Ji destpêka Mijdarê ve zêdetirî 250 kes hatin darvekirin

Girtiyên li 54 girtîgehên Îranê, di çarçoveya kampanyaya ‘Sêşeman na ji darvekirinan re’ çalakiya xwe greva birçîbûnê didomîn in. Kampanyayê diyar kir ku darvekirin bi lez didomin û banga çalakiyê li hemû kesê kir.

Navenda Nûçeyan – Kampanyaya ‘Sêşeman na ji darvekirinan re’ li Îranê li dijî pêkanîna cezayê darvekirinê hatî destpê kirin, di hefteya 95’an de didome. Li giştî welat çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên li 54 girtîgehan li dijî cezayên darvekirinan didome.   

Di çalakiya vê hefteyê de hate diyarkirin ku ji bo sekinandina cezayên darvekirin û pêkanîna azadî û wekheviyê, dê têkoşîna xwe bi domîn in û wiha hate gotin:

“Di vê hefteyê kampanyaya ‘Sêşeman na ji darvekirinan re’ de em carek din soza xwe ya sekinandina li dijî zextên dewletê û makîneya mirinan nû dikin. Em zêdeyî 500 ciwanên jin û mêr ku di serhildanan Aban de, di rêya azadiyê de canê xwe fedakirine bi bîr tînin. Emê li ser rêya van mirovên ku li dijî zilmê serî ne tewandin û li dijî dîktatoriyê rabûne ser xwe bi meşin. Heta darvekirin bi temamî bê rakirin, azadî û wekhevî pêkwere, dê ev têkoşîn bidome. Heta zilm dom bike wê Aban jî dom bike.

‘Hejmara darvekirina asta komkujî û zexta li Îranê nîşan dide’

Em bi xebera biryara erêkirina darvekirina sê girtiyên siyasî (Alireza Merdasî, Ferşad E‘temadîfer û Mesud Camîî) dikevin hefteya 95’an a kampanyayê. Ev rewş carek din nîşan dide ku tundiya daraz û ewlehiyê li dijî muxalîf û gel çiqas wehşet û normal bûye. 

Hefteya bûrî girtiyek, bi rêbazên dema navîn, bi awayek ji gel re vekirî hate darvekirin. Ji destpêka meha Mijdarê heta niha hejmara kesên hatine darvekirin 250 derbas kiriye. Ev hejmar, asta komkujî û zexta li Îranê tê jiyîn radixe ber çavan.

Banga piştevaniyê

Em wek kampanyaya ‘Sêşeman na ji darvekirinan re’ heta niha ji 54 girtîgehên Îranê, dengê mehkumên darvekirinê û malbatan radigihînin em cardin dûbare dikin:

“Em gel in, em tekane parazvan û desteka girtiyên li ber darvekirinê ne. Em bang li hemû gelê Îranê yê ku azadiyê di xwazin, li her bajar, her tax, bi derfetên xwe li dijî pêla bi tirs a darvekirinê bêdeng nebin, di her astê de û bi her awayî li dijî mirinê dengê xwe bilind bikin.

Divê destek bê dayîna malbatên ku her hefte li ber saziyên darazê û girtîgehan, bi cesaret, êş lê bi hêvî li dijî infazên xizmên xwe disekinin. Em carek din dibêjin, ev makîneya mirinê encex bi piştevaniya civakî û îtiraza hevper bisekine.”