Ji Efrîqayê piştgirî dan TAJÊ: Em ê mil bi mil têbikoşin

Jinan ji Efrîqayê bi daxuyaniyekê piştgirî dan pêgava TAJÊ ya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ û gotin: “Em ê mil bi mil li dijî hezên ku dixwazin me tûne bikin têkoşîn bikin.”

Navenda Nûçeyan – Pengava Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê didome. Bi nêzbûna 10’emîn salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê li gelek welatan bi peyam û çalakiyên rengîn, jin piştgirî didin pêngava TAJÊ ya xweparastinê.

Ji Efrîqayê Tevgera Ji Bo Adaleta Civaki ya Nairobi û Meclisa Jinê ya Rojhilate Efrîqayê bi daxuyaniyekê hevpar piştgirî dan pêgava TAJÊ ya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’.

Jinan di daxuyaniya xwe de wiha gotin:

‘Qetilkirina jinan pirsgirêkek cîhanî û pergalî ye’

“Heza jinê heza xort e. Hêza me heza jin e. Em li vir kom bûne ji aliyê rexistenek navenda sosyalist ya jinan û li dijî kûştina jinan li Kenya û li Başûrê cîhanê qebûl nakin û red dikin. Di sedsala 21’emîn de nabe em hin wek jin rû bi rûyî van hovîtiyan bibin. Kuştina jinan û qetliamên ku çêdibin ne yekem car e. Divê em fêm bikin ku ev pirsgirêkek cihanî û pergalî ye. Buyerên ku çêdibin buyerê bê mafî ne û aîdî sistema baviksalar e. Ji sistema neolîberal piştgirî digirin.

Êrişên li ser çand û nasnameya gelên xwecihî

Ew bi berjewendiyên kapîtalîst, encamên ku derdikevin tên marjînalkirin û ji xwe dûrkirin. Bi taybet li ser gelên xwecihî ev tê meşandin. Bi taybet ji bo gelên xwecih ji çanda xwe, axa xwe û nasnameya xwe werin dûrxistin tên meşandin. Dema ew gel li ber xwe didin wê demê bi qetlîam, serdestî û tundiyê bi ser gel de diçin. Di asta kûştina wan de êriş dikin.

Em bang li dewletan dikin ku perpirsiyarî bigre û ji bo parastina hemwelatiyên xwe biryaran bigrin. Bi taybet ji bo jinen ku rastî tundiya herî giran tên. Berpirsiyartiya  dewletê ew e ku adalet, rumet ewlekariyê pêk bîne. Ev ji bo herkesê derbasdar e. Ji ber ku dewlet tiştekê nake rewşek bi tirs ava dibe û di heman demê de sucên heyî bê ceza dihêle. Em di gişti cîhanê de bi jinên bindest re di nav pistgiriyê de ne.

‘Em ê mil bi mil têbikoşin’

Em weke jinen xwecihî ya Rojhilatê Efrîqayê tevli pêngava TAJÊ ya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê’ dibin. Em li dijî qatliamên jinan derdikevin û xwe diparêzin. Li diji kuştina jinan divê em bibin dengê jinê. Ji bo adalet û hevsengiyê em ê têkoşînê bikin. Em ê mil bi mil li dijî hezên ku dixwazin me tûne bikin tekoşîn bikin. Ji bo em ji wan hesap bixwazin guhertina sistemê ava bikin, em ê hertim lêgerînên xwe berdewam bikin.

‘Niha dema çalakiyê ye’

Niha dema çalakiyê ye, em li gel jinên ku rastî tundiyê têne. Ji bo di pêşerojê de jin bikarin azad û bê tirs jiyan bikin divê em ê têbikoşin. 

Ji kustina jinan re bes, bila dawi be!

Mafe jin mafê mirovî ye!

Jiyana me giring e!

Ax, xwarin azadî!

Jin Jiyan Azadi.”