Ji êrîşên Îsraîl- Îranê Sûriye bandor dibe: Jinek jiyana xwe ji dest da

Sûriye ji êrîşên Îsraîl-Îranê yên li dijî hev, bi bandor dibe. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ÎHA ya li ser Sûriyeyê digeriya, li malek li Tartusê ket û di encamê de jinek jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîl-Îranê yên li hember hev didomin. Êrîş li axa Sûriyeyê jî belav bû û ev jî fikaran zêde dike. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di agahiya ku roja15’ê Hezîranê parve kir de, diyar kir ku balafirek bê mirov (ÎHA) ya tê payîn  ya Îranê ye, li gundê Talayî ya gundewarê Safira ya girêdayî bajarê peravê yê Tartus a Sûriyeyê ketiye. SOHR’ê da zanîn ku di encama bûyerê de jinek bi giranî birîndar bûye, paşê jiyana xwe ji dest daye.

Li du bajaran 6 firok ketin

Di encama êrîşên herdu aliyan ên li dijî hevde, gelek bermahiyên fuze û balefirên bê mirov li herêmên cûda yên Sûriyeyê ketin. Bi taybetî li bajarên Kuneytra û Dera ku bi taybetî li başûr cih digrin, 6 wesayîtên hewayî hatin dîtin. Lê di vê bûyerê de tu zindî nemirîn.

Bang li gel hate kirin: Ji tiştikên bi guman dûr bikevin

Wezîrê Rewşa Awarte ya Sûriyeyê yê girêdayî rêveberiya demkî ya cîhadîst HTŞ’ê, hişyariyê li gel kir ku di vê dema xeter de nêzî tiştikên bi guman nebin. Wezîr diyar kir ku divê kes neçe ser banê û li bûyeran temaşe neke û destê xwe nede tiştikan. Wezîr di heman demê de bang kir ku bi bermahiyên bi guman re tîmên pispor eleqeder bibin û di van rewşan de rayedar werin agahdarkirin.