyê diman.”

‘Di rê de jî em rastî tadeyiyan hatin’

Şekîle Muhemmedî derbarê vegera xwe de jî wiha dibêje: “Hevjînê min li cihê kar bû, jê re gotin ku divê ji welat derkevî. Hemû tiştên ku me bi zoriyên mezin bi dest xistibûn, em neçar man bihêlin û vegerin. Em di rê de rastî muameleyên baş û xirab hatin lê zêdetirî wan xirab bûn. Carek ji bo em pereyê rê hesab bikin, çend deqe em li parkek rûniştin. Çend jinên Îranî hatin heqaret li me kirin, li me dan û me ji parkê qewirandin.”

Talîban di medyaya xwe de dibêje ku ew ê alîkariyê ji koçberan re bike û wan bibe heta cihê lê bimînin lê rast nîn e. Alîkarî tenê gelê xêrxwaz û hinek sazî didin. Talîban di ser de jî hewl dide dest bide ser van alîkariyan.

‘Jinek di rê de zarok anî, bebika wê mir zarokên wê winda bûn’

Şekîle gotinên xwe wiha didomîne: “Dema ku em gihîştin sînor û me wesayîdê dît kêfa me hat lê tenê heta Heratê me bir. Ji bo riya mayî jî xêrxwazan pere berhev kir û dan me, ji bo em bikaribin biçin. Li ba min cîraneke min a ducanî ya dayika sê zarokan hebû. Dema em ji wesayîda Îranê peya bûn, qîriya û got êşên zayînê dikşîne lê tu kes pê re eleqedar nebû. Li erdeke wê çolê welidî. Çar zarokên min hebûn, nikaribûm alîkarî bikim. Piştî welidînê bebika wê mir, sê zarokên wê jî li wê derê winda bûn. Em ji wê derê ketin rê lê hê jî ew jin di bîra min de ye û nizanim aqubeta wê çi bû.”

Koçberiya bi darê zorê ji bo Efganan tenê nayê wateya terikandina welat û mala xwe; di heman demê de tê wateya êş, biçûkxistin, birçîbûn, bêxwedîbûn û tecrubeyên bi êş jî. Serpêhatiya Şekîle Muhammedî, yek ji serpêhatiyên bi hezaran kesan e. Civakên cîhanê û sazî divê li dijî vê bêdadiyê bêdeng nemînin. Gelê Efgan dixwazî li welatê xwe, dixwazî jî li xerîbiyê bin divê rêz, destek û rûmet ji wan re were nîşandan.