Ji çiyayên Kurdistanê heta bajaran: Jin parêzvanên xwezayê ne
Bi zêdebûna krîzên mezin ên avhewayê re, rola jinan weke karakterê sereke di parastina hevsengiya xwezayê û guhertina tevgerên ziyanê didin de derdikeve pêş. Jin bi xwezayî ji bo parastina xwezayê têdikoşin.
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Têkiliya di navbera jin û xwezayê de di felsefeya azadiya Kurdistanê de xwedî rihê dîrokî û cewherek kûr e. Ji ber her du alî ji dîrokê ve bûne hedefên yekem ên pergala mêrsalar û desthilatdaran. Di vî alî de, wêrankirina jîngehê û talankirina çavkaniyên xwezayî beşek ji heman zihniyetê ye ku jinan ditepesîne.
Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje; “Bêyî rizgarkirina xwezayê ji dagirkeriyê, azadiya rast a jinan û civakê ne mumkin e.” Jinên Kurd bi riya zanista Jineolojiyê ev rastî kiriye bingeha têkoşînê û li dijî ‘qirkirina xwezayê’ disekinin. Ji ber wê têkdana xwezayê weke êrîşên li dijî çand, dîrok û nasnameya gelê Kurd dibînin. Mînakên wekî gundê Jinwar û meclîsa ekolojîk nîşan didin ku jin dikarin pêşengiya aboriyek dostê xwezayê bikin ku tê de mirov û jîngeh di nava hev de bijîn. Ev jî weke bersiveke pratîkî li dijî êrîşên ku dixwazin bi şewitandina daristanan û zuhakirina çavkaniyên avê, dest dirêjî xwezayê dikin radiwestin lewre jin û xweza yek in.
Ji sedî 80 kesên ji ber guherîna avhewayê koçber bûne jin in
Dîroka mirovahiyê îsbat kiriye ku jin her dem herî zêde ji bandorên neyênî yên têkçûna xwezayê zirarê bi bandor bûne. Li gorî daneyên navneteweyî, nêzî ji sedî 80 kesên ku ji ber guherîna avhewayê koçber dibin jin in. Ev jî wisa dike ku bi jinan re hişyariyek kûr ji bo parastina xak, av û hewayê çêbibe. Ji ber di piranî civakan de erka pêkanîna pêwistiyên sereke li ser milên wan e û her guherînek di xwezayê de rasterast bandorê li jiyana wan dike.
Pirsgirêka parastina xwezayê ji aliyê jinan ve ne tenê dirûşmeke cîhanî ye, çalakiyeke rojane ye ku ji dilê malê destpê dike û heta navendên mezin ên biryardana siyasî, ji ber jin wek perwerdekarên xwezayê diguherîna fikrên zarokan li hemberî xwezayê rol dilîzin û fêrî zarok dikin ku rêzê li xwezayê bigrin û biparêzin. Ji aliyekî din, di qada çandinî û pîşesaziyê de, jin xwezayê ji bermahiyên bi ziyan biparêzin, nebat û ajalan ji tunebûnê rizgar bikin, ev jî beşek girîng a stratejiya pêşketina domdar e.
Jin xwezaparêz in
Dîroka çalakiyên xwezayê bi mînakên jinên bi wêrek wek Wangari Matai ye ku yekem jina Efrîqî ye Xelata Aştiyê ya Nobelê ji bo damezrandina Tevgera Kembera Kesk û çandina bi milyonan daran li Kenyayê ku bandorek mezin li parastina xwezayê dike girt. Her wiha ciwanek weke Grita Tênberg ku dikaribû bi milyonan ciwanan li seranserê cîhanê ji bo parastina zeviyan bixe nava tevgerê hebû. Lêkolînên Neteweyên Yekbûyî nîşan didin ku ew şîrketên jin di desteyên rêveberiyê de ne, zêdetir pabend in bi kêmkirina gazên jehrewî û bikaranîna enerjiya paqij in, ji ber ku jin zêdetir parastina tenduristiya giştî û peydakirina jîngeheke bi ewle ji bo her kesê difikirin.
Ji ber vê serkeftina her planek jîngehê, asta beşdariya jinan weke hevkarên rast dê bi bandor be, ji ber bêparhiştina jinan tê wateya windakirina herî mezin a enerjiya mirovî ku dikare erdê ji karesatên jîngehê rizgar bike û jiyana baş ji bo her kesê misoger bike .
Çalakvan û parêzavana mafên jinan Seywan Rustem têkildarî pirsa têkiliya jîngehê û jinan ji ajansa me re axivî.
‘Xak wek dayîkê ye’
Seywan Rustem wiha got: “Xweza û jin du tiştên ku tu caran ji hev nayên qutkirin in. Ji ber têkiliyek bi hêz a jin û xwezayê heye. Dayîk çawa li zarokên xwe mêze dikin, xak jî bi heman awayî ye. Ji ber wê xak jiyan û xweza ye. Tu ferq di nav de nîn e. Gelek girîng e ku jin der barê dîrokê de zêdetir şiyar bin. Ger vegerin dîrokê wê bizanibin ku ji destpêka mirovahiyê ve, rola jinan di parastina xweza û çavkaniyên avê de hebûye û zarokên xwe ji bo naskirina xwezayê û parastina wê perwerde dikirin. Niha xweza bûye pirsgirêkek navneteweyî. Niha ji ber guherîna civakê û bikaranîna teknolojî û berfirehbûna civakê û zêdebûna amûran û jiyana sermeyedar, xweza ber bi tunebûnê ve diçe û gelek destwerdan lê tên kirin. Gelek girîng e ku her kes ji aliyê xwe ve bikaribe xwezayê biparêze. Ev erka dayîk û jinan e ku zêdetir girîngî bidin, xweza tune nebe û hemû alî bi hev re xwezayê biparêzin.”
‘Di 8’ê Adarê de dê jin bi heman daxwazê dengê xwe bilind bikin’
Seywan Rustem têkildarî 8’ê Adarê wiha got: “8’ê Adarê rojek ji bo bilindkirina dengê jinan e. Jin her dem bi hev re dixebitin û divê bi hev re dengê xwe bilind bikin. Ji ber wê gelek girîng e ku îro bibe boneyek balê bikşînin ser parastina xwezayê û paqijgirtina xwezayê ku çavkaniya jiyana mirovahiyê ye. Ez bang li jinan dikim ku divê bê cudahiya fikran ji bo parastina xwezayê û bidestxistina mafên xwe yek deng bin.”